QASO

Dr. Xelîl Omar

Payîz hat û pê re cilên belengazan qetiya û bû wexta kelandina danuwan û raxistina pastêq û mewîjan..bû wexta icacok û hilfirandina qirş û qalan..bû wexta berdana bexçe û mixtiyan û bû wexta seyandina xaniyan.
– Law Ezîzo, qey divê ez ji ber Qaso ji gund barkim?! ..Çêleka xwe berra ser cêza genimê min dide, mirîşkên wî her roj di hewşa me de ne, kûçikê wî bi zarokên me digre! ..Eger ji amê xwe re, te ew alpozan kiriba; minê orta herdû çavên te maçîkiriba!  Hanî gilî û gazinên xwe, bi biraziyê xwe kir.
..Qaso, mirovekî kal e, dûrîşer e, mêş jê na êş e û pênc wext diçe mizgeftê. lê mêrik eşkere zikê nade û dibêje “xêratî ela benat û ji bo wilo jî hinek dibêjin, têkiliyên wî bi kemûnistan re heye û herhavîn ew bêşê dide wan

   Rojeke melûl e, bê deng e û tevgereke nezelal li pala gir digere û ji wêderê pîkaba gewr riya Marîtê girt û toz bi dû xwe xist û berî ko bighê gund li destê rastê zîvirî û li ber benda Qaso got zîq û sekinî û di cih de, zamûtên Ezîzo xwe jê avêtin û bê vir de û wê de raserî mêrikê “kemûnist” hatin û kero te çi xwariye! ..Xanimê kire hewar, zarokan kirin qîrîn, bûka malê bi xwe ket û porê xwe kişand; lê hemû ji bo mêrikê serbixwîn bêkêrbû.
– Evaya nîna ye, hîna tirnîna bi şûnde ye, ez ji …-ê te bim, ko rojeke din apê min gazinekê ji alî te de bike yan ez bibihîzim, ko dîsan siwarên piskilêtan li cem te bûne mêvan! Ezîz gef li mêrikê “sor” xwar û mifte li pîkaba şifirlê xist û pêxwasên wî bi hev re xwe avêtin paşiyê.
– Xwedê mirov biparêze ji ya, ko hayê wî jê nebe! Qaso got û pişta xwe sipart bendê û destê xwe bi birînên serê xwe xist.
– Gurê har bi wan bigre, devê wan li kevirên reş keve, bibin weke peza qurbanê! Xanimê nifir li wan kir û hibriya xwe vekir û li dora serê biîndar gerand.
————————————-
¹ Bera xêra min ji keçên min re bin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…