Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev (01.05.1947 – 08.08.2021)

 

Ebdûlazîz Qasim

Eger em dîroka xwe baş binivîsin, pêdivî heye ku em rola kurdên Qefqasiya bi tîp zêrîn di nav rûpelên dîroka kurdî de binivîsin, ji ber rola mezin ya kurdên “Soviyeta berê” ji bo hişyarkirina hest û pêşxistina aqilmandiya neteweyî ya kurdî bi taybetî xizmeta wan ya herî mezin li hemerî pastina ziman û edebiyata kurdî.

Li ser destê kurdên Qafqasiya li ser astê neteweyî yekem hikûmeta autonomî hatiye avakirin û herwisa xizmetek bêhempa ya wan ji bo pêşxistina çand, ziman û zargotin, ferheng û edebiyeta kurdî heye û hêjayê ku yekem bingehên kurdlojiyê û kurdnasiyê li ser destê wan hatine tomar kirin.

 

Dema em behsa kurdên Qafqasiya yan jî “Sovyet” dikin, em behsa bi dehan akademsîyen, zanyar, nivîskar, hunermend, rojnamevan, zimanzan, siyasetmedar û rêveberên dewletê dikin, ku biqasî rêvebirina dewletek modern hene.
Helbet ji kurdên Sovyetê yên herî navdar û di rêza pêşîn de, pêdivî heye ku em behsa akademsiyon û cîgirê serokkomarê Qazaxistanê Prof. Dr. Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev bikin yê ku sala par ji ber nexweşiya koronayê di 8’ê tebaxa 2021’an de çû ber dilovaniya xwedê, ku yek ji zanyar û lêderên herî berçav yên kurdên Sovyeta berê ye.

Mamê Kinyaz ku bi Apê Kinyaz di nav civaka kurdî de dihat binavkirin, tevlî pila wî ya zanistî û edebî ya bilind wekî serokê zanîngeha Almatayê û herwisa wekî cîgirê serokkomarê Qazaxistanê, lê zêdetir Mamê Kinyaz wekî serokê kurdên Sovyetstanê dihat dîtin, ji bo rola wî ya mezin ji bo rêkxistin û damezrandina yekem federasyona navneteweyî ya kurdên diasporayê, ku îro li ser wê yekê çend komele û federasyonên revenda kurdî li diaspora û welatên Ewropa, Amerîka û Rûsya têne avakirin.

Li roja 06.06.2021 li bajarê koln li Almaniyê, şerefek mezin ji bo min bû, ku yekem car çavê min bi çavê Mamê Kinyaz ket, di wê çavpêketina wê Mamê Kinyaz behsa pêştgiriya xwe ji bo referandom û serbixwebûna kurdistanê kir û hewlên xwe yên dîplomasiyê ligel serokkomarê Qazaxistanê û berpirsên Rûsiya û têkiliyên xwe ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybetî ligel Serok Masûd Barzanî kir, herwisa behsa têkiliyên xwe yên ligel berpirsên Rûsyayê kir yên ji bo rawestandina êrîş û dagîrkeriya Tirkiyê li ser Efrînê û paşî li ser Serêkaniyê û di nav de behsa hevdîtina xwe ya bi cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê Mixayîl Bogdanof re kir.

Ji bo avakirina kesayetiya kurdî ya neteweyî girîngiyek mezin heye ji bo lêkolînek berfereh li ser bingehên zanistî û dîrokî li ser kesayetiya Prof. Dr. Kinyaz Mîrzoyev û herwisa li ser kesayetiya bi dehan navdarên kurdên Qafqasiyê bêne kirin, ku pêdivî me heye bi aqilmendî
û hişmendiya kesên wekî wan ji bo pêşxistin, yekxistina civaka kurdî û bihêzkirina bîr û hişmendiya neteweyî ji bo dewletbûn û serxwebûna Kurdistanê.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji bo beşdariya di dehemîn Mehrecana Kuteçîroka Kurdî de, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê pêşwaziya çîrokên beşdaran dike.

Mercên beşdarbûnê:

1- Divê çîrok bi zimanê kurdî be.

2- Hejmara gotinên çîrokê herî kêm 500 û herî zêde 2000 gotin be.

3- Nabe çîrok li cihekî din hatibe belavkirin, û…

Mislim Şêx Hesen

‏Kurd her sal di 15ê Gulanê de Roja Zimanê Kurdî wekî sembola çand, nasnameya neteweyî û niştimanî pîroz dikin.

‏Her çend zimanê Kurdî ji aliyê rejîmên dagîrker ve rastî gelek astengî û hewldanên pişaftin û înkarkirina wî hatibe, yên ku hewl dane wî ji holê rakin…

Konê Reş

Sebaretî 3emîn Festîvala Cil û Bergên Kurdî ku di rojên 29-30ê Nîsana 2025an de li Zaxo hat lidarxistin û wek vexwendekî têde beşdar bûm, ev e gotina min: Wek ku diyare 3 tişt nasname û hebûna miletan destnîşan dikin, ew jî ev in: Erdnîgariya ku her miletek li ser…

Beşîr Botanî

Min çend şîret ji stiranbêjên nû re hene ji bo serketina wan û serketina stiranên wan jî lê mixabin e ku piraniya wan wesan çewt hizran dikin:

Ez tenê piştbestin li ser xwe dikim.
Ez tenê piştbestin li ser bavê xwe dikim.
Ez tenê piştbestin li ser birayê xwe dikim.