Helbest u pexşan

Gula min


Cankurd
   
 Gula min ji nav axa sor a deșta Dudêriya ye
 Wekî keçeka Kurd e, ciwan û bejin di hev da
 Coyekî piçûk e, aveke Kanîsarekê di nav da…
 Dixulxule ji sîngê Keloșkê
û tenbûreke Adîkê di dest da…
Di ezmanê gula min re
ewirên dagirtî dilivlivin
dibine çem û rûbar
û bilbil xwe davêjin bi ser da…
 Gula min li vê cîhana bê bext nenas û tenha ye,
û rewșa hejar û bindestan her weha ye…
 Lê ji her aliyekî van deșt û çiyan ve,
û ji van Kurdên Rojava
ewîl û xort dikevin ji bona wê
dimirin di ber da…  
Gula min dareke bilind a Tûyê ye
 Li ber așê mezin ê avê
di devê rê da…
 Masîvan masiyên xwe di beniya ra dikin
 Nimêjkar nimêja xwe li ser geya dikin
 Şivan pezên xwe dicivînin û telme çêdikin
 di siya wê da…  
 Gula min bi nav û deng e,
 Baxê geliyê Tîran e, șox û șeng e
 Wekî Şehrezad a efsaneyên kevin dihatin gotin
 li ber pixêrekên gunda…
 Belê evên ji gulan heznakin
 Nizanin ew kî ye, ji ku hatiye
An jî hebûna wê bi derewan bincil dikin
 Dibêjin: Me navê wê nebihîstiye…
 Lew re ew bi navê Gulê bû û her wilo mayî,
 Li vê cîhana bê mirovatî, cîhana xêrnexwaziyê
 Wekî straneke kevnare ya çiyayî…
 Gula min dijî di rêzikên helbestan,
ku têne vehûnan
ji ber sohtîna di hinavên min da…  

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…