Şensa zimanê daykê li Almanya.. Zimanê kurdî wek nimûne.

Cemîle Hesen

Penaberya kurdan ji her pênc  parçê kurdistan Iro li welatê Elmanya bi êjmarek pir giring digihê je 2 milyona kes,   Şensek mezin didê me welat perwer û rewşen bîra go li vî welatê dimukrat go yasa wî amanc û serbest  dikê kû her miletek bi Zimanê xwey netewî an go bi zimanê daykê bi axivê , binvîsê û lêkolîna têde bikê di gel zarokê xwe jî hînî zimanê  xwy şêrîn bikê li cihê penaberya xwede, ji ber kû dest hilata vî welatî ne tinê  derfet didê lê belê piştgêr û motîve dikê .Ev tiştên han li welatê mey dagîrkirî tunebûn heta duh, lê Bersifa me çiye himber vê derfeta mezin ? Bê guman pir qels !  bi pîvanên millî welat perwerî wek ziman, maye tenê hêvya Ektîvek teka teka bi serê xwe li vir û wir , hinka Elîf ba çêkirne hinek din dersên zimanê kurdî dane di  korsên amator  de ku cihê sipasyêye , Roman hatin nivîsandin bi kurdî lê  çumkû xwendevan kêm bûn kiryarê wan pirtûka  jî kêm bûn .

 

Gelo çima va salê dirêj di bin Azadyê û serbestyê li Europa Ev nebû karek Komelayetî û Sosyal tevî ku kurdên me hatine ji 40 Sal û virde nexasim di van 20 salên dawî de ji kurdistan Bakur yan Başûrin li dawî kurdistana Rojhilat van 10 sala hatin,
Pirsek di hişê mede mezin dibê!
Gelo çi sedema vê qelsatyê bû?
Em werin hêla kurdistana Bakur tevî kû hin nivîskarên hêja wek Emin Boz Erselan û ên din di  warê ziman zanyê û pêdagojî de xebitîn bi kurdî lê negihan wê asta kû bandora xwe ya ber fireh li civata kurdên penaberên bakur bikê ên kû bêhtir ji 80% wan hîn di mejyê xwede azad nebûne ji dewleta Turkye û ji Tepeserya kevin bi serê wan kiribûn van dest hilatên Rasîst ên tirk go digotin li her derî Turkek himbery dinyayê, Zimanê tirkî ji her zimanî  çaktire.ji ber weha heta Iro em dibînin li vê Elmanya bi turkî di axivin ( Pkk) jî  ti rol di guhertina vê mantatîtê de nekirin, Birawo ti li
wir di mala xwede bi tirkî di peyvê ji tirs û zulmê çima ti li Elmanya Azad bi tirkî dibêjê ?  ev tiştek seyre. wek Agih darî , ji 2 Milîon û nîv turkên li vir dor milîonek bi Eslê xwe kurdin.
Em werin xelkê kurdistana Rojhilat , birastî digel ev parçe yê didwane di kurdistan de bi meznahya xwede  lê belê em wan kêm dibîni bi hijmara penaberyêde yan jî di têkelyên syasî ji bilî komîta Hevkarî a go demek baş di bizava kurdî de li Almanya cih girt û rewşen bîrên pir hêja di nav wande derketin lê partya nemir Qasimilo bargiranî dida hêla polîtîkî  bêtir ji rewşenbîrî û Ziman zanyê di gel em dizanin li welat gundî û bajaryên wir bizimanê xwe di axivin.Duh bû li ser girtina mamosteya zimanê kurdî Zehra Muhemedî kurdan bi tevay şermzar kirin Rêcîma Melayên Eyranê li dijî zimanê kurdî  .
Heger em werin li ser Rola kurdistana Başûr û bandora wê li ser pêşketina zimanê me li dyaspora û nexasim li Elmanya wek taybet wê kêmtir bê ji rola wê ya pir mezin di Asîmana zimanê kurdî de Iro li tevaya kurdistan û cîhanê de bi Fakûltê çêkirî di Unîversîtên xwe de bi dana Sertfîka Doktora (phD), bi seda pirtûkê çap kirî bizimanê kurdî , ta ku Iro zaroyên ji sala1990 û virde  welatyên kurdistan ji kurdî pêve nizanin lê gelo derfet nebû  li vir Almanya jî hin enstîtwên ziman bi fermî û Ekonomîzekirî vekê .wek daxwazek em berçav dikin .
Lê kurdistana Roj hilat (kurdistana Sûrî ) ji bergo kevinde bedirxanya kovarên kurdya latinî belavkirin pir Hunermend û ristevanê binav û deng wek ceger xwîn û Osman sebrî , indamên xweybûnê ,pirên din .Rewşa zimanê kurd geştir kirin li gor derin dîn , vê jî bi xwer ziman zan û çalak van di vî warî de çêkirin .
dema kurdê Sûrye penaberbûn li Almanya wek nimûne li zimanê xwe xwedy derketin heger li mala xwe yan jî hin korsên ziman fêrkirnê kirin li vir û wir li gor hêza xwe û komelên xwe tiştek kirin û dikin hêvîne pêşde herê .
Li dawî divê em ji bîr nekin di dema taristan û şerê zimanê me de kurdên Sovyêt bermayê kurdistana Sor pir  bizav û xebat kirin diwarê Peyv û belavkirna ziman, heger di êzgeha Êrîvan de yan Lêkolînerê Zimanzanê  kurd ji wan go hink şopa wan  geha
Sûrye  .
Kesên li vir ji wan niha bi zimank Pak û temîz dinvisin derên lê bandorek wan hey kêm yan zêde .
Ji ber hemî tiştê me gotî Elmanya Iro divê bibe paytextek di vejîna zimanê mede ji ber gelk tiştan ,pêşî Azadî duvre piştgêrya dewletê heger  Em bixwazin , ya sisya hebûna mamoste û ziman zanê bi kurdî li joxrafya Almany .
Hêvya ev gotar bibê zingilek piçûk di balkêşya vê mijarê de .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mahmod Oso

_Hey hey daya min, daya Kurd,
Hêza te ji çiyayan mezintir e,
Bi ked û evînê tu dinyayê didî rê,
Navê te di dilê me de zindî ye._

Berî rojê radibî, agir didî tandirê,
Nanê germ çêdikî, bêhna wê diçe gundê tev.
Destên te di erdê de, dilê te li ser zarokan,
Tu diçî bi mêrê xwe re, li ber germa…

Wergera bo erebî: Dr. Mihemed Ebdo Necarî

Wergera ji erebî bo kurdî: Fewaz Ebdê

Bi lêvegera Dr. Necarî

EZ JINEKE HINDÎ ME

Ez ew kes im ku rêzê li xwezayê digirim.

Ez ew kes im ku bi agir re direqisim.

Ez ew kes…

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…