XELATA SEYDAYÊ TÎRÊJ CARA YEKEMÎN HATE DAN

 

Roja 26.03.2022, li Komeleya SÎWANA KURDAN, li bajarê Essen, sîmînarek ji bo bîst saliya koçkirina seydayê Tîrêj hat lidarxistin, ew sîmînara ko Komîteya Çalakiyan ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye pê rabibû, di wê sîmînarê de, û li gor biryara Komîteya Xelata seydayê Tîrêj, yekem xelat hate bexşandin bo helbestevana Kurd a navdar: Mizgîn Hesko, ji ber keda wê a mezin ji bo wêje û helbesta Kurdî …
Mamoste Mizgîn Hesko sala 1973, li gundê Şelhûmiyê, a girêdayî bajarê Tirbesipiyê, ji dayik bûye, ew ji zûde bi malbata xwe re li Elmanya dijî, heya niha 10 pirtûkên wê hatine çapkirin, ko bêtirî wan helbestin, berî niha sê xelatên wêjeyî wergirtine, ew endama YNRKS, û endama Komîteya nivîskarên rojnameya ( Pênûsa Nû )ye, beşê Kurdî …
Hêjayî gotinê ye ko ev xelat her du salan carekê tê bexşandin .
Em vê xelatê li mamoste Mizgîn Hesko pîroz dikin, û temenekî dirêj û tenduristiyeke xweş û baş jê re dixwazin …
Mamoste Mizgîn tu her hebî û herdem serkeftî bî …
Komîteya Xelata seydayê Tîrêj
26.03.2022

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…