„Hebû û tune bû”

Ezîz Xemcivîn

Receb Dildar, ebrûyên dîrokeke reş bi pênûseke sor xêz dike!
Ev ne çîrok e, belê dîrok e!
Hêza hest, hêza pênûsê, cegerdariya helwestê bi pêwendiyeke diyalktîkî hûnandina periyên tîpan asêtir dike..
Dildar bi dildariya mirovîniyê, rasteqîneyê bi hûrbînî şêwe dike, ne ko şêwekar e, na, lê dilê wî qebqeba stema girtî ji rekehan azad dike, geh dîwarên kelehan li stembaran bilindtir dike, geh ji hêlînên pênûsa xwe wan di rojevê de bi bask dike..

 

Çima ŞIKESTÎ, şikestî dimîne?
Çima evînî ewqas li ber nezaniyê bêçare dimîne?
Pirsan serê hizirê gêj kirin, gurgmirov dijberî beranan, beran jî dijberî beranan, mih û berx jî bi agirê wê govendê disotin..
„Hebû û tune bû“, Osmanîdirindeyek hebû ji Mexolistana dirindeyan hatibû, destê xwe danî bû ser xakê, perperîkên buharê û xewnên firişteyan, dirinde bûn komek, bûn welatek bûn impertoriyek, navosereyên qels û lawazan berdan pêxîla hev, evî ev kuşt, ewî ew kuşt, heta serdar ji xwe pê ve kesek ne hişt.. Li hespê Islamê siwar bû û nemisilman bi misilmanên hov tune kirin, li bermayan zîvirî qaşo misilmanên hogirên xwe jî, pismam pismam û bira bira kuşt..
Dengê Evdila bilind dibe, li Emînê bira diqîre û dibêje: „Emînê Perîxanê eger ez şîv im, tu paşşîv î!“ Dîrok wisa bû, wisa yî û dê wisa jî bimîne.. Mafir Osmanîler hene dê Cemîl û Bişarê Çeto jî dê hebin!
Ev dîrok e, na na ne çîrok e, rêbaza tunekirinê û tunekirina tunekirinê ye..
Dibêjin ko core Keftarek(heftar) heye, averêjekê ji laşê xwe bi ser nêçîrê de berdide, êdî xwe nawestîne nêçîr ji xweber bi pey wî dikeve!
Kî dikare berevajî evê pendê li ser Tirkan bibêje? Li bakur piraniya miletan bûne Tirk û yên nebûne dibin û nuha xwebexş dibin Tirk, li welêt û li Ewropa ji gava ko zarokên Kurdan ji dêyên xwe re çêdibin, di guhên wan de (dê û bav) bi tirkî dipeyivin, dimirin telqîna wan bi tirkî dixwînin.. Suryan, Laz, Ermen û Kurd(misilman û êzîdî) qir kirin an jî wan bi xwe jî xwe radestî qirkirinê kirine, bi taybetî Kurd, bira li dijî bira, pismam li dijî pismam, malbat li dijî malbatê, eşîr li dijî eşîrê û nuha partî li dijî partîyê, hemû jî kontrola wan yek fermanber dike, yek Hizirxwedayê Osmanî dike..
Ev ne çîrok e, belê ev dîrok e!
„Şikestî“ dîroka şikestiyan li bin guhê latên nezaniyê dide, dîroka ewan nexweşên ko ew hizir dikin saxlem in, ma çawa çêdibe, bira li nik Efser li dîlbûna bira dinêre, li benda gulbarankirina wî ye!
Dunyayeke sosret e, mêrxasek lingên xwe li çeperê girê bide tako ew kêlîk neyê bi ser de û li ber revê sist nebe û li himber wê mêrxasiyê bi hezaran Kurdên wî û yek efserê dewletê berê tifingên xwe didin wê çepera berxwedêr, li benda kuştina Emê Gozê ne, li benda kuştina bira ne!

Mîrzayê Birahîm dibêje ez dîdevanê dîroka xwîndar im, dibêje ez derewan nakim û ji kesekî re şabaşiyê nakim, şikestî me, ji êl û ola şikestiyan im, ji welatê şikestî me, neviyê heman êşê me..
Tîpên min bang in, guhbidêr in, welat nîn e, rûmet nîn e, kesên bê welat bê rûmet û riswa dibin..
Kurdî, Suryanî, Ermenî, Erebî qedexe ne qedexe ne(yasak yasak), ji bil Turkan Xwedê ji kesekî din re nebûye û nabe bav..
Îsayê Mîrzayê Birahîm dibêje li ber pêyên Turkên (misilman) û dûvên wan, ez gawir kurê gawiran im, ez file me file, hûn dizanin li dewleta Osmanîdirinde gawir kî ne, em file ne!
Geh toltajiyên xwe ji Kurdan, Çerkes û Çeçanan berdidin ser pişta me, geh ew bi xwe êrîşî me dikin, heta bi gorên me vedikin an bi erdê re radixin û avahiyan li ser komhestiyên me ava dikin!

Osmaniyan sûdeyeke mezin ji ola Islamê wergirtiye, Ereban ola xwe ne bi zanîna xwe lê bi ya cihûyan damezirandin û bi şûr ew ol li cîhanê belav kirin(Eslem teslem) ji xwe re kirin rêbaz an hûn dê bibin misilman an jî hûn ê ji kok ve tune bibin!
Ji xwe zilam û zarokên nêr dikuştin û jin û keçên wan ji xwe re rewa dikirin, gelo ev rewaya Xwedê ye, gelo ew Xweda kî ye yê ko derfetê bide Ereb, Tirk û Farisan ta ko li dê, keç û jinên nemisilmanan siwar bibin, malên wan talan bikin û nêrên wan tune bikin?
Vegera hebûnê li Kurdan û bi taybetî yên ko bi zarokên xwe re bi Tirkî, Erebî û Farisî dipeyivin çi hêvî jê nîn e, paşeroja me tarî ye, bi hêvî me ne wisa be, lê „hebû û tune bû“!
Romana „Şikestî“ bi êşa xwînê hatiye hûnandin û bi xwîna êşê hatiye nivîsandin..

08.03.2022

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…