Zêro

 

Geda îdê

Dostekî îro têkelî bi min re kir û got, ku wî navê “leheng/qehrman/gerd” li min kiriye jiber hin nivîsên min ên Facebook’ê. Ez jî rabûm û min got ka ez ji mirovekî re bêjim: sipas!
Silav jibo we tevda. Heger hinek şaşitî hebin tikaye wan bibhurin!
Pêşgotin:
Pêşî rêz û silavên min ên gerim jibo rêzdar roman- û helbestnivîsê kurd Ezîz Xemcivîn hene liser vê hevnasîn, pêkveaxaftin û pêwendîyên kin ên me ligel yekudu di rojên dawî de kirin; h.w. jî dîsan sipasîya wî dikim derbarê şandina Romana xwe “Zêro” jibo min û bi vî hawî derfetdana wî ji xwendina vê yekê re.

 

E. Xemcivîn nivîskarekî kurd e ji bajarê Hesekê ye û ji çend salan ve li Elmanya dijî.
Bigiştî ez dixwazim bêjim, ku ez ji awa û şêweyê nivîsandina vî nivîskarê Kurdî/Kurmancî hez dikim, nexasim rênivîs, bijartina peyiv, gotin û têgihan ji alî wî ve di nivîsên wî de, evên ku bi pirranîya xwe berbi pêşandana bîrok, raman û wêneyên asan- û nebiyankirî ve diçin, herweha dibe jî jiber nêzîkîya wê ji zimanê rojane re be, ewê dêubavan, ewê gav bi gav berbi yeksanekirin anku zimanê yekgirtî ve diçe w.d. di heman demê de ew zaravê, ku ez di biçûkanîya xwe de liser mezin bûme.
Di debarê romana “Zêro” de:
Romana Ezîz Xemcivîn a bi navê “Zêro” – ya di nav destên min de – di sala 2019 de ji hêla weşanxaneya “Serseran” ve hatîye weşan û çapkirin. Pirtûk ji 177 rûpelan û ji 24 beşan pêk tê û ligorî amaja nivîskêr di sala 2012 li hesekê/başûrê rojavayê Kurdistanê hatiye nivîsandin. Ligor agahîyên min ev romana tek e, ya ku nivîskar derhênaye li tenişt gellek pirtûkên helbestê.
Çend agahî derbarê Naveroka berhemê de:
Zêro kesayetîya sereke ye di romanê de. Ew ciwanekî kurd e weku gellekên mîna xwe û ji newe/nifşê xwe ji awa û şêweyê jiyana kurdewarî nema ewende qayil an jî em bêjin şayist jibo xwe dibîne. Ew nema dixwaze êdî weku Kurdên berê di temenekî biçûk de jinê bîne û bibe bavê zarokan weku mamê wî, ewê ku pêsipêrê perwerde û xwedankirina wî bû di hemû salan de, pê pêşniyar dide û Zêro navêt êdî tenê jiyaneka mîna ewa kesên lidor xwe, kû li gund an jî bajarokên Kurdan birêve bibe. Em dikarin bêjin, ku ew pirr nirxên civakî nema weku hinkan dibîne mîna newe/nifşên berê. Herweha pêşerojek cûda û bi awayekî dîtir pirr girîng e jibo qehreman/gerdê romanê.
Liser zimanê “Zêro” û hevalekî wî – yê ji biçûkanîyê ve – pirr bûyerên romanê têne arê. Bitaybetî “Zêro” liser pirr pirsgirêk û astengîyên devera xwe, ne tenê ewên ramyarî (siyasî) û maf-mirovane di derbarê fişarên rêcîma sûrî liser netewa kurd de, lêbelê bigiştî jî di derbarên ewên civakî de dipeyive. Bêkarî/betalî û nebûna pêşbînîna rewşa pêşerojî ya ciwanan li civak û deverê, evîna qedexe/nerewa weku hezkirina di navbera Zêro û Darîn de, herweha ewa xwedî pêwendî ligel arezûyên karendamzanî (Fizyolocî/sexî) di navbera keç û kuran de, – yarîtîya hevalê Zêro ligel keça cînaran, ewa Zêro ligel keçan bitevahî, herweha çendên dîtir, ewên di romanê de têne zimên – ; herweha mijarên lêdan, perwerdeya nesas û çewt û tûndutûjîyên giran di nava malbatan de h.w. .
Soxî; vêca Zêro neçar dimîne an biniyaz dibe gund, bajar û welatê xwe tevdî bicih bihêle û berê xwe bide bajar û mêtropolên Sûrî û Libnanê nexasim paytexta vêna dawî Beyrûdê, kû li wir dijî û dîsan rastî astengî, hevnasîn û pêwendîyên civakî û mirovane dibe. Hêjayî gotinê ye, ku xwênerê romanê beramberî qasekî pirr mezin ji agahî di derbarê bûyer, çand, kelepûr û kevneşopîyên war û kesayetîyên wê dibe nexasim ewên jibo mirov û deverên rojhilata navîn pirr mînak û nasdar in mîna ceng, mûzîk, ziman û netewe h.w. .
Berhem bi zimanekî helbestane, hestane, bîrokî û nabêjim ku ne asan hatiye nivîsandin û raman di hevokên kin ta nîv-dirêj de pêşkêşkirin, ku ev yek derfeta xwendinek asan û herok dide xwêner. Û weku min lijor amaje pê da, bi Kurdî/Kurmancîyek pirr xweş û têgihêj hatiye tomarkirin û pirr kêm e ji şaşîtîyên rênivîsê bi pîvan ligel berhemên pirr nivîskarên îro.
Ezîz Xemcivîn nivîskarekî xwedî şêwaz, rê û boçûnên taybet bixwe ye. Min birastî pirr sûd ji xwendina vê berhema wî ji gellek hêlan ve wergirt; ya herî girîng di warê ferhengî de bû jibo min.
Ez dikarim xwendina vê berhemê bi hemû hevalan bidim temîkirin û serkefetinê jibo mamoste Ezîz Xemcivîn di pêvajoya nivîskarîya wî de dixwazim.

07.01.2022

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…