Hejmara 15’emîn ji weşanên enstîtuya kurdî ya amedê DERKET

Xwendevanên Hêja,

Em bextewar in ku bi hejmareke nû derketine pêşberî we. Me ev hejmar di pêvajoyeke ku pêkutiyên li ser zimanê kurdî zêde dibin de weşand. Em ji niha ve dibêjin, rewş çiqas giran be û hîna jî ji qumaşî re xerîdar tune be jî em ê kar û xebata wêje û zimanê kurdî her bimeşînin.
Dîsa em careke din hem wek Kovara Wyê hem jî wek Enstîtuya Kurdî ya Amedê piştgiriya xwe ya bi rêzdar Abdullah Demîrbaş re diyar dikin. Û ji ber xebatên ku kiriye wî pîroz dikin. Bi baweriya me piştgirîdayîn tenê bi daxuyanî û çepikan pêk nayê. Piştgiriya herî mezin domandina heman karî ye.
Xwendevanên Hêja,
Afirîneriya pêşîn her wext xweser e û xwediyê xwenûkirinê ye. Bi hejmara 15’emîn me xwest ku em dîsa afirînerekî ku li hember heyaman têk neçûye û her dem ji bo pêşveçûna romana kurdî bûye rêber, bi bîr bînin. Romanûsê yekem û bêhempa ku wek ‘Bavê Romana Kurdî’ tê nasîn Erebê Şemo, di vê hejmarê de wê bibe mêvanê we. Erêbê Şemo ne tenê bi Romanûsiya xwe bi kesayetiya xwe ya têkoşer jî balê dikişîne ser xwe.  Me di vê dosyaya ku em ê pêşkêşî we bikin de romanûsê qedirbilind Erebê Şemo ji gelek aliyan ve girtiye dest. Bê guman der heqê jiyan û kesayetiya romanûsekî wek Erebê Şemo de ne dosyayek, ne kovarek û ne jî pirtûkek têr dike. Lê me jî bi alîkariya wêjehez û nivîskarên delal bi qasî ku me bi dest xist, agahî û romanûsiya wî ji hev veçirand û pêşkêşî we kir. Em bawer in ku ji bo wêjevanên kurd ên ku nûnerên heyama xwe ne divê di nav rûpelên dîrokê de nemînin, bên bibîranîn û ji nifşên nû re bên ragihandin.    Jiyan û romanûsiya pêşevanê romana kurdî Erebê Şemo ji aliyê Eskerê Boyîk, Xelîlê Çaçan, Tîmûrê Xelîl, Bavê Nazê, Zeynel Abidîn Zinar, Ayhan Meretowar, Serwet Denîz, Edîp Polat, Cîhan Roj û Abdurahman Bakir ve ji gelek aliyan ve hatiye veçirandin. Hêviya me ew e ku me bi vê dosyayê afirînerê bêhempa, romanûsê pêşeng Erebê Şemo baş bi we dabe nasîn.  Ji bilî dosyayê, Wyê derî ji helbest, hevpeyvîn, pexşan, wergêr û çîrokên rengîn re jî vekiriye. Em bawer in ku wê her beşek ji aliyekî ve we têr bike.
Ji bo hejmara 16’emîn jî wekî dosye em ê Seydayê Tîrêj û ciyê wî di wêjeya kurdî de bigirin dest.  Kesên ku bixwazin dikarin nêrîn, nirxandin û lêkolînên xwe yên der barê Seydayê Tîrêj de ji me re bişînin.
Heta hejmareke din bimînin di xweşiyê de…

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…