Doza Kurdî di navbera otonomiya Rûsan û şaredariya rêjîmê de

Ebdûlazîz Qasim

Serokê berê yê Pakistanê “Mihemed Ziya El-Heq” dibêje ku: “Yê serederiya bi Washington re bike wekî destê xwe bavêje komirê, ku tiştek ji bilî tenî û rûreşî nagihêjê”.
Roj bi roj bêhtir eşkere dibe ku pirsa vekişîna hêzên Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê pirsek cidî ye, ku Amerîka dê hêzên xwe yên leşkerî nêzîk yan dereng ji navçeyên Kurdî yên li Rojhilatê Feratê vekişîne, herwisa ku pirsa diyaloga Kurdî-Kurdî bi carekî hatiye paşguhxistin û ti garantiyek ji bo destpêkirina wê nîne.

 

Dibe ku çend serbazgehên Amerîkî li devera Dêrazorê û li ser sînorê Îraq-Sûriya bimînin, bi taybetî serbazgeha “Tenef” ji bo kontrolkirina derwazên sînorî li hember çalakiyên milîsên Şîe yên Îran û Îraq û Hizbullah, dibe ku demê vekişîna hêzên Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê hatibe destnîşankirin, wisa xuya dibe ku dê di demek nêzîk de be, tevî ku Amerîka xwe berî dagîrkirina “Girêspî û Serêkani”yê di 20 Cotmeha 2019an ji bo rojek weha xwe amade kiriye.
Wekî dizanin ku Amerîka hêzên xwe carek din piştî dagîrkirina “SerêkaniyêGirêspî”, di bin givaş û fişarên navdewletî de û bi taybetî di bin fişara Feransayê de vegerand, lewra dihat pêşbînîkirin ku rolek Feransa li navçeyên Kurdî piştê vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê hebe.

Hemû hewldan û gefên Tirkiyê yên li vê dawiyê dihatin bi armanca herî sereke ku hêzên Fransayê nabin alternatîv li şûna hêzên Amerîkayê li Sûriyê, herwisa ji bo Kurd nabin xwedan statuyek piştî vekişîna hêzên Amerîka, û mixabin aliyên Kurdî nebûn harîkar ji bo serxistina hewldanên Fransayê, ku diyaloga Kurdî-Kurdî bixwe projeyek Feransî bû bi armanca yekxistina hêzên HSD û Pêşmergên Roj ji bo parastina maf û hebûna gelê Kurd.

Dîsa xuya dibe ku Tirkiyê, di hevdîtina “Biden û Erdogan ”di çarçoveya lûtkeya Romayê “G20”ê de, hin destkevtên din bi dest xistin, nemaze rawestandina alîkariyên Amerîkayê yên leşkerî ji bo hêzên HSD.

Îro, li Moskowê çend hevdîtin li gel aliyên Kurdî têne lidarxistin ji bo tevlîkirina Kurdan di nav hikûmeta Sûriyê de û vegerandina navçeyên Kurdî li jêr kontrola rejîmê, tevî ku heta niha Amerîka razî nebûye li ser vegera hêzên rejîmê li navçeyê, ji ber tirsa derbasbûna milîsên Îranê û Hizbullah û dixwaze ku navçe bikeve di bin kontrola hêzên Rûsî de, û bi dîtina ku di navbera Îsraîl, Rûsiya û Amerîka de, rêkevtinek li ser rewşa ewlehî û leşkerî ya Sûriyê heye, bi taybetî piştî hevdîtina Serokwezîrê Îsraîlê “Naftali Bennett” û Serokê Rûsyayê “Vladîmîr Pûtîn” di 22ê Cotmehê de li bajarê Soçî yê Rûsyayê, tevî ku li meha September/Îlona borî, Wezîrê Derve yê Rûsyayê “Sergey Lavrov”, di kongireyeke rojnamevanî de ligel Wezîrê Derve yê Îsraîlî, “Yair Lapid”, tekez kiribû ku Rûsiya bikaranîna xaka Sûriyê li dijî Îsraîl û dewletên din red dike, û gotibû: “Em li dijî vê yekê ne ku Sûriya bibe qada şer li dijî welatên din”.

Bi vî awayî îro, ku bêhtir zelal dibe ku doseya Sûriyê bi carekî ketiye di destê Rûsyayê de, wekî hemû dizanin ku Rûsiya dixwaze tevaya Sûriyê careke din bikeve di bin kontrola rêjîmê de, û hevdîtina wê digel aliyên Kurdî û hin aliyên Sûrî yên din dikeve di heman çarçoveyê de, tevî ku heta niha Rûsiya ji bo mafê gelê Kurd tiştek pêkêş nekiriye, lê wekî propaganda ku di hemû hevdîtinên vê dawiyê li Amerîka û Rûsiya, bi awayekî balkêş mafên Kurd û Kiristiyan û Elewiyan yek ji rojeva wan hevdîtinan e, lê heta niha ji aliyê rejîmê ji bo çareserkirina pirsa Kurdî ji bilî hin mafên şaredarî tiştek din nehatine qebûlkirin.

Helwesta Rûsiya heta niha zelal nîne, ku bitenê dixwaze rejîmê vegere bi hemû saziyên xwe li navçeyên Kurdî bi rêya lihevhatin û diyalogê, ji bo vê yekê daxwaza pêkanîna şandeke Kurdî hevbeş kiriye û çendîn car ji aliyê rayedarên Rûsan behsa renge otonomiyek ji Kurdan hatiye kirin û di reşnivîsa destûra Sûrî de ya ji aliyê Rûsiya ve hatiye nivîsandin, tê de behsa otonomiyê ji bo Kurdan hatiye.

Otonîmiya Rûsan ew jî zelal nîne, û wekî xuya ye ku ew jî rengek ji rengên vajîkirina pirsa netewî ya Kurdî ye, ku îro di nav civaka Kurdî de tirsek mezin heye li ser valakirina pirsa Kurdî
ji naveroka wê ya netewî, nemaze ku li pêş Kurdan çi derfetên zêde nînin, tevî ku îro bi awayekî xuya her wekî di edebiyatên partiyên Kurdî jî de, kêm behsa pirsa Kurdî wekî pirseke netewî dibe, ku wisa tê xuyakirin ku destberdarî ji federasyonê jî hatiye kirin, tevî ku tiştek netewî di edebiyatên hin parityan de nîne.

Rojnameya Agirî hejmar 409 – 07.11.2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîskar Konê Reş pirtûka “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî” li Qamişlo imza kir. Roja duşembê 10.02.2025 Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li bajarê Qamişlo merasîmeke îmzekirina pirtûkê bi navê “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî”, ya nivîskar û helbestvanê kurd Kunî Reş li darxist.
Konê Reş rewşenbîr, nivîskar û helbestvanekî kurd e, di sala 1953an…

Zagros Osman
Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda lêkolînên stratejîk û şêwirmendiyê Abdurrahîm Temel bû mêvanê kenala Rûdaw TV û ji bo pêvajoya nû a di navbira Tirkan û Abdullah Oçalan de Rêberê Partiya Karkirên Kurdistan PKK yê girtî axivî, û diyar kir ku 6 Vîdeoyên Oçalan hene, di destên Dewletê û DEM…

Konê Reş

Rêwiyo!

Kes weke min

Sikak û kolanên

Bajarê min nas nakî;

Ez dizanim

Kîjan meyxane li kû ye

Kîjan çayxane li kû ye û

Kîjan bazarxane li kû ye..

Tariye..

Tariyê bi ronahiyê

Naguherînim

Ez kiryarê ronahiyê…

Xizan Şîlan

her şev

hestên min yên tevzînok

di nalîna stranên keserkûr de

mest dibin

qedera sersem

li nav qermîçokên eniya min

konê xwe vegirtiye

bêşansiya salên kambax

xwe li stûyê şadiyên min

alandiye

ji asîmanên bihara rengîn

xwelî…