Şahê şahiyan, ji «Hedbanê» govendan peya bû!

Eziz Xemcivin

Van çend xêzan ne ji bo şînê,
ne ji bo sersaxiyê dinivîsînim û belav dikim..
Na… na!
Zindîdarên miletê Kurd nemir in!
Min şîna bavê xwe jî, ranegehand û min ne got: Bavê min mirî ye!
Çi kesê ko bandor li derdor û li nifşên li pey xwe kiribe û berê wan dabe rêka Kurd û Kurdistanê, rêka Dewleta netewî, axa pîroz û ala rengîn ez wan tucaran mirî nabînim..

 

Şahê şahiyan, “Selah Resûl” ji zaroktiyê, gêncbûna xwe û heta bi roja wexera dawî dilsozê milet û welatê xwe bû..
Hunermendekî rastgo bû, ne dixwest wek çi kesan be ji bil ko wek Selah Resûl be… Di salên pir aloz de û metirsî hebû, stranên netewî di şahiyan de digotin, tîmeke goga pê bi navê “Selaheddîn damezirand” û her cejna Newrozê zindî divejand..
Selah Resûl ji xwe hez dikir, ji miletê xwe hez dikir, xwedan kesayetî û karîzmeke taybet bû..
Mixabinî ye, ko miletê me û gelek caran ev gotin tête gotin, ha ji zindiyên xwe nîn e, bi taybetî afrêner ew kesên ko jiyana xwe ji rajeya milet û welatê xwe re terxan dikin, bê guhdan in, bê piştgirî ne! Selah Resûl jî yek ji wan hunermendan bû, li navûdengiyê nedigeriya bi qasî ko amanca wî ew bû ko dengê miletê xwe li ser pêlên qîrîna kesera xwe belav bike..

Silav li canê te hunerbazo!

29.10.2021
Ezîz Xemcivîn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…