Mihemed Arif Cizîrî bilbilê çiyayên Botan û Badînan

Keyhan Mihemedînijad

Cizîra Botan yek ji bajarê kevnar ê Bakurê Kurdistanê ye ku di wî bajarî de gelek mîr, egîd û hunermendên navdar hilkevtine.
Bajarek ku malbata Bedirxaniyan şaristaniyeta moderin, netewîbûn û nîştimanperwerî anî tê de. Her di wî bajarê kevnar de, hunermendek navdar ê gelê Kurd hildikeve ku ev jî “Mihemed Arif Cizîrî” yan jî “Cizrawî” bû.
“Mihemed Arif Cizîrî” di sala 1912`an de li bajarê Cizîra Botan hatiye dinê.

 

Mihemmed Arif di demekê de ji dayîk dibe ku hevçax bûye digel şerê cîhanî yê yekê û qirkirin û kuştina bi kom a Ermeniyan ji aliyê Împiratoriya Osmanî ve.
Bavê Mihemed Arif jî bi zorê mîna gelek Kurdan bo şerê cîhanê yê yekê hatiye şandin, êdî ew venegeriyaye û heta niha jî cihê wî hêj nediyar e.
Ew yeka bo Mihemed Arifê piçûk pir nexweş bûye û ew bi sêvîtî mezin dibe.
Mihemed Arif Cizîrî wek tev zarokên Cizîra Botanê, ji bav û kalên xwe, hînê çîroka Memê Alan û serboriyên Mîr Bedirxan û kurên wî bûye.
Mihemed Arif Cizîrî bixwe kesek netewî bû û bi hestên netewî mezin dibe. Piştî têkçûna desthilata Osmaniyan û hatina ser kar a Komara Tirkiyê bi serokayetiya Mistefa Kemal, û destpêkirina serhildana 1925`an bi serokayetiya Şêx Seîd Pîran û piştî midehekê ku ew serhildan jî hate temirandin û îdmakirina serokên wê serhildanê û herwisa girtina bikom a welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Kemalîstan ve, yek ji wan xortan jî ku hate girtin û kevte girtîgeha Diyarbekirê, “Mihemed Arif Cizîrî” bû.
Ew wê demê ku hate girtin tenê 13 sal temen hebû. Wê demê gelek xortên Kurdan li ber çavên Mihemed Arif hatine îdamkirin. Lê bi sedema piçûkbûna wî li sala 1929`an ber efûyê kevt û hate berdan. Ev wê demê xortek 17 salî bû.
Êdî hizrên wî têne guherîn û hisa wî ya neteweperweriyê çend hember zêdetir dibe.
Dema ku ew ji girtîgehê tê berdan çend mehekê kedkariyê dike. Di hemen demê da jî dest bi gotina stranan dike, ew mehta gernasan dike û di heman demê de jî xirabiya kesên xwînmij û sitemkar eşkere dike.
Di wê demê de ku gelek mêrxas û xortên Kurdan ji aliyê hêzên dagîrker ve dihatine azar û îşkencedan, Mihemed Arif dikir bi helbest û dianî ser ziman.
Dayîka Mihemed Arif dengbêjek navdar a Cizîra Botanê bû, ew her ji zarotiyê ve Mihemed Arifê kurê xwe hînê stran û dengbêjiyê dikir.
Mihemed Arif zêdetir li ser şopa diya xwe bû û di dawet û şahiyan de li cem diya xwe stran distriyandin û wî mifahên baş li diya xwe werdigirt.
Ew her zû kevte nav dilê evîndarê xwe û wî kul û derdê civatgeha xwe dianî ziman û her lewma xelkê deverê pir jê hez dikirin.
Jiyana Mihemed Arif Cizîrî wê demê bi sedema givaşên hikûmeta Tirkiyê li ser xelkê û bi taybet li ser wî gelek baş nebû, êdî ew bi neçarî ve li destpêka sala 1930`an berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û li bajarê Zaxo bi cih dibe û li wir dest bi hunermendiyê dike. Wê demê bajarê Duhokê jî yek ji wan bajaran bû ku hunera Kurdî têde zêde geşe dikir. Ew diçe Duhokê û li wî bajarî karê hunerî dike û strana dibêje. Wî hevdem bi gotina stranan kar jî dikir û di dawiyê de wî li bajarê Duhokê xwaringehek vekir. Wî bi roj di xwaringehê de kar dikir û bi şevan jî li cem heval û dostên xwe stran digot.
Wî ji bo pêşxistina çanda Kurdî ya hewce ba dikir, ew gund bi gund digeriya û stran digot, ew her roj hînê peyvên nû yên Kurdî dibû û di nav stranên xwe de wêjeya Kurd zêdetir dewlemend dikir.
Ew di sala 1947`an de, ber bi bajarê Baxdêyê ve diçe û li wir jî di Radiyoya Bexdayê de karê hunerî dike û ew di wir nêzî 350 stranan tomar dike.
Mihemed Arif di radiyoya Bexdayê de, bi Almas Xan, Hesen Zîrek, Tahir Tûfîq, Nesrîn Şêrwan, Îsa Berwarî, Eyşe Şan, Meryem Xan û Elî Merdan re dikeve têkiliyê. Radiyoya Bexdayê qonaxek nû ji jiyana Mihemed Arif bû û navê Mihemed Arifê Cizîrî li tev Kurdistanê belav dibe.
Di nav stranên Mihemed Arif Cizîrî de folklor û gelerî, evîndarî û şerê egîd û mêrxasan, camêrî û dîroka Kurdan tê bihîstin.
Di wê demê de ku zimanê Kurdî ji aliyê dagîrkeran ve hatibû qedexekirin, wî gotinên Kurdî yên resen peyda dikir û ew gotin di tûrêkê xwe de diparast û tovê wê di nav gel de direşand.
Mihemed Arif di sala 1973an de, bi Gulbahar û Îsa Berwarî re diçe Lubnanê û li wir dibe mêvanê Seîd Yûsifî û di konseran de stranan dibêjin.
Mihemed Arif Cizîrî bilbilê çiyayê Botan û Badînan bû. bi saya wî gelek stranên Kurdî ji wundabûnê hatin parastin û gelek Kurdên stranbêj jî dane ser şopa wî.
Dengê Mihemed Arifî ne tenê di Kurdistanê de, belkî di gelek welatên din de jî hatiye bihîstin.
Pêka hin çavkaniyan Mihemed Arif Cizîrî 100an stran û 60 kasêt tomar kirine. Beşek ji straên wî jî ev in: Xezal, Xirabo, Swaro, Pismamo, Yardilo, Ez Xezal im, Bêrîvanê, Befr barî, Babê Fexrê, hesenîko, Çiyayê Şengalê, Koçerê, Gulê Mehromê, Şevên Nîsana, Diyarbekir, Çiyayê Kurdistanê û hwd.
Mihemed Arif Cizîrî di sala 1979an de diçe Hecê. Dema ku ew ji hecê dizivire her dîsan dev ji tembûr û hunera xwe bernade. Ew di van salan de, bi Eyşe Şanê re diçe Duhokê û bi hev re gelek strana tomar dikin. Di 17-12- 1986an li bajarê Duhokê diçe ser dilovanîya Xwedê û wî ji hunera Kurdî malavayî kir û li goristana Şaxkê bi axê hate spartin. Lê nav û dengê wî ti carî nayê jibîrkirin û hertimî di nav dilê evîndarê xwe de ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Dema qeşmer dibin serwer

Tişt tev dibin bê serûber

Dizzek dibin xwedî saman

Dilsoz dimînin bê mefer

Civak hemî windadibê

Tiştên kirêt tev têne der

Xwenda û jîr, kesên dilêr

Dıbın rêwî j,welêt tên der

Çirtik dibin tev pêşîvan

Agir …

Hozanê Girkundê
Li wê taxa ji bîrbûyî peyvên pîr ji nav
Dîwarên wê direvin
Ù giyanê min
Li bin guhê hev dikeve
Li wê sikaka
ku bi hezarên keseran
Di qelîştekê wê de
Ji çongan
diketin û kincên xemgîniyê
Li xwe dikirin
Li wê…

Ehmed Ismaîl ISMAÎL

Wergerandin : Fewaz EBDÊ

(Cih hewşa xaniyekî kevne, dîwarên xênî bi kelpîç û heriyê ne, bandora kevne_salan li ser xuyaniye. Li qorziya hewşê bîrek heye, û di ortê de dareke tiwa yî şax li hev geryayî. Kalemêrek ji kevne_dergehekî textî yê odeke nizm derbas dibe, li qelevîskan li…