Çendî pêdiviya me bi bijîjkên wek Dr. Ciwan Hemê heye

Konê Reş

Piştî ku min navê Dr. Ciwan Hemê ji xelkên Qamişlo û pensberên Efrînê bihîst ku ew wek texrorekî kurd ji Swêdê hatiye û xwe ji rehetkirin û çareseriya birîndarên kurd re ku di şerên Daiş û hêzên tarî de birîndar dibin, vala kiriye..
Min xwest bêtir wî nas bikim.. Erê.. piştî ku min da ser şopa wî, min naskir ku ew ji gunekî ji gundên Beriya Mêrdînê ye, kurê welatparêzekî kurd e, xwendina xwe di bijîjkiyê de, bi pileyeke zor baş standiye û ji çend salan ve jiyana xwe li Swêdê derbas dike..

 

  Belê piştî êrîşên Daiş û hêzên tarî ku malwêranî anîn ser herêmên Kurdan, Dr. Ciwan Hemê, Swêd li pişt xwe hişt û vegeriya nav welatiyên xwe Qamişlo.. ji erkê xwe dît ku, di wiha rewş de li kêleka welatiyên xwe be û birîndarên wan bi zanîbûna xwe derman bike..
  Di encam de, di germbûna şerê Daiş û hevalbendên tirkan de wî rojên zor dijwar derbas kirin; li kêleka şervanên Efrîn, Kobanî û piraniya cihên ku şer li wan li dar bû, amade bû û bi sedan û hezaran operasyon ji birîndaran re çêkirin.. Vajî wî, bi dehan ji bijîjkên me çûn Başûr û Bakurî Kurdistanê û Ewropa.. Ew rûmet û deyaxa Dr. Ciwan Hemê li cem wan nebû ku di nav welatiyên xwe de bimînin û roja îro, gelek bijîjkên xerîb ketine şûna wan de..
Di vê derbarê de, Dr. Ciwan Hemê ew çend bijîjkên Kurd yên pêşeng anîn bîra min: Dr. Ehmed Nafiz Beg Zaza yê ku navê wî tucarî nayê jibîrkirin.. Ew ji bijîjkên pêşî bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de.. Di wî heyamî dûr de Dr. Nafiz xwe li nav xelkê Cizîrê girt û bi hezaran ji xizan û belengazan, ji destê nexweşîyên wek: Sorik, Xwirî, Tîfoîd, Melarya û êşa zirav parastin.. Her roj bi dehan zikqelaştin ji nexweşan re çêdikir, tevî ku zikqelaştin ne ji karê wî yê bijîjkî bû, belê ji neçarî bi wî karî jî radibû.. û destê wî ji welatiyên Cizîrê nebû ku careke din vegere Şamê û di kilînîka xwe de li taxa Ernûs bimîne..
Di pey wî re, du bijîjkên din serê xwe di nav xelkên Cizîrê de bilind kirin, wan jî da ser şopa Dr. Nafiz.. Ew jî ev bûn:  Dr. Qasim Miqdad Cemîl paşa Diyarbekirî (di 13.10.1992an de li Qamişlo çûye ber dilovanîya Xwedê) û Dr. Dara Arif Beg Abbas bû. Van her sê doktoran, tev hêza xwe berdan ser saxlemî û rehetkirina can û bedenên xelkê Cizîrê bi tev nijad û netewên ku tê de dijîn, ji Kurd, Ereb, Ermen û Siryan ve.
Roja îro, ez Dr. Ciwan Hemê wek nimûneyekê ji wan doktoran dibînim.. Ne ku min Dr. Ciwan tenê wk texrorekî bi rûmet û welathez naskir, belê ew di warê mirovahî û mirovheziyê de jî xwedî wijdan û bawerî dît.. Berî salekê di gerimbûna şerê Ermniya û Ezirbêcaniyan de wî ji Ermeniyan xwest ku wek textorekî Kurd here Ermenistanê li kêleka şervanên Ermeniyan bisekine û birîndarên wan derman bike.. Piştî ku Ermeniyan daxwaza wî di nav xwe de giftûgo kirin, spasnameyek gerim jê re şandin..
Hem jî, Dr. Ciwan ne dûrî tore û wêjeyê ye.. Di piraniya çalakiyên rewşenbîrî û wêjeyî de amade dibe û baş bi zimanê Erebî dinivîdîne, bi hêvî me ku wiha jî, bi zimanê kurdî jî binivîsîne.. Her wiha ew bi zimanê Înglîzî û Fransî baş baş zane.. Dawî dibêjim; Çendî pêdiviya me bi bijîjkên wek Dr. Ciwan Hemê heye.. Xwedê kesên wek wî di nav me de pir bike.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…