Min Got û Negot!

Konê Reş

Gelo! Hûn dizanin, her ku kalemêrek an pîrejneke me dimire, pitûkxaneyeke me pê re dişewite..! Û her roj kalemêr û pîrejinên me li ser rêka oxirê ne.. Her roj pirtûkxaneyên me têne şewitandin..! Mixabin! Rêxistinên me, nefikirî ne ku, zargotin me ji ser zardevê wan bidin hev û tomar bikin..! Di nifşê nûhatî de neponijî ne..! Ev nifşê ku di dibistnên erebî de mezin bûne û baş dûrî ziman û zargotina bav û bapîrên xwe ketine.. Eger rast ew rêxistin ji bo avakirina Kurdistanekê dixebitin, Kurdistan bê ziman û zargotina kurdî ne ti Kurdistan e..
*         *          *

 

Sebaretî nivîsandinên min ên ku li dor zîlana Bedirxaniyan digerin, dibêjim; ew nivîs ji bo xort û keçên nûhatî ne.. Ew ên ku dûrî ziman û kultura xwe ketine.. Da ku serwextî ziman, wêje û ferheng xwe bibin û ji nêzîk ve lehengên kultura xwe nas bikin.. Qet ez ne ji bo bilindkirina navê Bedirxaniyan dinivîsim. Bedirxanî û danîna bingehê rewşenbîriya kurdî a nûjen bi hev ve hatine hunandin, wek ku çawa navê Kurdistanê û Barzaniyan bi hev ve hatiye girêdan. Ew berê bilindin.. Bilindbûna wan mîna roka di nav ala Kurdistanê de ye.
*         *          *
Bajaro! Em tev mêvanên te ne, mêvanên xaka te ne.. Em ê tev bar kin, tu yê bimînî zindî.. Kolan û sikakên te dîdevanên wan xelkên ku, di wan re derbasbûne.. Ewên ku dîroka te bi navê wan hatiye girêdan.. Wek Seydayê Cegerxwîn yê ku li ser xaka te kul û xemên me di (Kîme Ez?) de aniye ziman.. Osman Sebrî ji xelkên te (Derdên Me) gotiye.. Mihemed Şêxo, berê xwe daye felekê û strana; “Ey felek bo te dinalim, bo çi nêrgiz çilmisî..?!” ji me re gotiye.. Aramê Dîkran, yê ku li ser zimanê Kurdî “Zimanê Kurdî şêrîn û xweş e”.. gotiye.. Seydayê Namî sirûda; “Pêşkevin em serfirazin miletê Kurdî..” huna ye.. Seîd Yusif; “Qamişlo bajarê evînê” gotiye.. Erê bajaro..! Ez ê çi bêjim û çi nebêjim?! Wek ku bapîrên me gotine: “Nû hatin, kevin xelatin”. Hem jî gotine: “Her geyak li ser koka xwe şîn dibe”. Da ku em dûrî ziman û dîroka xwe nekevin.. Werin, em li koka xwe vegerin û wek ku diyar e, koka me di parastina zimanê me de ye.
*         *          *
Nivîsandina rojên derbasbûyî ne tiştekî hêsan û qola ye.. Dêrana çê û ne çêyên rojên buhirî ye.. Ew rojên ku ji me re bûne dîrok.. Erê dîrok.. Dîrok bi nivîsandinê ye.. Hêza nivîsandinê ji hêza quretî, qal û qultan xurtir e.. Nivîsandin nemir e.. Axaftin bi kêlîka xwe re dimire.. Û ne her nivîsandin cihê xwe di civakê de digire.. Ez heyranê wî mirovî bim yê ku di nivîsandina xwe de rastgo be, ew e yê ku wek nivîsa xwe nemir dimîne.. Ewe yê ku bibe dîrok..
*         *          *
Di van rojan de hay be, şiyar be..! Ji kesî re qala şîn û şadiya xwe meke.. Qala Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran, Mîrê Botan, Soran, Baban û Şêxê Barzan meke..! Qala xewnên xwe ji kesî re meke..! Qala dijîtiya di nav partî û rexistinên kurdên Rojavayî Kurdistanê de meke..?!
*         *          *
Bi Xwedê kin bixwînin, bê çendî zimanê vî kalemêrî xweş e. Berî çend rojan, rastî kalemêrek kone hatim. Min xwest çend pirsan jê bikim, belê berî ku bersivên min bide, wiha ji min re got: “Mamoste! Min gelek teşqele, xap û rîp dîtine.. Mirov bi serpêhatiyên xwe, bi ger û geşta xwe kone dibe.. Nifşê we bi xwendina pirtûkan û boyaxa qelemê kone dibin.. Dinya serê we mizin e, lê dinya dilê we biçûk e..! Dinya dilê mirov çiqasî mezin be, derd û kulên wî hewqasî mezin in.. Erê mamoste! Dema ku kul û xemên mirov gelek bin, xemgîniya wî giran e.. Ka bêje apê xwe, hêza qelema te çend ritil in, çend weqiyan bilind dike?! Ji bo ku ez zanibim giraniya te çend e? Bêje da ku tu derd û kulên apê xwe nas bike.. bêje.. Min, kitek nexwendiye, pit û nîvek xwendinê nizanim.. Lê nexeme ji apê xwe bipirse..”
*         *          *
Bawer bikin, di vê jiyana kurt de, bi tenê bîranîn dimînin.. Xweş e ku di vê jînê de, kar û barê mirov çandina bîranînên çak û rind be, pîş û sazê wî di xizmeta welat û welatiyên wî de be.. Mane Kurdan ji mêj ve gotiye: “Tu çi tovê di xakê de bireşînî tê berê wî tovî hilînî”. Hem jî gotine: “Ga dimire çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne”. Erê, em ê tev li xakê vegerin.. Belê ya giring ku em bîranînên çak û bedew li pey xwe bihêlin.
Mixabin, bûyer û serpêhatiyên me di pirtûkên dibistanan de nînin.. Di nav rûpelên Ansîklopediyayên çerxa bîstan de cih negirtine.. Di nav rojên winda, salên şikestî û erdnîgariya welatê qedexe de dibirijin..!
*         *          *
Hin wek pirên li kêleka çeman avakirî bin! Ji dûr ve xuya dikin. Lê qet şopa mirovan bi wan nakeve..
*         *          *
Carekê min ji demê pirsî: Ev çiyayên bi heybet û saw, asmanê ku Rok û Heyv têde, pey hev dikevin yên kê ne gelo?! Demê li min venegerand.. Serê xwe kir ber xwe de û bi lez û bez derbas bû.. Dem dijminê me ye.. Werim em demê bikin hevalê xwe!

Konê Reş/ Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…