Nivîskar Ferhad Şakilî dîsan hêrişan dibe ser Bedirxaniyan lê nivîskar, siyasetmedar û dîrokzanên me çi dibêjin ??

Dr.Ebdilmecît Şêxo

Nivîskarê nasdar ji Kurdistana azad Hesen Silêvanî kurtegotarek rexneyî bi navnîşana “Çima ev hêrişên hovane li ser Bedirxaniyan??” derbarê zimanê kurdî de di malpera “rojava.net”de di vê mehê de weşandiye.
Rêzdar Hesen Silêvanî dinivîse; mixabin di kongira perwerdeyî de li Hewlêrê di rojên 22-24 gulanê 2007 an de hêrişek dijwar bi rengekî jehrawî û plankirî ser malbeta Bedirxaniyan ji nû ve hate kirin ..”  û ew hîn dinivîse; bi çi mafî wezareta perwerdeya Kurdistanê qebul kiriye ku ew koma nivisînên bi cehrê reşandî li jêr navê zimanê  standarda kurdî û alfabaya standarda kurdî, komel gotar li dijî kurmanciyê û malbeta Bedirxaniyan  werin xwendin ?? Berêz Hesen Silêvanî ji xwendevanên xwe re hin peyvên rêzdar Ferhad Şaklî bi kurtebirî dibelgîne;.”Li nav Kurd e, kes bi qaserî binemala Bedirxaniyan dilsozî bîr û bawer û îdyolokî yê Etaturk ne bû…” Ewan eger çi bi rewalet li dijî Turkiyê bûn, lê belam di rastiyê de nakokiyên wan tenê li ser destlatê bû.
Celadet û Kamîran Bedirxan li hemî jiyanê xwe de hewlî eweyan de da lasayî yî Etaturk bikene we û zorîş le dilewe sersamî kesayetî bîrkirdinewey Etaturk bûn….”
Di rastiyê de, helbestvan û lêkolînerê wêjeya kurdî ne cara yekeem e ku hêrişên ne rewa dibe ser binemala Bedirxaniyan û bi taybetî li dijî mîr Celadet Bedirxan.
Ewî hîn di 27.10.2oo5 an, di hevpeyvînekê, di malpera dimane.com de gotiye;” Ew alfabaya ku Celadet Bedirxan çê kiriye û kurmanc pê dinivîsînin, xebata împiryalîstan e û ji bo perçekirina Kurdistanê ye, lewra jî ew alfabaya jî seqet e, ne zanistî û ne kurdî ye û bi kêrî zaravê kurmancî jî nahêt ..”  Herweha jî ewî goti bû; ku  kes bi qasî malbeta Bedirxaniyan dilzozê raman û îdyolociya Ataturk ne bû, ew malbeta ji dil heyrana kesayetiyî û hizrên wî bû…”
Dr. Haşim Ehmed Zade, zimanzaneke ji Kurdistana Rojhilat e, di bersiveke xwe de ji berêz Ferhad Şakilî re dinivîse; bi baweriya wî (F.Şakilî ) Bedirxanî  casosin împiryalîstan bûn…..”  lê Dr. H.E.Zade  bi vê wateyê jî, nirînên wî pûç dike û dibêje; “Ew  (F.Şakilî) ji  danûstandinên  belgeyî, aqilane û objêktîva akadêmîk dûr in …”
Mebesta min ji vê gotarê ne ew e ku  ez ji xwendevanên rêzdar re peyv û nirînên  Ferhad Şakilî li ser Bedirxaniyan û tîpên latînî çewt derxînim, çimkî di nirîna min de, eger ez, an  hevalekî dîtir niha berevaniya têkoşînên binemala Bedirxaniyan ji bo mafê netewa Kurd bike, yan jî xebatên wan yên ronakbîrî û zimanewanî, yan çapemenî  dîsan di berçavan re derbaz bike, yanê em ji nirxa mîr Bedirxan, Meqdad Medehet Bedirxan, Celadet Bedirxan, Kamîran Bedirxan, kêm dikin, ji ber ku  ta roja îro  pisporên dîroka kurdî, pisporên zimanê kurdî,  pisporên dîroka weşanên kurdî û bê awerte herdem nirxeke  pir buha dane û hîn jî didin  berhem û têkoşînên binemala Bedirxaniyan.
Vêca li vir, ne ez û ne jî bi sedan rewşenbîrên Kurdistanê hîn nikanin bawer bikin ku niha kesek mîna Ferhad Şakilî û hin layingirên wî  berxwe didin ku raperînên netewî û çanda kurdî yên Bedirxaniyan bi nirînên xwe yên navçeperestî û yên pir tirsdar bişewitînin.

Lê pirsgirêka pir alozber ew e; ku hin pisporên zimanewanî û wêje bi navê konfiranseke fermî û di bin sîbera dezgeya perwerdeyî de li Hewlêrê, paytexta Kurdistana azad,  dîroka Bedirxaniyan bi mebest reş bikin.

Ferhad Şakilî mebesta xwe pir zelal kirî ye; ew li dijî alfabaya latînî ye, ewî bê bingeh û şîrovekirinên zanistî li dijî tîpên latînî derdikeve, ne ewî û ne kesekî dîtir ta niha nikanî bû ji xwendevanên Kurdistanê re, an ji zimanzanên  ewropî re mêlag bikirana  ku tîpên latînî ji bo Kurdan, astengiyên zimên çê dikin !! lê li aliyê din pir  zimanzanên kurdî,(zaravê kurmancî ) bi dehan û dehan lêkolînên zanistî terxandine  zimanê kurdî û pêşniyar kirine ku tîpên latînî ji bo zimanê kurdî  baştirîn û rastirîn tîp in .lê tucarî nivîskarekî yan zimanzanekî zimanê kurdî (zaravê kurmancî) negotiye ku danerê tîpên erebî ji bo zimanê kurdî împiryalîst in yan jî, ewanan nokerên regezperestên Ereban ne ..!!!! danûstandinên bi vî rengî  nirxên  alavên zanistiyê  nizim dikin.
Dîsan pêwîst ez vepirsîneke giring bavêjim gorepana hişmendiyê;  ma gelo ji bo çi di vê mawa dawiyê de dijayetiya tîpên latînî -kurmancî, û zaravê kurmancî pir dibe ?
Ma gelo ji bo çi hin kesayetiyên siyasî û karmendên  wezareta  perwerdeyî li Kurdistanê  piştvaniya vê rêbaza çewt û ne zanistî dikin ?
Ma gelo kî ji siyasetmedar, nivîskar, dîrokzan, zimanzan, wêjevan û rojnamevan li Kurdistanê yan li dervayî welêt nizane ku mîr Bedirxan kî ye ?Kî ji van nizane ku mîr Meqdad Bedirxan kî ye ? Kî ji van nizane ku mîr Celadet Bedirxan kî ye ?Kî nizane ku Prof.Kamîran Bedirxan Kî ye? ? Ji bo çi evanan niha bûne noker û casos?
Welatparêziya binemal Bedirxaniyan li seranserî Kurdistanê naskirî ye, hemû siyasetmedar, şoreşvan, nivîskarên Kurdistanê nirxeke buha didin têkoşîn û berhemên  vê binemala netewperest û şoreşger. Ez dixwzim li vir mînakekê tenê ji kesên mîna  kek Ferhad re hûnim zimên; gava Prof.Dr.Kamîran Bedirxan ji Ewrupa diçû  Kurdistana başur, serokê nemir, pêşengê gelê Kurdistanê Mila Mistefa Berzanî pêşwaziya rêzdarê nemir Kamîran Bedirxan dikir û li gor hin çavkaniyên  devkî  dihate gotin, ku serokê nemir çentê  Dr.Kamîran Bedirxan radikir !!!!
Ma gelo eger  kesayetiyek mîna  serok  Berzanî , çentê Dr.K.Bedirxan radike! Yanê  eva  li nik kek Ferhad û yên mîna wî  çi wate ye ??
Dîsan nimûneke din, gava şoreşa Kurdistana Îraqê di sala 1975 an de têk çû, û nelihevî di nav tevgera siyasî û nav tevgera xwendekarên Kurd li Europa dest pê kir,Têkoşer û rêzdar mam Celal Talbanî  û têkoşerê nemir Norî Şawîs li kongira me ya xwendekaran  KSSE li Berlîna Rojava  beşdar bûn.Em mîna endamên komelê di kongirê de amede bûn, me ji nişkava dît ku rêzdarên têkoşer mam Celal Talbanî û  nemir Norî Şawîs rabûn ser xwe û li piya  mîna leşgeran rewestiyan, lê me li pişt xwe temaş kir, me dît ku  nemirên  mîna Prof..Kamîran Bedirxan, Dr. Noredîn Zaza û  Hemreşê Reşo derbazî  hundira kongira me dibin, yekser  em hemû li ser  piyan rawestiyan û me li gel berêzan mam Celal Talbanî û Norî Sawîş didan çepkan  ta ku ewanan  cihên xwe li rex  têkoşer mam çelal Talbanî girtin.
Bê guman kek Ferhad baş zane ku 22.nîsanê cejna rojnamegeriya kurd e, û di vê rojê de li Kurdistana azad jî, li seranserî Kurdistanê û li dervayî welêt wêneya mîrê rojnameya kurdî Miqdad Medeht BEDIRXAN  bi dîwaran ve tête daliqandin. Ma gelo kek Ferhad qet ji hukumeta herêma Kurdistanê ne pirsî, ku ji bo çi ev – nokera-li nik Kurdistaniyan  cihê rêzdariyê ye ?
 Eger em vegerin  ser mijara  zimanê kurdî û tîpên latînî, tu kes nikane ji me tu kesî dîtir qedexe bike ku ewa nirînên xwe  di derbarê zimanê yekgirtî de bipryve an binivîse; lê divê em hemû rêzê li nirînên hev yên zanistî bigrin, divê  kesên mîna rêzdar Ferhad  bi awakî zanistî  pêşniyarên xwe bike û divê ew bi rêzdarî jî li lêkolînên zanistî yên birayên xwe Kurmanaxêv jî temaşe bike, yekgirtina zimanê kurdî, aloziyên zimanê me bi vêbextiyên erzan çareser nabe. Pirsgirêka yekitiya zaravên kurdî ne hêsan e, ji bo  wê xebat û pir lêkolînên zanistî, konfirans û kongirên  kurdistanî pêwîst in .Bi ser vê de jî niha  hukumeta  herêma Kurdistanê û gelê Kurd xerîkî hin pirsên din yên rojan ne, siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên şehreza rewşa Kurdistanê û Îraqê  baş dibînin û ewanan dizanin kînga yekitiya zimanê kurdî dest pê dike.Di vê derbarê de jî    
serokê herêma Kurdistanê kek Mesud Berzanî bi zanistî  û hişmendî gotiye;” NIHA  NE DEMA ZIMANÊ YEKBÛYÎ YE ”
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…