Civîna Astana Sapê vê Tene !

 

Ibrehîm Şitlo

Daxuyaniya dawîn a civîna Astana, diyar dike ku Dewletên li vê Civînê beşdarbûne : Rûsya, Tirkiyê û Iran xwe ji ber Rewşa Welatê Sûriyê Berpirsiyar  dibînin. lê her yek j iwan hersiyan li gora Bercewendî û Armancên xwe Daxuyanîya vê Civînê cih bi cih tîne.
Her sê Dewlet:Rusya, Tirkiye û Iran di Daxuyaniyê de Daxwaz û Armancên xwe bê Şermî dibêjin û ronak dikin :
„ji serwerî û yekparçeyiya Axa Komara Sûriya dilxwaz in, û ku ew li hev dikin ku li dijî her hewlê dabeşkirina Axa Sûriyê an bi hinceta Cenga dijî terorê Herêmek ji Sûriyê veqetînin. »
Her wiha jî di Daxuyaniyê de Nûnerê Hersê Dewletan gotin:

 

„Ewlehî û aramiya demdirêj li herêmê tenê li ser bingeha parastina serwerî û yekparçeyiya xaka Sûriyê dikane were saz kirin ku armanc ew e ku ew Bûyerên ku weke Rastîyek bi Zorê li ser Axa Sûriyê cih bicih bûne ne Fermîne, di nav de yên derbarê xwe-rêveberiyê de bi hinceta şerê terorê, ev Bûyer nayên Qebûl kirin.”
Em JI Di Dîroka Têkoşîna Milletê Kurd baş zanin ku çawa Kurda li Başûr Ala Mafê xwe hildidan, Dagirkerên li Baxdadê bi slogana parastina yekîtiya xaka Iraqê Êrişên Hovane dibirin ser me.
Tenha bi wê tenê jî nedikrin diçûn parsa piştgêriya Civata Erebî û Islamî dikirin û piranuya wan Dewletan bi aliyê qirnkirina Kurd û Kurdistanê dixistin.
Slogana parastina yekîtîye Axa Sûriyê jî bûye Xem ji Erdogan re ji bo xwestekê wî jî ew Xal car din di Daxuyaniyê de bû Biryar. Ev Biryar ji bona Putîn ne xeme ji ber ku li hemberî wê Biryarê Bazarek li gel Tirkiyê û Iranê heye…
Li Civînê jî Rola Milletê Kurd di Cenga dijî Tirorê jî ne anîne serziman û hatiye pûçkirin. Xwîna bist hezar xort û Keçên me jî ne hêjayî  ku weke cenga parastina Sûriyê ji Tiror bêne bi navkirin. Lê, Gotina Tirorê bi Kurdan tê perçîm kirin.
Li gora Dewletên Civînên Astana pêktînin û bi rêve dibin, Kurd ne layiqî beşdarbûnê ne, ne jî weke beşek ji Milletê Sûryê tên naskirin.
Para Milletê Kurd li Sûriyê di Civîn û Kongrên Astana ji Destpêkê de ji Sala 2017 ta Îro tinebû û Îro jî nîne.
Ka Hêzên Kurdan çi dibêjin ? Pîlana wan B çiye ?
Emrîkayê yekbûyî piştî 31 Salan tiliya xwe ji Kabûl kişand û Hêzên Hûkûmeta Kabûl bê pişt hîşt û di nav Leppên Talîban berdan.
Ka gelo, ta kengî wê ew çend sed Çekhilgirtiyên Emrîka li Sûriyê bimînin ?
Îro, sibe…Heftiyek…Heyvekî din ?
Dûr be, nêzîk be wê her biçin, Tirkiyê – tevî Zordariyên wê li dijî Dewlet û Milletên Sûriyê,Îraqê,Libya, Misir…- her Pîlanên xwe li Herêmê chi bicih tîne û Cihan li wan Bûyeran xwe ker û kûr kiriye.
Ji bo Milletê Kurd li Sûriyê Rêya Pîlana yên Hêz û Partiyên Kurdan j ibo vê Rojê re çiye ?
Ibrehîm Şitlo
Kurdish&Islamic stadies association
10.07.2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…