Federasyona komelên Kurdistanî li Almaniya

Konferansa xwe ya duyemîn online li ser bernama Zoom me lidarxist.
Di roja yekşemê de 04.04.2021 Federasyona komelên Kurdistanî li Almaniyayê konferansa xwe ya duyemîn online li ser bernama Zoom lidarxist.
Piştî rêveberiya konferansê bixêrhatina hemû endam, komele û mêvanan kir, xulek bêdengî rawestan li ser giyanê pak yê cangoriyên Kurd û Kurdistanê, digel sirûda niştimanî ( Ey Reqîb ) konferansê destpêkir.
Raporta Federasyonê ji layê berpirsê Federasyonê ve hate xwendin û hat pesenkirin ji layê tevaya endamên konferansê ve, her wisa raporta darayî hate xwendin ji layê berpirsê darayî ve, û hate pejirandin ji layê dêvcûna darayî, û her wisa hat pesendkirin ji layê hemû endamên konferansê.
Hinek guhertinên giring di zagona ( destûr ) Federasyonê de hatin guhertin û hatin pesendkirin  ji layê hemû endamên konferansê ve. Her wisa raporta şêwirdarên Federasyonê hate xwendin.
Piştî pirs û pêşinyaran hemû amadebûyan desteya hilbijartinê dest bi hilbijartinan kirin û rêveberiyeke nû hat hilbijartin ji heft kesan.
Konferansa Federasyonê bi şêweyekî dîmokrasî û yasayî bi rêve çû û bi serkeftin bi dûmahî hat.
Federasyona komelên Kurdistanî li Almaniyayê di 02.06.2018 li bajarê Wolfsburg hatiye damezirandin wek saziyek civaka sivîl, armanca me ya serekî yekrêziya gotar û mala Kurdan ne, xizmeta revenda Kurdistaniyên li diyasporayê û bi taybetî li Almaniyayê di warê kultûr, çand û zimanê Kurdî de, û xweguncandin digel welatên tê de dijîn, û her wisa xizmeta doza Kurdî li herçar parçeyên Kurdistanê, damezirandina pirên peywendiyan di navbera welat û diyasporayê de, û piştevaniya doza Kurdî li seranserê Kurdistanê.
Spas û pêzanîn ji bo hemû komele, endam û rêveberiya Federasyonê, her dem serkeftî bin.
Bijî Kurd û Kurdistan

Federasyona komelên Kurdistanî li Almaniya
Kurdischer Rat in Deutschland e. V.
05.04.2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Ev pênc salin ku Berzanê Dilovan miriye. Ji wî çaxî ve û gora wî bûye weke deriyekî bilez hatibe girtin, deriyekî bêdeng. Her ku Alanê Sofî Silo di ber re diçû, hest dikir ku Berzan bi kaba tiliya xwe ya nîşandekê li wî deppî dixe, weke ku li bîrdanka wî…

Sersaxî

Me bi xemgînî koça dawî ya nivîskar û navdarê Kurd Mihemed Emîn Bozarsalan di jiyê 91 saliya xwe de bihîst, bi vê helkefta xemgîn, li ser navê Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê, bi dilsozî û xemgînî, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî malbat, dostên wî, pertûkxane û çanda kurdî dike.

Mihemed Emîn Bozaraslan (15.09.1934- 09.02.2026),
nivîskar, zimanzan,…

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…