Daxuyaniya dawiyê ya konferansê Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya

Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, li roja şemiyê 3/4/2021, yekemîn konferansê xwe li ser tora Online, ji ber ku nikarî rûbirû lidar bixe ji ber rewşa tenduristiyê ya tirsnak li cîhanê ji encama belavbûna bela Korona, ku bi giranî ziyan gehandiye gelek welatên cîhanê, û hin bendên tund li her kesî hatine standin.
Şerê felaketî yê ku rejîmê li ser miletê Sûrî bi giştî û gelê Kurd bi taybetî sepand, û paşî encamên trajîk yên li pey wê, tevî ku herêmên kurdî rastî çend êrîşên terorîstî û dagîrkirina herêmî hatin, ku bûn sedemên koçbarkirina bi mîlyonên sûriyan, di nav wan de bi sedhezaran mirovên Kurd, ku welatê xwe çolkirin û penaberî welatên Ewropa bûn, ji wan bi dehan kesên nivîskar û rojnamevan, ji ber vê yekê Yekîtiya Nivîskaran xwest ku nûnerayetiyekê ji bo nivîskaran li welatê diyasporayê ava bike, bona rêxistinkirina kar û xebata nivîskaran li gorî îmkanên heyî ji bo pêşkêşkirina xizmetkariyên rewşenbîrî û zimanî, her wisa nivîskaran xwest ku konferansê xwe lidar bixin ji bo timamkirina karûbarên duyemîn kongirê Yekîtiyê yê şeş salan dereng ket ji ber amadenebûna piraniya endamên wê yên li welatên Ewropî.
Konferans bi bixêrhatina beşdaran û sirûda netewî ya Kurdî destpê kir, û her wisa amaje bi girîngiya lidarxistina konferans hate kirin, ji bo bidawîkirina xebata karê sendîkayî yê Yekîtiyê.

Pişt re komîteyek  rêveber hate hilbijartin, û tevî astengiyên kar li ser torê Online bi wê dema dirêj, lê belê Nivîskaran karê xwe berdewam kir, û hemû beşdarên Konferans wekî endamên nûneratiyê hatin pejirandin, û biryar hate standin bi pejirandina xala taybet bi nûnerayetiyê di pêrewa navxweyî de.

Herwiha çend peyam û nameyên pîrozbahiyê ji bo pîrozkirina konferans ji aliyê hin hêzên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û kesayetiyên akademîsyen yên navdar hatin, ku di dawiya vê daxuyaniyê de ne.

Endaman bi berpirsiyariyek mezin û bi xwîşk û birayetî bendên di rojevê de gengeşe kirin, û endamên Nivîsîngeha nûneratiyê wekî saziyek berpirsiyar hate hilbijartin ji bo rêvebirina karê rêxistinî û rêveberiyê di dema pêş de.

Peyamên pîrozbahiyê:
– Partiya Demokrata Kurdistanê – Iraq (liqa 6)
– Partiya Demokrata Kurdistana Iranê / Şalyar Neqşbendî berpirsiyarê PDKÎ li Almanya
– Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S)   – Latîf Ozdemir serokê HAK-PAR
– Ibrahîm Yosif – Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê.
– Profesor Knyaz Îrbrahîm Mirzayof, Serokê Konfederasyona Kurdên Sovyet û Kazakistan
– Hejar Şamil serokê Enstîtuya Kurdî ya li Rûsyayê
– Jiyan Ahmed, serokê Komela Dostayetiya Kurd û Alman
– Omar Koçerî, serokê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistan- Sûriyê
– Komeleya Kurdên Misrê / Akram Xelîl
– Şengo Nûredîn Zaza, kurê nemir Dr. Nûreddîn Zaza
– Hamed Gohary lêkolîner û dîrokzan ji Rojhilatê Kurdistan.
– Dr. Xalid Husên, rexnevan û akademîsyenek Kurd, Tirbesipî
– Înayt Dîko nivîskar û rojnamevan, Efrînê
– Abdullah Jundi nivîskar û zimanzan ji Başûrê Kurdistan.

2021/04/05
Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…