Mirov ji dayîk dibin, dijîn û dimirin… Hemî mîna hev, di van her sê pileyan re derbas dibin: Bûyîn, Jiyan û Mirin. Ev jî dadmendiyeke hêja ye, loranî kesek ta ebed najît. Dibêjin, ku (şehîd) namirin, ev jî rast e, lê ewan jîna xwe paş mirina leşî, bi şêweyekî, ku bo me nenas û nedîd e, li ba Xwedê digudînin. Ew jîn çawa ye, em nizanin û kî şehîd e, ji Xwedê pê ve kes nizane… Her wekî dibêjin, ku di dema jiyana Muhemmed, şandiyê Xwedê -Selewat û silav lê bin-, deh kes ji pêkev û rêheval ên wî bi bihiştê hatibûn mizgînkirin, ew ji ber bawermendî, Xwedawendî, dêm û ragirtin û bersivdêriya wan di rêya Xwedê de… Lê çûyîna bihiştê jî ne destxistineke asan e, bo vê yekê divê mirov gelek zorê bide xwe, ku jîneke paqij biborîne û mîna mirovekî paqij bijî û bit naskirin, lew ra Zerdeşt (Zerdûşt) gotibû: “Pak bihizire, pak bipeyive û pak kar bike.”
Rojekê ji roj ên Xwedê, ew giha qeraxê çemekî piçûk, ku di newalekî tijî dar ên biyê û sicê re, ber bi xwarê ve, di ser zinarin tîştîşî re av dixumxumî… Xumxuma avê, wîçwîça çûkan, wirçwirça beqan û vingvinga mêş ên hingiv, ku dihêwirîn qelîşteka bilind di beneke zinarî de, dilê wî yê pîr tijî jîn û viyan kirin… Li siya benê rûnişt û li hawîr xwe bi dilxweşî li wa bihişta piçûk temaşa kir û dît, ku çawa masiyên piçûk xwe ji korteke avê bi jor ve davêjin, xwe li ser rûyê tehtekî bi kevza kesk dizemirînin, bi kosaniyeke “berxwedaneke” bê westan, li hember ava bi hêz, ku bi ser wan ve tê xwarê, hêdîka ber bi jor ve hildidin. Ew evdalê Xwedê li xwe hişyar bû û got: “Gelo! Ev jîn çiqas şirîne?! Hinekî bi rewşa xwe û ya wan masiyên ser tehtê re gêro “mijûl” bû, dawî piyên xwe ber bi jor ve rakirin, xwe li ser kaban avêt xwarê, rûyê xwe ber bi ezmanan kir, çavên xwe damirandin û got:”-Ey Xweda! Tu çiqas zana û jêhatî! Te ev jîn wilo xweşik pêda kirî.” Gava seriyê xwe danî û çavên xwe vekirin dît, ku pêjna “xeyala” mirovekî girbiz li rexê wî yê rastê diyare. Cara yekê ye, tirseke weha mezin dikeve dilê wî. Ew merivê li rex wî rawesta bû ne mîna kesekî din bû, gir û hêzdar, mîna şewqa royê ji dêmê wî dihat, piyên wî kin, lê weke pola dixuyan. Gava merivê nedîd “xerîb” silav da, dengê wî sama dengê ewiran bi ber zinarê ket, hemî tilûr û beqan bê deng bûn û nema xumxuma avê jî dihat guh ên evdalê Xwedê. Bi tirs û bê ku karibe ji ber pertava şewqê li ser çav ên silavdarê xwe binêre silav veda û pirsiya:
-“Ezbenî! Tu kî yî?!.”
-“Ez şahê Mirinê me.”
-“şahê Mirinê ?!..”
Şahê Mirinê bêdeng ma, evdalê Xwedê jî mat ma, hinekî tirsa wî kêm bû, lê bi egera diyarbûna şahê Mirinê ve gêro bû, xwast, ku rabe, lê kab ên wî negirtin, sist bûn, hêz û tab di ling ên wî de neman, carekê hîz ser xwe kir, ku rabe, şahê mirinê destê xwe bi nermî û germî da ser milê wî yê rastê, ku di cihê xwe da bimîne. Êdî xaziya devê zuwa bû û gewriya wî hat girtin û nema dikarî pirseke din bike. Şahê Mirinê bi zarekî “luxetekî” xweş gotê:
“-Ez ji ber qencî û başbûna te fedî dikim, lê wek tu dizanî dayîneke şahê şahan, Xwedayê gewreban li ba te ma ye, ez hatime wê emanetê bibim.”
“-Eşhedû en la îlah e îlellah..Ser seran û ser çavan. Ev rast e… Karê xwe bike, ezbenî.”
Şahê Mirinê hate pêş wî li rûyê wî temaşa kir û got: “-Tibê gotineke te heye?!”
Evdalê Xwedê bihnek kûr kişand û got: “-Dij bi fermana Xwedê tiştekî min tune ye, lê berî niha bi qasekê ez hatim virê, min li hawîr xwe temaşa kir, jîn bi min xweştir bû û viyana dilê min ez dame bin xwe.”
Şahê Mirinê, ku bi rêzgirtin li ber wî rawesta bû, got: “-Heger mirazekî te heye bibêje.”
Evdalê Xwedê, paş soliqekê, got: “-Ezbenî! Min kukumekî Xwedê me, teviya van sal ên borî, min hîç mirazekî mezin ne bû û malê dinê li ber çav ên min erzan û heban bû. Eger mirazekî min hebe, ewe ku Xwedê bihêle ez jîna xwe ducarkî bijîm.”
“-Ev hêvî ye an xastek e?”
“-Ev xastek e.”
“-Baş e, tu yê li vir bimînî ta ez ji Xweda yê xwe dipirsim, loranî ev biryar di destê wî de ye.”
“-Dizanim.”
Şahê Mirinê mîna lêdana birûskê vebirîsî û winda bû, ser ji nû ve saz û awaz ên sirûştê hatin guhan, bayekî nerm bi ser rû yê evdalê Xwedê de ji aliyê xarê ve hat û xûdana ser eniya wî sar kir.
Di wê navê de, ew ji cî rabû ser pêyên xwe yên tevizî, ber bi kaniyeke, ku ava wê ji zinarê dixulxulî, çû, çovê xwe da aliyekî û bi herdu lepên xwe ava sar li rûyê kir û pişt re kilaşên xwe jî dan ber avê û weha rawestiya, nema karî bû li tiştekî bihizire, li benda bersiveke xêrê ji ezmanan ve ma.
Ji nişka ve xumxumek bi ezmanan ket û dengê şahê mirinê hat guhên wî: “-Rojbaş.”
“-Rojbaş, ezbenî!“
“-Xwedê ferman da, ku ez te bihêlim, tu jîneke dî bijî, lê li dawiyê tu yê bi xwe werî û xwe bidî dest me, hîngê ez ê emaneta Xwedê ji te bibim.”
“-Mala Xwedê ava… bila… Ez ê bi xwe bêm… Ez ê bi xwe bêm.” Di cîh de ji ber kaniyê bi şûn ve çû, xwe avêt xwarê, eniya xwe da ser zevînê geyayî û şil û got: “-Elhemdullîlah… Subhanellah…Elahû ekber.” û rabû nimêja xwe ya nîvro kir.
……………..
Roj çûn, sal û meh hatin û derbas bûn. Evdalê Xwedê ji nû ve hêztir bû, dêmê wî ciwantir û naztir bû, mîna ewîlekî bi liv û lebat, vir ve û wê ve çû û hat. Gundê xwe, yê ku berî wê demê bi salan hêla bû û jê bi dûr ketibû, hat bîra wî, bi lez û bez vegeriya wî gundî û tev li jîna gundiyan bû. Xelkê, ku bawer ne dikir, ew careke dî vegere mala xwe, ji çav ên xwe bawer ne kirin, gava dîtin ew hatiye, tev hatin silaviya “birayka” wî û li dora wî civiyan, li rewşa wî pirsiyan û li ser wî û li ser vegera wî ya nedîd bikinî “e’cêbî” li xwe diyar kirin. Lê ew çawa dîsa ciwan û jînhez û malxwaz bû ye, nizanîn bi çi teherî, û çima.
Evdalê Xwedê êdî li merivên xwe zor kir, ku ji wî re cil û mal û xwarin û her tiştekî bo jîneke xweşik amade bikin. Dar û berên xwe, yên ku li gundiyan belav kiribûn dîsa ji wan xwastin û li jinebiyekê, ku bîst salan ji wî piçûktir bû, bû xazgêner. Te digot; ev merivekî dî ye û ne ew kukumê, ku dest ji malê dinê kişandibû, mala xwe hêla bû, bûbû reben û rêwend. Lê dîsa jî di dilê wî de tirsek hebû, tirsa mirinê li ba wî hebû. Gava li mala xwe, li kebaniya, ku ji xwe re standiye, temaşa dikir, pişthespekî “suwarekî” reş di ber çav ên wî re bi lez hespê xwe dibezand û bi dest xwe de şûrekî mezin dileqand. Roj bi roj ew merivê karbaş ji qenciyê bi dûr diket, bedkar û gunahkar dibû, bi xelkê re dikete pevçûnan, zor li malbata xwe dikir û zeyta çiraxa wî kêm dibû û ruhniya rû yê wî winda dibû. Êdî Iblîs jî ketibû bin kumê wî, ew bi dav û kemend ên xwe xistibû, carina dizî dikir, carina malê gundiyan bi zorê ji dest wan dibir û carina jî pevçûn dixist nav gundiyan, agirê neyartiyê di nav wan de gurrtir dikir. Gava dibihîst, ku meriyek mirî ye, ew ji gund bi dûr diket, venedigeriya ta ew mirî vedişartin û gava dibihîst, ku nexweşî li warekî heye, wî rê ya xwe bi wir nedixist. Lê ji ber hezkirina malê dinê û gêrobûna wî bi jînê, carina jî mirin tew ji bîr dikir û ji ber mijûlbûna bi mal û jin û pertalan carina ji bîr dikir, ku ew ê rojekê bimire. Gelek sal çûn û ew hîn dijiya, maldar û navdar bû, lê ev car ne bi qencî û başiya xwe, belku bi bedkarî û dêrîna xwe ya h’eram.
Rojekê ji bazareke dûr di ber sinca rezekî re li ser pişta hespê xwe derbas bû, lê ji ber ku ew bi hinek karên xwe yên rojane, ku pir dirav û pertal tê de hebûn, gêro bûbû, tew wî mirin û şahê Mirinê ji bîr kiribû…
Dît, ku li kenarê rê merivekî girbiz li ber korteke dirêj û nû kolayî rawestî ye û bêrek bi dest de ye. Ew giha ba wî, silav da û rawestiya, merivê ku bêr di dest de silava wî veda û seriyê xwe di ber xwe de dusê caran leqand. Ji wî pirs kir: “-Birazî! Ev çi korte tu dikolê?”
“-Ev gora merivekî ye.”
“-Lê bo çi tu seriyê xwe dihejînî?”
“-Lora ku ez nizanim, ev gor têra wî merivî dike an ne.”
Ji hespê xwe peya bû, li rex wî kolerê gir rawestiya û li binê gorê niriya, got: “-Ma ew ê mirî çiqas dirêje?”
“-Ezbenî! Welleh mîna te dirêje.”
“-Baş e! Ez ê dakevim gorê û binêrim.” Merivê bêr di destan de piçekî berken bû û got: “-De bila!”
Evdalê Xwedê, ku mirin ji bîr kiribû, daket gora, ku bihna axa taze jê dihat, xwe li ser axa sar dirêj kir û destên xwe jî li ser sîngê xwe dan hev, te digot ew gor ji wî re hatiye kolan…
Di wê navê de mirin û şahê Mirinê hatin bîra wî, lê heywax! Gelek dereng. Merivê, ku li hafa wî rawestiya bû û siya wî bi ser çav ên evdalê Xwedê de hatibû, bêra xwe bi bin axê xist û bêrek ax bi ser wî de avêt, tirseke mîna lerzîna zevînê bi dilê evdalê Xwedê ket, lê êdî hêza wî jî nema, ku rabe ser xwe an baz bide, bi dengekî nîvbirrî bang kir: “-Birazî, te çima wilo kir?” Di cîh de, ew kesê bêrek ax avêtiye wekî şahê mirinê diyar bû, dîsa bi şewq û pertav bû, evdalê Xwedê nema dikarî çav ên xwe veke û li wî binêre. “-Min bo te ne got tu yê bi xwe werî û xwe bidî destê min? Ma te ji bîra kir?”
“-Erê min ji bîr kir…Min ji bîr kir.”
Şahê Mirinê ew bi ganî bin ax kir, bi dest ên xwe çal kir û li derve li ber kenara rezî hespê evdalê Xwedê, hevsar li pê dixuşî û ji xwe re diçeriya û kesekî ji rêwî yên di wir re derbas dibûn, ne dizanîn ew hesp yê kê ye û ew gora nû hatiye kolan ya kê ye. Gundê wî jî tew nedizanî, evdalê Xwedê bi kî derê ve çû ye û bi rastî ji wan re çûn û hatina wî jî ne giring bû, ew li ba wan bûbû maldarekî zordar, ku mirina wî an windabûna wî servehesî û dilxweşî bû. Roj çûn û hatin û li ser gora wî geya bilind bû û çêroka mirovê ducarkî jiya ye li ser zimanan belav bû.