Gotar

Dîsa Cenjna me hat!

Ibrehîm Şitlo
Newerûz hat, Newrûz çû, ji Sala 1959 de ez bi Newrûzê zanim, 62 Salin ez û Newrûzê bi hev şa dibin, bang dikin, govend dikin, Agir dadidin, li gel Hevalan sond û Peyman didin ku Newrûza werê emê li Kurdistana azad, li Meydana Çar çira Ala Kurdistanê bilind kin, li Sûrê Amedê Agirê Newûzê hêgin kin, li Hewlêrê bi Helperka şênkin û li Efrînê bi Lîliyan geş kin.
Li dawiyê ezê bi gotina Lawê qehremanekî,kurdekî Siwêreka Amedê ku Bavê wî ji ber kurdîtiya wî, ji ber zordariya Osmaniyan li Misirê cîwar bûbû berêz Isam Awnî, Cejna Sala nû wilo ji were pîroz kim:

 

„ ev hezar sale, ku em Bang dikin Kurdistan, qêrîn dikin Kurdistan, hawar dikin Kurdistan, Îro jî em hîn mane,Milltê Kurd her heye, Heftê Milyone wê her bimîne û emê her bikin hawar, emê her gazî kin Kurdistan, emê bangkin sal bi sal  bela hezar sal din jî derbas be emê dîsa bangkin: Kurdistan û emê her bibînin azadiya Kurdistan.
Bi vê Baweriyê Cejna hemû Kurdistaniyan pîroz be.

Ibrehîm Şitlo
Kurdish&Islamic Studies
Almanya,20 Avdara 2021an

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…