Seydayê Keleş oxir bê

M.Qasim (kurê cezîrê)

Cara pêşî ku min dît li mala keça wî (Nisrîn) u zavayê wî endaziyar ( M.osman) libajarê Dêrikê. min dît weku zilamekî hinekî dinav sala re bihûrîye, temenê wî belkî li dora 70 saliye. Min zanî ku biwêje.. suxtê buwêjê mezin Cegerxwîne di xwendin u nivîsa Şi,ir de..
Cara pêşî ku pêre têkilvan bûm ji nêzîk ve, dema me bi hevre gengaşe dikir,di gel birek nivîskarên din , ji bo pêkanîna dezgehekî rewşenbîrî bi navê (navenda Celadet Bedirxan ya rewşenbîrî li Qamişlo). di wê demê de çendek rewşenbîran bi nave xwe daxuyanek derxistin ku ewin kesên ev navend sazkirin.. ji wan kesan Seydayê Keleş bû, navê wî bi Pînosê hate zêdekirin ji ber ku bi derengî hat , hindekî.. (belkî gereke bêjim kesin din jî ji wan yên hevpişkbûn di avakirina Navendê de, belê navê xwe işkere nekin wê demê… Ji wê demê û pêve dostaniyek dinavbera mede şîn bibû .. me pirsa halê hevdû dikir,bi dilxwestin bihevre têkilî dikirin. Dema dîwanê xwe çap krin ji minre diyarî dikirin ( Min gotarek kin li ser nivîsên wî belavkir li hindek malperên internêtê. ji wan malperan (rojava) ,(mudewena maktoob). Hinekî nivîsên wî raber xwendevan u rewşenbîran kir, min dil heye ku bihtir ser nivîsên wî rawestim, ji wan , gotinê bav u kalan, berhemek şêrîne u bi mefa ye jî.. Belkî bihtrîn rewşenbîr dizanin ku seydaê keleş navê wî Mele Hisên e….,yek ji endamê li pêş bû di partiya pêşverû de bi serokatiya mamuste Hemîdê Derwêş. Belê jê cuda bû gel çend hevalên xwe bi gomana serrastkirina karê xwe li gora wan didît,navê partiyaxwe hiştin: ( parta kurdî ya demukrat u pêşverû). Him çend dîwanê şi,ir jî çapkirin, gel hindek pirtûkê din jî… Jîna xwe boş berneda, hemî dagirtibû bi kar u xebata siyasî u rewşenbîrî u civakî…li gora ku jê hat.. Silav u rehmet î li giyanê wî yê pak bin, bihuştê jêre dixwazin. 
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed…

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî…

EBDILBAQȊ ELȊ

 

Bi dehȇn salan e, ku kurdȇn li Sȗriya di bin rejîmên li pey hev de, nemaze rejîma Bees, rastî kampanyayȇn şer ȗ zordestiya sîstematîk hatine ku ji înkarkirin û dûrxistinê bigire heta șerȇ siyasî ȗ aborî, jilewra damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de, bȗ…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu…