Qêrîna Barzan (Hawarî Barzan)

Cankurd

Yek ji giringtirîn û diristtirîn berhemên lêkolînî, û bi şêweya „Hevpeyvînan“ bi zimanê Kurdî di van salên dawî de ruhnî dîtine, ev pirtûka dostê hêja Bûbê Eser e, ku bi salan tê de xebitiye, da rastiyên qirkirina Enfalkiriyên Barzan ji cîhanê re derxîne ber çavan. Bi rastî ev xebateke gelek pêwîst bû, ji ber ku pir serpêhatî di dîroka gelê me de çê bûn, wek ya geliyê Zîlanê, lê ta niha lêkolîneke mirov pê piştrast be di destê me de nîne, tevî ku ew jî bizaveke tunekirina gelê me bû.

Ta niha pirtûkeke mîna vê li ser koçberkirina Kurdên Sovyêtistanê jî neketiye destê me, û ji ber vê yekê, mirov ji xwe dipirse, gelo çima em Kurd bûyerên rojane, ku pir caran xwînî û dilêş in jî, bi şêweyekî şaxnas û pispor li qelem nadin? Da pişt û nijdên li pey me tên bizanin çi bi serê bav û bavpîrên wan hatibû. Gelên Ermenî û Cihoyî di vî warî de jêhatî ne û xebatên mezin kirine, hema em Kurd pir li paş mane.

Pirtûka kekê hêja Bubê Eser bi bergên reş e, reş rengê xemgîniyê û êşanê ye, li ser bergê pêşîn wêneyekî darbaziyên Enfalkiriyên Kurd heye û li ser bergê paşîn wêne yê dayîkeka şehîdan heye û di bin de hatiye nivîsandin, ku li devera Barzan di navbera 1984 û 1992 çi zarok ji dayîk ne bûne, ji ber ku av û ba û jiyana mirovan tev hatibû jehirkirin.
Pirtûka ku diho ji min re mîna diyariyekê ji aliyê nivîskar ve hat, ji 322 rûpelan e, çapa wê ya yekê ji aliyê weşanxane ya DOZ ve di Berfanbara 2020ê de li Istanbolê hatiye çapkirin û di bin jimareya fermî de (ISBN: 978-605-4765-36-2) tê dîtin. Qelemdarê (edîtorê) berhemê Köroglu Karaaslan e, lê serrastkirê nivîsan Qahir Bateyî ye, û hinde hêjayan harîkarî bo nivîskarê pirtûkê kirine. Pirtûk bi du şêwe yên tîpan hatiye lêkirin: Kurdî ya klasîkî û ya nûjen. Nivîskar di rûpelê serekîn de diyar kiriye, ku pirtûka wî (Hevpeyvîn in li gel Kes û karên Enfaliyan in), bi wate ya ku ev karekî ji rastîniya jiyana Kurdên devera Barzanî ye, ne pêjinî û ne jî roman û çêrok e.
Di pirtûkê de sergotineke weşanxane ya DOZ heye, kurtenivîsek li ser jiyan û berhem ên nivîskarê jîr û jêhatî heye, sergotina nivîskar bi xwe jî heye, li gel şirovekirina (Enfal û Jenosîd) gotarek heye, da mirov baş têbigihîne, çi bi seriyê wan kesan hatibû, ew ên ku di pirtûkê de hevpeyvîn li gel wan hatine kirin.
Li dawiya çavpêketinan gelek belge yên wa qirkirina hovbaz û wêne yên çalkirina bi hezaran pakrewanan mîna dokumenteke dîrokî, ya ku kesek nikane bincil bike, hatîne bi cîh kirin, da neviyên me û teviya cîhanê bizane çi bi serê devera Barzan hatibû, di dema hozvbazê bê wekanî de Seddam Husên.
Bi rastî keda kak Bubê Eser wilo giranbiha ye, ku pêwîst e, her Kurdek vê pirtûkê, mîna romana wî ya hêja (Gardiyan), ku li ser zindana Amedê nivîsandibû, bixwîne û di nav pirtûk ên mala xwe de bi cîh bike.
Dest û çavên te bimînin sax, keko, bo xebatin dî jî, ku li benda zelalkirinê mane, mîna serpêhatiya geliyê Zîlanê û bi darvekirina bêtir ji 400 Kurdên serhildêr, paş şorişa Şeyx Seîdê nemir.
Silavek ji dil
24.02.2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…