Mûşekên beredayî

 

Kerîm Perwezî

Di roja cîhanî a Hezkirinê de ku evîndaran gul pêşkêşê yektir dikirin, hêzên terorîstî yên ser bi Spaha Quds a Komara Îslamî, Hewlêr û balafirxane û çend taxeke wî bajarî bi mûşekan kirin bi armanc.

Rakêtên teqiyayî yên hêzên ser bi Spaha Quds, kuştina kesekê û birîndarbûna çend kesekê li pey xwe anî û ziyaneke kêm jî gihande balafirxane û çend cihên Hewlêrê, lê ya ku ji ziyana maddî û canî zêdetir bû, eva ye ku ewlehî û asayişa paytexta Herêma Kurdistanê kir bi armanc û nigeraniyek di nav xelkê de çê kir.

Belkî pêka edebiyata daxuyaniya wê girûpa ku teqîna mûşekan girte stuyê xwe, armanca wan huşdarîdan bi Amerîka û desthilata Herêma Kurdistanê be û wisa bide xuya ku Amerîka û hikûmeta Herêmê kirine armanc û dixawzin teslîmê daxwazên terorîstan bin, lê kiryarên wiha yên girûpên ser bi Komara Îslamî, qet aliyê hember neku netirsandiye, belkî bûye sedemek ku bertekên rêkxiravtir û tundtir li pey xwe bîne û destûpêyê rejîmê pê girêbide.
Ew rakêtane ku terorîstan bi maşîneke destkarîkirî li xwarê Hewlêrê ber bi paytexa Herêmê ve teqandin, renge ji warê armanca leşkerî ve hewil dabin gelek serastî cihê wê pêka lêkolînên hûr bikin bi armanc, lê di siyasetên xwe de gelek bi hûrî bo wê neçûbûn û bêserûberiya wan wisa kir ku renge serê fermandeyên wan bide ba.

Kiryara terorîstî ya roja 14`ê “February”, ji teqîna terorîstî ya 1`ê “February”ê ya çendîn sal berî niha ya bajarê Hewlêrê diçû, herçiqas mixabin canê çendîn kesan dike qurbanî, lê qet negihaye bi armanca xwe ku xwastibe aliyê qurbanî bitirsîne û teslîmê daxawzê terorîstan bike.

Di dema niha de Komara Îslamî ew rakêtane bo ceribandina îradeya îdareya “Biden” û çavtirsandina hikûmeta Herêmê teqandin, lê wekî piraniya lêkolînên din ên rejîmê, ew kiryarane zêdetir cîhanê tîne ser wê baweriyê ku nabe rê bi terorîzma Îslamî ya Tehranê û barimtegîriya wê rejîmê bidin.

Herwek hewla terorîstiya Esedullah Esediyê wan li Alman û Biljîkê, bi tewawî bi ziyana rejîmê şikestiye, kiryara terorîstî ya şeva 14`ê “February”ê li bajarê Hewlêrê, ne destkevta wê bo rejîma Komara Îslamî nabe, belkî hem Amerîka li ser piştevanîkirin bi Herêma Kurdistan pêdagirtir dike û hem jî rohntir bi hemû aliyekê îsbat dike ku dujminê sereke yê hemû gelên deverê û nemaze dujminê rasteqîne yê Kurd û Kurdistan, rejîma Komara Îslamî ya Îranê ye.

Ew rejîme çavkaniya fitne û terorîzim li deverê û cîhanê ye û bo gihîştin bi aştî, dibe dawî bi çavkaniya wan rakêtên beredayî bê, ku her roj ji qiraxekê ve ber bi qiraxeke din a deverê ve têne teqandin. Kurdistan dimîne û Komara Îslamî diçe nav zibldana dîrokê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…