Sitêrek ji asîmanê Helbesta kurdî rijiya

 Luqman Silêman
Hevind@nefel.com

Bêgoman çi tiştê ku dest pêk jêre hebê wê dawî jî jêre hebê ji lewma jî wek go insan tê jiyanê wê ji jiyanê jî barbikê lê tiştê balkêş ewe ku mirov li ser bi sekinê di jiyana wî kesî de? Ka gelo ev mirovê ji nav me bar kir çi bi şûn xwe de hişt yan çi di jiyana xwe de pêş kêşî miletê xwe kir, ev ya giringe û ya ku mirov li ser wê bi sekinê.

Bi rsatî min Seydayê Keleş ji demakî ne dirêj ve naskir û ez di karim bêjim ku min di vê dema ne di rêj de di karîbû ez wî nas bikim wek mirovekî dil êşê pirsa kurdî û nexasim zimanê kurdî, ji lewma bi wê xitiyariya wî ve mirov jêre bi gote Seyda çar xortê kurd li bajarê Hesekê hene û di xwazin tu wa fêrî zimanê kurdî bikê, wê Seydayê me berê xwe bi da bajarê Hesekê bê dilekî xilo pilo na bûn westa bûn bir çîbûn li cem Seyda nebû.
 Raste Seydayê Keleş di nav sala de çûbû lê dilê wî yê xortabû ji aliyê kar û xebatê ve di ber gelê xwe de tucarî min nedî Seyda xwe ji ber kar û xebatê da alî û ne di go: ez westiya me yan ez ne xweşim, û va xortê can sivik hene ber bi kar rabin, dema  ku ew li ser textê koçbar kirnê bû ez çûme ser dana wî Seyda di go ez ne ne xweşim û tu derê min na êşin lê ji min re gotine xwe çend roja rehet bike, ezê sê çar roja li mal bi mînim û ezê der  kevim ji ber ku di dilê wî de hebû ku ew rabê wek carikê cara li nava kolnê bajarê Qamişlo kar û xebatê bikê lê mixabin ji yanê nema rê dayê û bi koç barkirina Seydayê Keleş sitêrek ji asîmanê helbesta kurdî bar kir.
Birastî Seydayê Keleş yek ji wan kesê go tiştê jê hat da miletê xwe û tiştek bi şûnde neda.
Min û Seyda yê Keleş salekî bi hevre kar kir di komîta fêrbûna zimanê kurdî de û min dî çawe helbestvanê kal di xwazê xebatê di ber ziman û tore û çîrok û çvanok û hebesta kurdî de bikê.
Mirovek wek Seydayê Keleş di xortaniya xwe de da û di kaliya xwe de jî da û bawerim Seyda dih dowaz de pirtûk dane pirtûk xana kurdî û bi sedê korsê ziman vekir ne ji xort û keçê kurd re, Seyda wek helbestvan di jiyana xwe de pir zehmetî kişand wek Seydayê Cegerxwîn û Seyda yê Tîrêj û Mele Hsen Hişiya û yên berî xwe û li gelek gund û bajarê kurda jî gera, mebesta wî ew bû ku zimanê kurdî pêşde herê û nifşê nû ji xort û keça fêrî zimanê xwe bi bin.
Herdem Seyda di go heger dil hebê wê hertişt hebê, ji lewma temenê Seyda gihabû heftê û heft sala lê dilê wî hîn wek yê xortê çar de salîbû.
Mixabin wek go Seyda da miletê xwe miletê wî neda wî ne di ne xweşiya wî de û ne di koç bar kirina wî de çi li ber mala wî û çi ji mizgeftê ta bi ser goristanê. birastî yekê weka Seydayê Keleş  gerek bo bi hezara ji miletê kurd bi giyanê wî re meşîban ta bi ser gora wî.!?

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…

FEWAZ EBDÊ

Evîna me ya kevne-nû

Gelek xewnên xweş û şêrîn

bi xwe re anîn

Xewna pêşî

li Qamişlokê pişkuvî

ji xewa li ser ban û

<p...

Hozan Yûsiv

Her sal di 22ê Nîsanê de, gelê Kurd salvegera destpêkirina xebata rojnamegeriya xwe ya neteweyî bi bîr dihîne. Ew rojnameya ku di sala 1898an de li Qahîreyê bi destê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bi navê “Kurdistan” hate weşandin. Ew weşan ne tenê çalakiyeke medyayî ya asayî bû, lê belê jidayîkbûna…