Bîranînên kul û Qul.

M. Emîn Sadûn

Serdema zêrîn a Peymangeha Bedirxan  a Zimanê kurdî, me biryar da û me xwest em bergehê kar û çalakiyên xwe firehtir bikin û bi vê gavê re, me di tenişta zimanê kurdî de, xolên fêrkirina çend zimanên dî vekirin û di nava wan zimanan de,  me xola fêrkirina zimanê Elmanî jî destnîşan kir.
Pişt re, me dît ku xwendekarên zimanê Elmanî ji yên zimanê kurdî bêhtir bûn û xwestek jî li ser zimanê Elmanî zêdetir bû û hezkerên zimanê Elmanî pirtir bûn.

Me pirsî gelo ev çi ye û ji çi yekê  tê???
Ji me re bersiv dan û hat gotin: ku Nan bi zimanê kurdî ve nayê.
Mixabin, ev çand di civaka me de belav bû û xwedîderketina li zimanê kurdî ber bayê ket û kesên xwe binav dikirin ku ew xwediyê pirojeyê netewî ne, zimanê kurdî ku wek nasnameya netewî tê naskirin paşguh kirin û lê xwedî jî derneketin.
Ziman li meydanê ma bi tenê û bi tena xwe li ber xwe da û xweragirt.
Tenê resenî û kûrbûna rayên wî di kûrahiya dîrokê de jêre bûn palpişt û alîkar.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Comerd Hemdoş

​Ji dema ragihandina peymana 10ê Adarê di navbera Serok Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de, diyar dibe ku ev peyman hîn girêdayî hevsengiyên hêza leşkerî û ewlehiyê ye, bêtir ku girêdayî nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî be. Ev peyman, têgihiştinên…

Hişmend Şêxo

“Nerînek di derbarê rewşa Sûrî de”

Di sala 2011an de qeyrana Sûrî destpêkir û ji wê demê de ji ber zihniyeta rêjîmê û nepejirandina wê ji daxwazên hemû pêkhateyên gelê sûrî re di gorankarî û çaksaziyê de û li şûn sivikirina êş û azara welatiyan û dayîna azadiyên giştî…

Mislim Şêx Hesen

Bi berfirehkirina çarçoveya lêkolînên li ser dîroka Ala Kurdî, dikare were gotin ku ev sembola neteweyî di kêliyekê de derneketiye holê, lê belê di pêvajoyeke dîrokî ya dirêj de ku bi pêşketina hestên neteweyî ya Kurdî û guhartinên siyasî yên li herêmê ve girêdayî ye, form girtiye.

Lêkolînên…

Gulistan Resûl

Ala kurdî ala meye

ew tim navnîşana meye

keske sore sipî pêre

Rojeka zer dinîvde mohre

Tirêjin wê bîst u yekin

dîroka Newrozê dikin

Ala me alek hêjaye

di dîrokê de deng daye

rengê ala me şêrîne

mixabin dinav alan de…