Çend zengil

 
Brahîm Mehmûd

Min ji  asîmanê welatê xwe re got:
Asîmano ji vî welatî barke
Çiko steyrikên te li ber bayekî bakur têne berdan
Te daxistin bazarek navdewletî  ya reş
Te kor kirin kor kor
Xwe li ber çavên min hejand
Û destên xweyî steyrikvanî li ser dilê min bir û got:

Ey hêjayê welat
Çawa ez ê ji vir barkim
Û hîna du evîndar pirtûka evîna dilên xwe
Li ber ronahiya min dineqişînin?

Min ji çiyayên welatê xwe re got:
Çiyayîno ji  ser xaka vî welatî barkin
Hûn hemî hatine qelaştin
Hûn ji şînkaya xwe hatine talan kirin
Hûn hemî hatin veperixandin
Hûn dûrî bilindahiya xwe kirin
Xwe bi ser min de noq kirin, û gotin:
Ey hezkirê welatê xwe
Em ê çawa ji vir barkin
Û hîna helbestvanete heye ku me dilorîne di giyanê xwe de
Daku me di helbestên xwe de haş bike?

Min ji baxên welatên xwe re got:
Ji vî welatî barkin
Dildarên baxan, daran, ji vî welatî koç kirine
Berê xwe bidin welatekî bi daran, baxan û bi şînkayê sûnd dixwe
Li dor min civiyan û hilmek mestkirî bi ser min de barandin û gotin:
Ey evîndarê daran, baxan, û şînkayê
Çawa em ê ji vî welatî barkin
Û hîna dayikên nûhatî xwe li me digrin
Daku biçûkên xwe bi rengên me gedî bikin

Min ji balindan re got:
Ji vî welatî barkin
Berê xwe bidin asîmanekî dilê xwe ji we re vekê
Çiko ew ê ku kuhdarî we bike nemaye, hûn ji kêre distirên
Xwe li min girtin, û baskên xwe li ser xeyalê min re birin û gotin:
Ey dengbêjê jiyanê çawa em ê ji vî welatî barkin
Û hîna hinermendek heye ku me bi awazê tabloya xwe hembêz dike?

Min ji kanî, û robarên welatê xwe re got:
Kanîno, robarno, ji vî welatî barkin
Xwe li herêmeke hezkirê avên bi giyan bigrin
Berî ku hûn bêne qirkirin
Çiko ew ê ku li ser destên we temenê xwe bibişkivîne nemaye
Kanî û robaran min ramûsandin yek bi yek , û gotin:
Ey sazkarê mirovan
Em ê çilo xwe ji vî welatî bişon
Û hîna zarokên wî xwe bi me dibînin
Û li ser xweşiya herikandina me di xwe re dicin?   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê/ 17, ku ji roja 9ê Nîsana 2025, destpê kiriye û ta roja 19ê berdewam e. Ev pêşangeha di bin durişma “Cîhan Bi Kurdî Xeber Dide” hatiye lidar ketin. Sebaretî min, pêwîst bû ku ez di roja 13 vê Nîsanê de,…

Li kurdistana Başûrêrojava gelek bûyer û pêşhateyên siyasî diqewmin, ku bandora xwe raste rast li ser bizava netewiya Kurdistana Başûr heye.

Li kurdistana Başûrêrojava tenê ENKS û PYD- YPG nînin, ji derveyî wan gelek rêxistin û partiyên siyasî yên tekoşer û xudan dîrok û ezmûn jî hene, ku pêwist û giringe, em…

Tengezar Marînî

Hermeneutîk û post-hermeneutîk du têgehên bingehîn in di felsefe û zanistên mirovî de, ku bi têgehiştin û şîrovekirina heyber, wate û diyardeyên çandî ve girêdayî ne. Li vir taybetmendî û cûdahiyên di navbera van her du rêbazan de hene:

Hermeneutîk. Xislet û taybetmendî:

Pênase:

Hermeneutîk…

İSKAN TOLUN Köln:

Niha jî min dest bi xwendina pirtûk a şairê nemir Cegerxwîn kir. Ez bawerim ko ez wê pitûkê baş bişopînim wê nivîsa min e bi zimanê dayîkê gelek bi pêş keve. Pirtûk nûye, tîpguhêztine û wisa xwîya dike ko gramera zimanê kurdî baş bikar anîne. Destê wan sağ be!..

<p...