Şanoya Kurdî wekî hunerekî Rojavayî

Niyan Berzencî

Pêşekî: Hunera şano (Theatre) herçiqas ku hunereke Rojavayî tê dîtinê û li despêka peydabûna hevdem digel meşa modernîzmê di Kurdistanê de ye, lê hewceyî gotinê ye ku şano cuda ji wateya xwe ya îroyî, dikarin îşarê bi hindek karên nimayîşên kevin wek lîstok û gemeyên berê an ku yên dikevine helqeya resma devkî bikin ku li tev deverên Kurdistanê, her yek bi awayekî tê xuya.
Lê di vê gotarê de, armanc ji şanoyê her heman wateya “Theatre” e ku li salên derbasbûyî hêdî hêdî geşe kiriye û çend salan carekê karnavel û festîvalên şano bi rê ve diçin û hevdem çendîn şanokar û şanonamenivîsên bikêrhatî yên me di wî warî de hene.

Dîroka şano: Her wekî me berê bas kir, ew huner wekî yek ji hunerên
welatên Rojavayî, di despêka derketina xwe de li şaristaniyên kevnar ya
Yûnanê û Romayê ve ku xwediyên rewş û şêwazên taybet bi xwe hebûn û
digel guherîna serdem û civakên cuda, wê hunerê jî xwe nû kiriye. Ew
huner li Kurdistanê li sala 1920an des pêkiriye û bi sedema hejmarek ji
xalên bihêz yên siyasî di wan salan de heta sala 1957an dom hebû û
piştre wunda bû. Di wî heyamî de nivîskar û rewşenbîrên Kurd bo nûjen û
modernkirina tev corên girêdayê civakê cehd dikirin û bi rola rojname û
belavokan di wan salan de rengîngtir bû.
Şano li Kurdistanê, wekî
hunerekî nîşandanê, di despêkê de bi navên wekî Tiyatroya Ewropî û
Temsîla Erebî dihate binavkirin. Lê pêka hindek belgeyan ku li helbestên
helbestvanên sedsala 19an yên wekî “Mehwî” ku peyva “Tiyatir” têde xuya
dike, em dikarin bibêjin, wê hunerê di wan salan de xwe bi Kurdan daye
nasandin.
Dinya Tiyatro ye, meweste tiya biro
Kê mayewe, nebûbê Tiyatro
“Mehwî”
Eva
di demekê de ye ku ti helbestvanekî berî “Mehwî”, ti îşareyek pê
nekiriye û bo me derdikeve ku li despêka sedsala 20an, Kurdan jî ew
huner naskiriye.
Herwisa helbestvanên piştî “Mehwî” yên wekî mamosa
“Pîremêrd”, “Zêwer” û … hwd, her bi wan peyvan bas lêkirine; Lê bo cara
yekem, mamosta “Goran” li helbesta “Cilweyê Şano” li dîwana “Firmêsk û
Huner”ê de li sala 1950an bi cihê “Temsîl û Tiyatro û …hwd” û tev peyvên
din yên biyanî, peyva “ŞANO” bikar aniye û piştre hêdî hêdî ew peyve
cihê xwe li zimanê Kurdî de digre.
Binyata peydabûna şano di
Kurdistanê de: Seha netewî Hatina modernîzma Rojavayî Rojname û
rojnamevanî Qahîmbûna pêwendiya Kurdan digel welatên Rojavayî Bajarê
“Stenbol”ê wekî pirek li navbera Kurd û xelkê Rojava, bo piraniya
diyardeyên modern yên wekî şano, rojnamevanî, sînema û …hwd, rolekî
girîng lîstiye.
Rola rojname û kovarên Kurdî yên wê serdemê ku li
“Stenbol”ê çap û belav dibûn, tevî ku kêm nebû belkî zêde jî bû heta li
ser peydabûna yekem şanonameyên Kurdî rol hebûn ku Kurd bona bi
pêşveçûnê han cehd dikir heta ku di dawiyê de şanoya Kurdî hate meydanê.
Yekemîn şanonameya Kurdî
Berî
sala 1919an, ti rengek ji şanoya Kurdî nayê dîtin, ew jî di demekê de
ye ku gelên derdora Kurdan bi taybet Tirk û Ereb, xwediyê berhemên xwe
yên şanoyan bûn û seba wê yekê heta astekî Kurd bi wê janrawa hunerî
hatine nasîn.
Şano bo yekem car ji aliyê “Ebdulrehîm Rehmî Hekarî” ve
li sala 1919an li Bakurê Kurdistanê li jêr navê “Memê Alan” ku
biserhatî û çîrokeke dîrokî ye, hate berhemanînê û li sala 1920an de li
kovara “Jîn” hate çap û belavkirin.
Her wekî me bas kir, “Stenbol”
wekî pirekê di navbera Kurdistan û Ewropayê de bû, lewma piraniya
nivîskar û helbestvanên Kurd yên tev deverên Kurdisanê bona xwendin an
jî bona dinya dîtinê ber bi wî bajarî ve diçûn û cihê dest û tilî û
pênûsa wan di varê rewşenbîrî û pêşketinxwaziya Kurdistanê de hebû.
Di
dîroka wêjeya Kurdî de, em dikarin wekî yekem kesê ku şanonamenivîsî
aniye li nav wêjeya Kurdî, amajê bi navê“Ebdulrehîm Rehmî Hekarî”bikin û
wî pêgeha xwe li sala 1919an de dabîn kir û piştre ji yekem
helbestvanên Kurdan e ku cor û şêwaza helbesan bi awayê nû nivîsandine û
endam û nivîskarê çalak û bikêrhatî yê kovara “Jîn” bû, ku bi giştî em
dikarin bibêjin ku ji nûxwazên Kurd bi taybet li dîroka wêjeya Kurdî de
tê naskirin.
Navbirî bilî zimanê Kurdî çendîn zimanên Ewropî û
herwisa Tirkî û Erebî, Rûsî û Almanî dizanî û ji hindek peyvên wan
zimanan di berhemên xwe de bikar aniye û herwisa em dikarin wî wek yekem
hozanê Kurd ku şarezayê zimanên Ewropiyan bûye wî bi nav bikin. Yekem
rexne li şanoya Kurdî:
Di dawiya sedesala 19 a zayînî, piraniya rewşenbîrên Kurd bo aliyê Stenbolê ve diçûn, yek ji wan mamosta “Pîremêrd” bû.
Çûna
“Pîremêrd” bo “Stenbol”ê wekî xaleke bihêz a mezin di wêjeya Kurdî de
tê naskirin, wî karî baştirîn mifahê ji “Stenbol”ê vergire û xizmeteke
berçav bo wêjeya netewa xwe bike; “Pîremêrd” bi rêya berhem û kovarên
Tirkî ve û berevirdkirana wan digel Kurdan, rê jêre xweş bibû ku bo
geşeya zêdtir a wêjeya Kurdî hewlê bide û herwisa bi mifahvergirtin ji
cih û pêgeha “Stenbol”ê bona bidestveanîna berhemên Ewropî û naskirina
zêdetire wan, rewşeke cuda ya kultûrî û nû jêre afrandibû; Piştre
tevlîbûna wî bi kovarên Kurdî re û naskirin û hevaltîkirina hejmarek zaf
ji şanonamenivîsan û rewşenbîrên Tirk û di bin karlêkeriya kovara
“Serveta Funûn”, karî piştî zivirîn bo Silêmaniyê, dest bi nivîsandina
şanonameyan bike û wê hunerê bi civaka Kurdî re bide nasandin ku hevdem
digel şoreş û serhildana “Şêx Mehmûd” bû; Piştre li 2 rojnameyên Jîn û
Jiyan li bajarê Silêmaniyê ku xwe avakerê wan bû, bas û gotaran li ser
şanoyê binivîse û belav bike.
“Pîremêrd” di despêkê de bi nasandina
hunera şano wekî yek ji hunerên Rojavayî, berî her nivîserekê dinê karî
pencereyekî nû bo xwaziyarên wê vebike û piştre digel rewşenbîrên Kurd
yên Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk, Musil û Bexdayê, digel her yek ji wan
nivîseran û rewşenbîrên wê serdemê yên wekî “Huznê Mukriyanî û Husên
Nazim, rexne ji şanoname û şanogeriya Kurdî bigrin.
Mamosta
“Pîremêrd” bo cara yekem li sala 1927an li rojnameya “Jîn” rexne li ser
şanoya “Nîron” ku ji aliyê girûpa qutabiyên bajarê Silêmaniyê ve hate
nîşandanê girt û piştre rexne li ser şanoya “Serbazê Aza” li bajarê
Silêmaniyê nivîsand, bi vî awayî nivîsandin û rexneya wêjeyî li ser şano
(berê ji aliyê Şêx Nûrî Şêx Salih ve rexneya wêjeyî bi taybet li ser
helbest, hatibû baskirin), tîne meydana wêjeya hevdem a Kurdî. Di
rastiyê de em dikarin bibêjin “Pîremêrd” yekem rexnekarê şanoya Kurdî
ye.
Rojnameya Agirî 388

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…