
û ji layekî din ve, ko cihê riswakirin û şermizarkirinê ye, hejmarek ji endamên YPG xwestine ko di tariya şevê de, û bi dizî, derbasî Başûrî Kurdistanê bibin, û şer bi pêşmergeyên ser sînor re kirine, bi niyaza ko zalgehên pêşmergeyan têxin destên xwe, û di ser re jî gerîllayên PKKê çend caran li navçeyên himberî Bakurî Kurdistanê, êrîşî pêşmergeyan kirine, û di encamê de çend pêşmerge şehîd ketine; bi mebesta agirê şerekî xwîndar bi pêşmergeyên Kurdistanê re vêxin, seqamgîriya herêmê têkbidin, yekrêziyê ji hevbixin, armancên nehezên gelê me, ên ko çavên wan bi herêma Kurdistanê û dam û dezgehên wê ên destûrî bar nabin, bi cih bînin, da ko desttêwerdanê têde bikin, herêmê lawaz bikin, û wan hemû bidestkeftên ko bi xebateke dûr dirêj, û bi xwîna şehîdan bi destketine, ji nav bibin, û ha vaye li ber çavên me hemûya ne, çawa dewletên ko Kurdistan dagîrkirine êrîşên leşkerî dibin ser herêma Kurdistanê, û ji layên siyasî û abûrî ve wê dorpêç dikin û givaşên giran lê dikin …
تme weke Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, em van kiryarên guman lêkirî û yên ko têkoşîna gelê me di ber rizgarkirin û azadiyê de tê kirin, diêşîne; em van kiryaran bi xurtî şermizar û riswa dikin, û em ji hemû rewşenbîr û nivîskarên gelê xwe dixwazin ko li van metirsiyan û kiryarên xerab evên ko bi tenê di berjewendiya dagîrker û sitemkarên gel û welatê me de ne agahdar bin, li dijî wan rawestin, û em bang wan dikin ko çi tiştên ko bi destên wan ve bên bikin da ko ev guftûgoya li Rojavayî Kurdistanê dibe bi serkeve, û nehêlin ko pûç bibe yan bê paşguhkirin, û herweha piştgiriya desthelatdariya Başûrî Kurdistanê bikin, li himberî van hemû qeyranên destçêkirî, û givaşên giran ên ko dixwazin wê lawaz bikin, ezmûna wê pûçel bikin, û hemû encamdan û bidestkeftan ji nav bibin …
Komîteya rêvebir ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye
17.12.2020
Komîteya rêvebir ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye
17.12.2020