Pêşengeha peykervanek î kurd

 
 Bavê Zozanê
 
Di roja 25.10.2020 li bajarê Bochum a Almanî li Dêreke mezin û naz -Riedenskirche Bochum wattenscheid-pêşengeha hunermend û peykervanê kurd ê rojavayê Kurdustenê Si`ûd Siltan di bin navê “Die optimistisch Seelen im Gadränge des Leben” Derûnên geşbîn di qêrîn û hewar a jiyanê de,hate li dar xistin.Bi amedebûna cemawerekî taybet ,xuyanî,neqandî,ku pêşengeh hatubû nîşan kirin bi beşdarbûna hunermendê Almanî Alfêrd Rîbil lê mixebin şeva pêşengehê koça xwey dawî kirbû,loma atmosfêreke şînî konê xwe tevlî bêdengiya Dêrê di wê şeva baranî de,vedabû.
Yekemîn gotin hate xwendin ya Keşaya navdar Monîka Vokît bû ku  li ser hewar û qêrîn û qerebalixa ku di  jiyanê de pêk tê wek babet wek raman di dirêjahiya dîrokêde axivî ,anî ser ziman, bal kişande ser tevahiya Ceng û Bobelatan wisa jî nexweşiyên giran, pêre jî penaberiya kotekî ku li seranserî Cîhanê di qewime. Wisa jî mîrza Hayneriş Olndorof dawîtirîn nama hunermendê koçkirî Alfêrd Rêbil xwend pêrejî rewşa wî ya tenduristî a balkêş ji bîneran re şirove kir,ku ew ji wan kesên Elmaniyên navdarbû wisa jî naskirîbû di nêv penaberan de ku timî destê alîkariyê dirêjî wane dikir,jixwe hunermendê nemir wêne çênedikirin nejî peykervan bû lê belê weneyên penaberan `foteyên wan` tevlî çîrokên wanî balkêş û ber bi çav bi hemî buyerên hatibûn serê wan  ta ku gihiştibûn Elemanyayê ji cîhanê re pêşkêş dikir.Hêjaye gotinêye ku ewî- Alfêrd Rêbil- û hunermend Si`ûd Siltan du pêşengehên hevbeş ku pir balkêş û zengîn bûn li dar xistibûn. Piştre hunermend Si`ûd Silatan parçek ji mûzîkek aram û hêmen  li ser kemanê pêşkêşî milet kir ku dilê me û xwe û hemî guhdar û beşdaran şewitand. Paşî mûzîkjenê Orgê Dîtlif û stranvana deng zîz Lîlî Kantak straneke li gor ewan lempên mor û wan çirayên kêmî nîv vêketî pêşkêş kirin wisa jî li pey hev Ptîna Yabolonviskî û Incîlka Moler hol bi tevahî xemilandin. Pêşengeha peykervan Si`ûd Siltan 11 peyker hembêzkiribûn, bihtirî wanan ji dara”Tepê “Mazî yan jî Berûyê hatibûn çêkirin ku hunermend bi hostayî ew dar ava û neqişandibûn, tê bîra min berya 40 salê  hunermend Si`ûd Siltan pêşengehek wisa li Qamişlo li darxustibû lê peykerên xwe ji keviran çêkiribûn.. Dikarim bêjim ku pêşengeh bi rengekî serkeftî hate pêşwaskiein ,cemawer hemî ku bihtirî wan xelkê cih bûn, Aleman bûn bi dilekî xweş û razî çûne malên xwe ,eger ne ji wê êşa giran be -Kovîd 19-wê pêşengeh bi rengekî dîtir birêva biçûya. Ji xwe em dizanin kû hunermend Si`ûd Siltan pêvî ku peykervanekî şehrezaye wisa jî xwedî serpêhatiyeke dirêje di warê mûzik û wênekêşiyê de ku ewî bi xwe qunaxek dûrî dirêj ji temenê xwe di nêv van bexçan  de bihurandiye.. ji xwe niha qunaxeke nuh di gel hunermendê Ewropî li penaberiyê mil bi mil kar û xebat û hunera xwe dipişkivîne.. Silavên germ  ji yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriyê ji hunermendê delal re Si`ûd siltan re ku şandek jê li pêşengehê amede bû , bi hêviya serkeftinên herî mezin ji evî leşkerî nependî re ku timî tûrê kurdayetiya xwe li ser pişta xwe  li hemî bajar û welatan hildigre wisa jî êş û hêviyên miletê xwe di hûne û dirêse,nameya mirovatiya miletê Kurd li her deverî dixwêne û dibêje. Pêşengeh bi xwarinek e sivik û maseyên tije gul û Şampaniya tewa bû.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…