wergerandin: Ebduleziz Qasim
Bi dirêjahiya dîrokê, her ji serdestiya Ereban û belavbûna Îslamê li Kurdistanê û heta niha, hizrên tevahîxwaz “totalîter” li ser hizra Kurdî zal bûne û nehiştine çi hizrên cuda derkevin holê, yan jî peyda bibin û pêş bikevin, heta dikarin bêjin ku hizra netewî ya ku di nav Fars, Ereb û Tirkan de peyda bûyî, li ser koka ola îslamê peyda bû û wekî hespekî komêt ji bo avakirina saziyên xwe yên siyasî û jêrxana darayî bi kar anîn.
Hevdem ku peydabûna nakokiyên milî “populîst” di nava civakan de,
her ji destpêka belavbûna ola îslamî, vê yekê dupat dike, û ew yek ji
sedemên lawaziya “Xîlafetê” di serdemên Emewî, Ebasî û Osmaniyan de bû,
lê tevî wiha jî îslam ji aliyê xelkên din ve wekî Hespê Tirwade
“Trojans” hate bikaranîn ji bo derbas bibin di kûrahiya civaka Kurdî de,
û di vê yekê de serkevtin û sûd ji sadeyî û rastgoya mirovê Kurd girtin
û destê xwe danîn li ser hêza wî, û piraniya caran baweriya wî bi
îslamê ji aliyên wan ve wekî “şûr û mertal” ji bo kontrolkirina gelê
Kurd û Kurdistanê hatiye bikaranîn, û mirovê Kurd kesayetî, taybetmendî,
ziman û çanda xwe ji dest daye, bûye kopî, sîber ji dagîrkeran re û
alavek di destên wan de; bi vî rengî mirovê Kurd bû peya û pehlewan ji
xelkê din re, dergehvanê dergehên padîşah û xelîfeyan, û çi carî hewl
nedaye bi Kurdîtiya xwe bifikire û di bin sîbera îslamê de jî nehate
parastin, tevî ku oldarî danî li pêş netewperistiyê, lê herwisa jî ne
karî ji zordestan û ne jî ji bindestiya olî û siyasî rizgar bibe, û bi
tenê bi oldariyê ve xwe girêda, û têkiliya Kurdan bi hizrên tevahîxwaz,
digel îslamî bi dirêjahiya çardeh sedsalan, û digel komunîstiyê di nut
salên dawiyê de berdewam kir.
serdest “îdolojî”, hêzeke mezin ji bo berjewendiya hizrên totalîterîzm
ji dest da, ku dîroka gelê Kurd wekî komek ji bûyerên malwêran yên
siyasî û leşkerî ne ji hêla rejimên serdest ve hatine pêkanîn, Kurd
qonax qonax ji malwêraniyekê ber bi malwêraniyeke din çûne û her bi vî
rengî bi tenê bêhêvî bûne û şikestin para wan bûye, di encamê de tûşî
şerên psîkolojî û leşkerî û talankirina çand û zimanê xwe bûye. Gotina
“komek ji bûyerên malwêran”, balê dikişîne ku ji aliyê Kurdan ve ew
bûyer ji aliyê dîrokî ve, wekî lêkolîn û xuyakirina sedemên derketina
wan wekî werçerxan di jiyana wan de nehatine şirovekirin, û ders ji
encamên wan nehatine girtin, ku bûyer bi tenê bi navên helkeftên dîrokî
hatine nivîsandin, û Kurdan dîroka xwe li gorî heza xelkê din “hebûna
Kurdan divê çawa be” û ne jî “hebûna xwe wekî heyî” nivîsandiye, bi vî
awayî li ser destê xelkên din dîroka Kurdî hatiye şêwandin û
berevajîkirin, û bi sextkarî bûyer hatine nivîsandin, tiştên neqewimî
hatine zêde kirin û hin yên qewimî hatine veşartin, da ku Kurd nebin
xwedan dîrokekî rast.
Kurdan nekariye bi xwendineke kûr bûyerên
dîrokî li gorî pêşhatên siyasî û şert û mercên wan bixwînin, ku ew bi
tenê di rojjimêran de û di lîsteya helkeft û ahengan de “car bi navê
serkevtinan û car bi navê şikestinan” hatine tomarkirin, ku Kurdan sûd
ji wan bûyeran negirtine ji ber ku nehatine nirxandin, û pend û ders ji
wan nehatine wergirtin, lewra ku dibe ew bûyer (yên trajîk) dubare
bibin, yên ku dijmin sûd ji wan werdigirin û Kurd dimînin qurbanên wê
yên bêserûşûn, ku Kurdan hin şêwazên ahenggêranan ji zordestan
werdigirin û semayê dikin li ser laşên qurbaniyan û festîvalên
serkevtinê lidar dixin yên têkşikestinên hatine amadekirin di nav
korîdorên veşartî de, bi hinceta “bilindkirina moralên” winda, ji aliyê
gelek tîman ve hin diruşm û peyv û zarav têne pêşniyarkirin, ku li
hember şirovekirin û têgihiştina wan siyasetmedar û hizrvan mat dimînin,
û di demeke kurt de ew diruşm li ber bayê dikevin, careke din ji aliyê
wan tîman ve hin alternatîfên din têne pêşniyarkirin, lawên Kurdan ber
bi meydanên şehadetê dibin ji bo pêkanînê diruşmeke din ya ku ew jî wekî
diruşmên berî xwe di demeke kurt de ji holê winda dibin. Li serdema
Emewiyan, Ebbasî û Osmaniyan, ji aliyê Xelîfeyan ve gelê Kurd wekî
ardûyê şer dihat bikaranîn, wekî embarek mirovî û yedek ji bo artêş û
şervanên xwe, di pêşiya eniyên şeran de wekî mertal dihatin bikaranîn,
ji bo ku bêtir erd, xenîmet û serkevtiyên mezin bi dest bînin, lê ew
serkevtin bi serkevtinên dîrokî bi navên padîşahan dihatin nivîsandin,
ku heta niha em li dibistanan, sirûd û waneyên bi wan û bi wan
serkevtinan dixwînin, û şehiyê bi wan digêrin û kul û birînên xwe
diveşêrin.
Di serdema çêbûna dewlet-netewî de, nemaze piştî şerê
duyem yê cîhanî, ji bo pratîkkirina tepeseriyê û qorixkirina mafên
mirovan hemû alav ji aliyê rejimên otorîter yên dagîrkerên Kurdistanê ve
hatin pêkanîn, tevî peyrewkirina stratejiyeke zelal û projeyên siyasî
ji bo ewê ku pêşiya kurdan di warên siyasî, civakî û aborî de bigrin. Li
welatê me yê şewitandî (Sûriya), komek mafyaya siyasî heye û destê xwe
daniye ser erd û ezmanê wê, ji zeytûnê wê bigire heya pembûyê wê, û ji
behrê bigire heya genimê wê, û hemî sînorên exlaqî û yasayî li ser destê
vê koma mafyayî hatine binpêkirin, û bi taybetî li dijî gelê Kurd li
Sûriya, siyasetên sîstematîk hatine sepandin, ku gelê me herdem ji tirsa
jiyaye û gelên din bi tirsa gelê Kurd nekiriye, herwiha ku dixwazin
Kurd bi Erebîxwaziya wan pabend bibe wekî perçeyek ji totalîterîzma
Slamîk
Belê, xelkê Sûriyê ji hêla rewşenbîrî û siyasî ve têne
cewsandin, û azadiyên wan li gorî xwesteka desthilatdaran hatiye
sînordarkirin, lê gelê Kurd ji bilî vê jî, ji hêla netewî û çandî ve
çewisandin, ne tenê ji aliyê desthilatdaran ve, lê herwiha jî ji aliyê
xelkê Sûriyê ve bêtir tê çewsandin, ku ev bac û bihayê dilsoziya mirovê
Kurd e û bi hizra totalîterîzmê re, bi vî rengî hemwelatiyên Sûrî, yên
ku ji alîyê rejîmê ve hatine tepeserkirin, ew jî dibîne zalim û stemkar
li ser serê mirovê Kurd.