Teror û Bê Dengî,

Ibrehîm Şitlo

Ji dehan Sal Li Bajarên Ewrupa Welatiyên Sîvîl li Kolan û Avahiyan bi destên Terorîstên Islaman tên Serjêkirin ü Kuştin.
Karbidestên Ewrupa li hember van Bûyeran şêt û heyirî mane.
Berpirsyarên Ewrupa Her ta Îro jî, newêrin van Bûyerên hovana yên bi serê Milletê Sivîl tên bi Durustî û Ronak binav bikin an Rastiya Pêkhatin û Sedema van Terorîstan binav bikin.

Kî li pişe, çawa Terorîst peyda dibin, ji kuve tên, kî wan Ramanên
tarî û hovane dike serê wan xortan, kî dijatiya Ewrupa di Dilê wan de
diçîne, kî wan hînî Ceng û Êrêşan dike, kî soza Buhîşta li Esmana dide
wan Nezanan, kî navê wan Terorîstan dike Şehîd, li ku û çawa tên xudî
kirin, kî Rêya çewt û Dilreşî dixe Mejîyê wan û kî Pişt û Propagende ji
karê Terorîsta re dike, kî li Mediya û Îmamê Mezgeftan bi Pûl û Hebûn
dibe xwedî û Pişt?
Eger em bêjin ku sedema ne diyarkirina van Guneh û
Karên Kirêt nezanîna Asayîşa Ewrupaye, ez dibêjim ne raste. Ji ber ku
Polîsên Ewrupa bi Hêzin û her di Warê Agahîyan de gelek Şareza û
Şiyarin.
Lê ji bo çi Bingeh û Pişta wan Terorîstan ji Aliyê Hukûmetên Ewrupa ve nayên diyar kirin û Terorîst karê xwe her berdewan dikin?
Ji bo çi Ew Dewlet, Hukûmet û Saziyên ku Terorîstan xwedî dikin ji alîyê Ewrupa nayên binav kirin?
Ez
dibêjim Terorîst kanîbûn ta Îro Terora xwe yên qirêj li Kolan,
Dibîstan,Zanîngeh, Rojnamevan û her Welatiyek ewrupî  bi karbînin bêyî
ku Hukûmetên Ewrupa bikanibin Serjêkirina Welatiyên xwe ji Destê Terora
Îslamiyan biparêzin. Ew jî ji ber van Sedemane:
· Deweletên ku Terorîstan xwedî dikin li Ewrupa bi Hêzin, xwedî Lobî û Pêştgêrin.
· Piştgêriyên Terorîstan Navê Dînê Islamî kirine Mertal û piranîya
Mezgeftan bûne Dibîstana Kultûra Dijîtî, Zikreşî, Tawanbarî, Ramanên
Tolhildanê û Cihadê.
· Bercewendiya Abûrî li gel wan Dewletan re
nahêle ku Welatêd Ewrupa wan Dewletan  di warê Terorstian de Eşkere
Tawanbar bike an jî bidin nasîn.
· Polîtîka Dubendiya Cihanî:
Ewrupa û Dewletê Emrîkayê yekbûyî li Alîkî û dewletên Rûsyayê Federal li
alîyê din bûye sedema wendekirina an jî veşartina Gunehkirina wan
Dewletên ku Teror û Terorîstan pêktînin û ji bo pêkanîna Bercewendiyên
xwe di Destê xwe de kirine Şûrê Tolhildanê û  li Cihanê belav dikin.
Bercewendiya
Ciyopolitîk dihêle ku ew Dewletên Terorîstan xwedî dikin û li Cihanê
belevdikin bi serbestî bi navê Olê Islamî terora xwe bikar bîne.
Ew
Dewlet kanîbûn ta Îro Dubendiya Cihanî ji box we bikarbîne û li pişt wê
Perdê Hîlebazî û Qirêjiya Teror bidestê xwe ve bike Çek û Tirsê têxe nav
Civata Cihanê.
· Perçebûna Dewletên Ewrupa di Cenga hembrî Teror û Hukûmetên ku Terorîstan bikar tînin.
· Her weke Dîroka Imparatoriya Osmanî îro jî wilo li Ewropa hatiye. Çawa
ku Dewletên Ewrupa yê rojava piştgêriya Osmaniyan li dijî Rûsya dikirin
û Rê nedidan Rûsya ku Dewleta Osmaniyan bişkîne îro jî û weke herdem
nevîyê Osmaniyan politîka xwe bi her Şêwekî dibe serî û Ewrupayê rojava
nikane xwe li hember terora Erdogan biparêze.
· Nimûne: Elmanya
piştgêriya Fransa nekir û Serok Macron bi tenê di Bûyerên dawî de li
Meydana Cenga Erdogan hîşt. Carna meriv digot qey ew Terora li Fransa
bûye li dijî Kesayetiyê Serok Macron ne, Hinek Medya dixwestin wilo jî
bidin xuyakirin.
Bi vî hawayî jî dixwazin rastiya Teror veşêrin û xwe li piş van Propaganda Kirên xwe yên qirêj bidin paqij kirin.
 
Li
Piş van Sedem û Bercewendiyan Teror pêkhat, Roj bi Roj her ferehtir
dibe û Tirs li nav Civatên Ewrupa û Milletên Cihanê roj bi roj xurtir
dibe, Kurd jî bê hemdê xwe ketine nîvê Cenga navdewletî, Welat û Warê
wan wêran dibe û Milletê Kurd ji Welatê xwe li seranserî Zemîn penaber û
Koçber dibe.
 
Kurdish&Islamic Studies
03.11.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…