Helbest u pexşan

LI NÎVÊ ŞEVÊ

Xizan Șîlan
Li tenêtiya nîvê şevên bi tirs û endîşeyên sersem di odeya xwe ya bêdeng de rûniştibûm. Șewqa finda melûl li navbêra çar dîwarên odê direqisî û min li nav ramanên deryaya xemên kûr avjenî dikir.
Bêhntengiyê henasa giyanê min radipêça. Çar dîwarên odeya keservedanê li min bibûn zilmxane. Ez bibûm dîlgirtiyê hundirê xwe yê ji kulên bîranînan şewitî. Bi awirên vala li derdora odeya xwe ya sar digeriyam. Gelek tişt di awirên min ên mesûm de bêwate dixuyan. Mêjiyê min li nav ramanên tevlihev gêj dibû.
Kêliyên radibûm ser piyên xwe jî ji wî dîwarî diçûm dîwarê din, tu
dibêjî qey min rinda xwe ya kezîzer û çavşîn windakiribû. Min destê xwe
dibir ser eniya qurmiçî û diguvişt. Min dixwast tûrikê bi bîranînên
xemkêş hatî dapisandin, ji mêjiyê xwe vala bikim û bavêjim. Bi pêçiyên
lerzok min çavên xwe yên bi keder û kelegirî mizdida. Çarşeveke reş
ketibû ber şewqa awirên min yên hesretkêş û min dixwast veçirînim. Ji
ber kul û kederên temenê jar por li min spî û têkilhev bibû. Janêşa
bêçare û bêderman hestên şên û şeng tarûmar kiribûn. Taya mirinê ketibû
bedena min.
Wek civîkên ku ji ber hêlîna wêranbûyî pûrta canê xwe
birûçikînin, min jî carnan mîna dînan di mûyên porê serê xwe re digirt û
dişeqand. Tîrêjên şewqa finda odeya min wek agirpêta eşqa nava dilê min
bû, wek kelkela şewata kezeb û cîgerê min bû. Tembûra bi dîwar ve
dardekirî wek stûyê min bi sêdarê ve hatibû daleqandin bû. Stranên min
lal û bêxwedî ma bûn. Dilê li min zîz bûyî di nava xeyalên min de bi
kutekut diperpitî. Çêja arezûyên jiyana xweşik li ber toza felekê berba
bibûn. Kul û birînên hinavên demsalên min dinalîn. Movikên pişta salên
reben şikestibûn.
Li xerîbiya xopan bêhna xwekuştinê ji pozê min
difûrî. Xençereke kuh di qefesa min ya qelişî re çûbû xwarê. Li nav axîn
û gazinan di hilma dûmanê cixarê de qirik li min difetisî. Li ber
pencera bendemanê radiwestiyam û min li dengê peşkên barana nîvê şevê
guhdar dikir. Çipçipa çilkên baranê li ser cama hilmgirtî deng vedidan.
Xwêdana xemgîniyeke kambax ji eniya qurmiçî diniqutî. Rondikên lal ji
çavên melûl hûr hûr dibarîn. Min serê xwe danî ser balîfa êşê û kirasê
bêxewiyê xwe li bejna şeva min pêçabû. Li nav nivînan çep û rast li ser
milên xwe dizivirîm.
Ji parzûna xewa min ya herimî axîn û keservedan dipalîn. Li ber nalînan mijgulên çavên min hevmaçkirin.

Xizan Șîlan
2020-10-16
Stockholm

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…