Ez û Pirtûka (Gernameya Min: Geşt û Serdan)

Konê Reş
 
   Di van rojan de çapa duyemîn ji pirtûka min bi navê (Gernameya Min: Geşt û Serdan), di nav weşanên Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê de, li bajarê Qamişlo hat çapkirin/2020. Çapa pêşî di sala 2017an de hatibû çapkirin.. Min di vê pirtûkê de hin ji geştên xwe, çûn û beşdariyên xwe yên dervî Rojava û Sûriyê, di warê çand û hunera Kurdî de bi firehî nivîsandine û şirove kirine; çima çûme? Min kî dîtiye û çi kiriye.. Mijarên vê pirtûka min, li dor zîlana ziman, wêje û rewşenbîriya Kurdî dizîvire..  Naverok jî ev in:
 1 – 20 rojên Hêja li Beyrûtê, 2 – اûna Kurdistanê (Soran): I –
Festîvala Rewşenbîriya Soran II – Festîvala Îhsan Nûrî Paşa li Duhokê
III – Serdana Şêxan û Lalişa Nûranî, 3 – اûna Batmanê, Festîvala
Cegerxwîn 1/2,  4 – اûna Wan û Miksê (Festîvala Feqîyê Teyran), 5 – اûna
Mêrdînê, 6 – Festîvala اand û Hunerê û Geştek di Nav Baxên Cizîra Botan
de, 7 – اûna Brukselê ji bo wêjeya Kurdî, 8 – Çûna Muzexaneya Niştimanî
li Hewlêr, 9 – اûna Kurdistanê 1979 û Festîvala Bedirxaniyan/ 2006, 10 –
اûna Zankoya Zaxo û Hewlêr 2019, 11 – اûna Kobanî û Sê rojên bê
bêhinvedan di pêşangeha pirtûkan de, 12 – 7`mîn Filmefestîvala Duhokê,
13 – Kongireyê 8an a PENa Kurd li Amedê..
  Min di pêşgotina xwe de
wiha gotiye: (Li gor ku ez serwextî toreya ereba me, nexasim a ku ew
binav dikin; Toreya Gerê an Toreya Geştê, min jî xwest ku ez van çend
gerên xwe an geştên xwe wek pirtûkekê ji xwendevanên zimanê kurdî re
berhev bikim..). Erê, ev pirtûka min germane ye. wek ku bi zimanê
Ingilîzî dibêjin; (Voyages Literature).
  Mamoste Hejar خbrahîm jî,
di pêşgotna vê berhema min de wiha gotiye: (Li gorî ku min dîroka toreya
fransî bi berfirehî xwendiye û ez niha li zanîngeha Feratê jî ji
şagirtan re şirove dikim, ez bi kurtî dibêjim ku di çerxê 15 û 16`an de
toreya geştê bi pesnê dîtinên mezin yên Shristopher Columbus û James
Cook destpê kiriye, di çerxê 17`an û 18`an de jî, ev tore bi rengekî
perwerdeyî û rewşenbîrî geşbûye û ev yek di nameyên Montesquieu,
berhemên Voltaire û Francis Bacon de xweş diyare û di serdema romantizmê
de, çerxê 19`an, torevanan berê xwe dane rojhilata bedew û bi dîmenên
wê helbestên xwe xemilandine mîna Nerval, Lamartine û Gustave Flaubert..
Vêca dema ku gerokekî mîna Konê Reş; torevan be, lêkolîner be û berî
her tiştî aşiqê ziman, wêje û kevnetora gelê xwe be, bêguman ew ê
çirayekê di tariyê de vêxîne. li gor ku ez Konê Reş ji nêz ve nas dikim,
wî tev jiyana xwe ji ferhenga kurdî re terxan kiriye û ev yek xweş
diyar û belû ye, di gerên wî/ an geştên wî yên ku hin ji wan dûrî
kurdewariyê ne, lê wî bi zîrekbûn ta bi wan geran jî, xistiye xizmeta
kurdewariyê de, wek geşta wî a 20 rojan li Beyrûtê… Ez nebawerim ku
pêdiviya mamoste Konê Reş bi pesnê min hebe, pirtûka di nav destê we de,
xweş dîdevan e ji pesnê wî re û xweş nimûne ye ji toreya geştê re di
nav kurdan de.).
Pirtûk ji 234 rûpelan pêk tê, di nav weşanên Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê de, li bajarê Qamişlo hat çapkirin/ 2020.
Hêjaye
gotinê ku mamoste Hejar خbrahîm yê ku pêşgotin jêre nivîsandiye, ew
Mamosteyê roman û pexşana toreyî ye, di zanîngeha Ferat de, beşê zimanê
Fransî.

Qamişlo 27/10/2020

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…