Pîrozbahiyek vekirî

  Elî Cefer  
 Lêkolîn di dermafê ronakbîr û emekdarên nifşê pêşîn yê wêjeya Kurdî, herweha di dermafê folklor û girîngiya wê taybetî heye. Her lêkolînerek di lêkolîna xwe de roniyê davêje ser xalekê, ku hîn têr û tijî nebûye, yan koşeyeke ku hîn toz û tarî li ser heye. Lewra xwendina van cure berheman zor pêwîste, çimkî mirov bi xwendina lêkolînekê careke tenê nikare hemî aliyan baş têbigîne. Ji ber vê jî çiqas mirov bixwîne, ewqasî têgihiştina wî firehtir dibe.
Hevpêşeyê me rojnamevan Dr. Ebdilmecîd Şêxo, yek ji lêkolînerên jidil û naskirî ye. Li va dawiyê du berhemên wî bi riya weşanxaneya ( Sersera ) ronî dîtine.

Berhema pêşîn bi sernavê: ( Kurtelêkolînên wêjeyî ) ye. Pirtûk bi qasî ( 188 ) rûpelan e, li ser sê beşan parvekiriye, ku têda li ser sê stêrkên herî geş di ezmanê wêjeya Kurdî de sikiniye, ew jî ev in:  Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û Mileyê Cizîrî ye.

Li ser girîngiya wêje Dr. Ebdilmecîd weha nivisiye” …… wêje derbirîna derûna civakê ye, wêje dengvedana êş û şahiyan e, ew zimanê deşt û çiyan e, kanî û çeman e û zimanê bindest û evîndaran e. …. “.
Berhema duwê li ser navê: ( Folklor û wêjeya Kurdî ) ye. Bi qasî ( 209 ) rûpelan e, li ser du beşên sereke parve bûye. Beşê pêşîn terxandiye ji bo ( Folklor ); danasîna wê, cureyên wê û rol û girîngiya wê ji civakê re. Lêkolîner li dawiya vî beşî hin çîrokên folklorî rêzkirine û nirînên xwe jî têde dayî.
Beşê duwê jî, jibo danasîna ( Wêje ) û rola wê di civakê de, nîşanên wêjeya kevneşopî, çirûskek li ser destpêk û lêgerîna wêjeya Kurdî. Li dawiyê jî lêkolîn li ser çend helbestvanên Kurd, jin û mêr, wek: Baba Tahir Hemedanî, Nêrgiz Xanima Şarezûrî, Fatime Lorya Goranî, Elî Herîrî, Hebîbe Şarezûrî, Nazdar Xatûna Şîrazî, Mile Ehmed Batî, Cîhan Ara Xanim, Nalî, Lîza Xanim Caf, Hacî Qadir Koyî, Xatûn Daryakî Rezber, Mesture Kurdistanî, Şêx Riza Talbanî, Xatûn Mey Zerd, Dayê Tewîz Hawramî, dane ber xwe.
Di derbarê wêje de jî, Dr. M. Şêxo weha nivisiye: ” …. Piştî ku pir milet di warên rewşenbîrî û zimên de pêşda çûn, wêjeya nivîskî dewsa wêjeya devkî istand û ewa bi şêweyekî hîn bala û rewanbêjtir kardayên xwe di pêşketina hemû pirsgirêkên aliyên jiyanê de dilîze, lewra jî tête gotin: Zargotin dayika wêje ye. ….. “.
Hêjaye em bêjin ku Dr. Mecîd bi zimanekî hêsan, lihevhatî, bi hevokine hindik û rindik, wek Kurd dibêjin, herdu lêkolînên xwe hûnandine. Lewra jî em pêşbîn in ku, li duwarojê ev herdu berhem di kursên zimanê Kurdî li dibistan û xwendegehan werin xwendin.
Li dawiyê em pîrozbahî û destxweşiyê li hevpêşeyê xwe, mamostê xwe Dr. M. Şêxo dikin.
Ji bo we jî xwendevanên delal, hezkiriyên ziman û wêjeya Kurdî, kî bixwaze, dikare bê pere (dirav) van herdu berheman bi dest xwe ve bîne, emê jê re bişînin, tenê ji kerema xwe dê kirêya poste bide.

25. 10. 2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.

Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê…