KOVARA BERNAMEGEH BI HEJMARA XWE YA DUYEMÎN DERKET

Kovara edebî, hunerî, çandî û civakî Bernamegeh bi hejmara xwe ya duyemîn derket pêşberî xwendevanên xwe. Di vê hejmarê de gellek nivîskar bi gotar û helbestên xwe li ber we ne.
Konê Reş li ser êş û jiyana Celadet Bedirxan, Occo Mahabad bi nivîsa xwe ya ser helbestvan Qanî, Nîhat Gûltekîn behsa Salihê Biro, Ayhan Erkmen li pey Qedera Hevpar, Îkram Oguz ser Hezkirina ji jîyanê û tirs û xofa ji axîretê û Yaqûb Kurmanc qala Ola Zerdeştiyê dikin.
Di vê hejmarê de hûn dikarin van nivîsan bixwînin.
– Mîr Celadet Bedirxan; di Oxirkirina 69 Salî de / Konê Reş
– Helbestvanekî azadîxwaz, welatperwer û sosyalîst: Qanî / Occo Mahabad
– Şikeft / Omer Dilsoz
– Vê Sibehê Sivik Wekî Per im / Mervan Serhildan
– Rivîna Dilê Min / Laleş Qaso
– Şin, Işt, Gîn / Qendîl Şêyxbizînî
– Jiyana Dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî
– Çîrokên Civakî û Toreyên Kevneşopî / Lokman Polat
-Boxê Gulan / Mihemed Hemkoçer
– Jiyana Zeynelabidîn Han
– Ola Zerdeştî / Yaqûb Kurmanc
– Ji Welatê Xwe Hiz Dikim / Têngîz Siyabendî
– Min Hest Kir, Name / Bawer Yekta
– Payîz / Eskerê Boyik
– Zimanê Standart Ango Kurdiya Akademîk / Îhsan Bîrgul
– Helbest / Şêro Dalînî
– Jiyana Behlûlê Mahî
– Ka Rola Întelecinsiya Kurdî? / Mihemed Hesko
– Newaya Rengîn / Mehmûd Badilî
– Kurdistan / Elind Mizûrî
– Heyîvokî ya me, Feminizma Cihanî û kapîska Swêdî / Nesrîn Rojkan
– Karîkatûrên Kurdî
– Çîroka Kerekî Mirarî / Yasemîn Elban
– Di Dîroka Kurdistanê De Bê Bextî û Bê Tifaqiyek – Remezan Bakur
– Helbest / Cîhan Hesen
– Kedîkirina Tirsê / Sedat Yurtdaş
– Tofana Dil / Bahadin Robar
– Pîr Şalyarê Zerdeştî Yan Pîr Şalyarê Yarsanî Yê Feylesof?
Soran Hemereş Kurmancîkirin: Muhsîn Ozdemîr
– Şevêdî / Melevanê Baranî
– Li Serhedê Rojên Zivistanê / Yücel Aslan ( Koçer)
–  Berawirdkirina Çîrokên Duh û Îroyê, li ser ên Qedrî Can û Mehmed Dîcleyî / Ahmed Kanî
– Qedera Hevpar / Ayhan Erkmen
– Helbest: George Trakl Wergera ji Elmanî: Ciwan Qado
– Salihê Biro behsa Gilîdaxê dike / Nihat Gültekin
– Biryar / Hecî Ehmed Bêrkiyatî
– Evîna Pîrê / Dilbirîn Dilo
– Li Xewlegehên Bajarê Min / Gernas Roderîn
– Serdûpişk / Metîn Arî
– Hemedê Qutikspî / Amed Çeko Jiyan
– Ceng , pêt û kena şervanekê / Sakar Kamil Osman
– Hezkirina ji jîyanê û tirs û xofa ji axîretê! / Ikram Oguz
– Cîgerxwîn û Dêrika Çiyayê Mazî / Eyyup Guven
– Subehî dê mirim / Kurteçîrok: Xwan Xusîh Miyas / Wergêr: Hesenê Silêvaneyî
– Helbest / Zana Taş
– Silûka Sofî û Qerentînaya Civakê / Hejarê Farqînî
– Dengbêj Resoyê Gopalan / Dengbêj Evdirehîmê Mûşî
– Ey Balindo / Mehmûd Birîmce
– Payîzê Welatê Ma / Enwer Yilmaz
– Helbest: Letîf Helmet Ji Soranî: Yasîn Hisên

HÛN DIKARIN LI LÎNKA JÊR KOVARÊ PEYDA BIKIN Û BIXWÎNIN.

https://www.bernamegeh.org/2020/10/23/hejmara-2-ya-kovara-bernamegeh-derket/

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…