Daxuyanî Ji bo 36 saliya koçkirina seydayê Cegerxwîn

Me, wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye,  her sal di vê rojê de, û bi taybetî li bajarê Essen, li Elmanya, me ahenga roja helbesta Kurdî li dar dixist, ko heman roja koçkirina helbestvanê mezin û  behremend, helbestvanê herî navdar li Rojavayî Kurdistanê, seydayê Cegerxwîn e, xwediyê rola fireh û gelekî bi bandor di şiyarkirin û xurtkirina hestê netewî di nav gelê Kurd de, ew bixwe di gelek senger û  çeperan de dixebitî, û têkoşînek bê rawestan dikir, çi di warê wêje û helbestê de, û çi di warê siyasî de, loma gelek caran hatiye zindan kirin, û sergon kirin jî, xweragir bû li himber rêjîmên diktator ên herî dijwar, û herdem di pêşiya xwepêşandanên dijî wan de bû …
Lê gelekî mixabin ko îsal ev roj di demekê de bi ser me de tê, ko cîhan hemû ji ber vê vîrosa Korona dinale, û rewş li her derê nebaş kiriye, belkî gelekî metirsîdar e jî, jiyana mirovan li her derê guhertiye, û ji her alî ve nexweş û dijwar kiriye, rojane bi deh hezaran mirov pê dikevin, û  rêjeyek ne hindik ji wan pê dimirin, û ev diyarde roj bi roj mezin û  bêtir dibe, hinek ji hevalên me û merivên wan jî dibin qurbanî, Xwedê wan miriyan bi dilovaniya xwe şa bike, û nexweşan jî zû baş bike, wan ji vê petayê riha bike, em hêvîdarin ko cîhan hemû ji vê petayê riha bibe, ev vîros ji koka xwe de bidawî bê û nemîne …
Ji ber vê rewşê em neçar bûn ko em ahenga xwe ya zindî biguherin bi ahengeke eliktronî, ango li ser Internêtê, û wan helbestvanên ko me ew vexwindbûn ahenga zindî, beşdarî a eliktronî bikin, wê Komîteya me a çalakiyan, bi destxweşî, roja 24.10.20an, bi vî karî rabe …
Seydayê Cegerxwîn, simbola behremendiyê,  xweragiriyê, xebat û  têkoşînê, wê her û her di hiş û bîra me de, di his û  bîra gelê xwe de, zindî be …
Silav li giyanê helbestvanên me ên ko di serdema wî de bûn, û ên ko bi dû wî de bûn jî, ewên ko ji nav me koçkirine, wek: Ehmed Namî, Ehmed Palo, Nûriyê Hesarî, Seydayê Tîrêj, Hamid Bedirxan, seydayê Keleş, Xelîlê Sasonî,E. Alice,Ferhadê Içmo, û  yên dîtir…
Silav li giyanê hevalên me ên ko çûne ser dilovaniya xwe …
Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye
22.10.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…