Me, wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, her sal di vê rojê de, û bi taybetî li bajarê Essen, li Elmanya, me ahenga roja helbesta Kurdî li dar dixist, ko heman roja koçkirina helbestvanê mezin û behremend, helbestvanê herî navdar li Rojavayî Kurdistanê, seydayê Cegerxwîn e, xwediyê rola fireh û gelekî bi bandor di şiyarkirin û xurtkirina hestê netewî di nav gelê Kurd de, ew bixwe di gelek senger û çeperan de dixebitî, û têkoşînek bê rawestan dikir, çi di warê wêje û helbestê de, û çi di warê siyasî de, loma gelek caran hatiye zindan kirin, û sergon kirin jî, xweragir bû li himber rêjîmên diktator ên herî dijwar, û herdem di pêşiya xwepêşandanên dijî wan de bû …Seydayê Cegerxwîn, simbola behremendiyê, xweragiriyê, xebat û têkoşînê, wê her û her di hiş û bîra me de, di his û bîra gelê xwe de, zindî be …
Silav li giyanê helbestvanên me ên ko di serdema wî de bûn, û ên ko bi dû wî de bûn jî, ewên ko ji nav me koçkirine, wek: Ehmed Namî, Ehmed Palo, Nûriyê Hesarî, Seydayê Tîrêj, Hamid Bedirxan, seydayê Keleş, Xelîlê Sasonî,E. Alice,Ferhadê Içmo, û yên dîtir…
Silav li giyanê hevalên me ên ko çûne ser dilovaniya xwe …
Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye
22.10.2020

Şîrove (0)