Helbijartinên sexte!

Mislim Şêx Hesen

Li gor yasa û destûra her welatekî serbixwe, herêmên Federalîzim û herêmên otonomî her demekê li gorî zagona xwe ya hundirî helbijartinên nûneran çêdikin. Lewre jî pêwîst e ku, rewşa wî welatî an wê herêmê ji helbijartinan re amade be û heyam û merc jî guncaw bin, da ku, hemwelatî karibin rasteqîn bi awayekî demokratîk li gorî bîr û baweriyên xwe hilbijêrin. Da ku, ew nûner jî nûneritiyeke rewa û fermî di perlemanto de ji gel re bikin, û yasayên rewa derînin, gel jê sûd werbigre, û her wiha bervaniyê jî di ber gel de bikin, gava ku ziyan an azarek bi gel bibe, çimkî ew nûner bi dengên gel hatine hilbijartin.

Lê encûmena gel ya Sûriyê (ya ku damezirandina wê nêzîkî sedsalî
bûye) wek hemî  welatên cîhanê her çar salan li gorî destûr û yasyên
xwe helbijartinan li dar dixe,  bo ku hemwelatî nûnerên encûmenê an
perlemanto di riya sindoqên dengdanê re  hilbijêr in. Lê mixabin,
piştî ku Partiya Elbe›is di sala 1963 an de bû desthilatdar, ew encûmen
bû encûmena Partiya Elbe›is, ji ber ku tu wate ji wan helbijartinên
ku her çar salan lidardixistin re nema, çimkî ew helbijartin bi awakî
sexte û dûrî demokratiyê têne  lidarxistin, û tenê kesên nêzîk Partiya
Elbe›is bi riyên neyasayî derbasî perlemanto dikin. Lê, ya kambaxtir
ew e ku, li dema dawiyê sê helbijartin di karnava vê qeyrana awarte ku
Sûriyê bi tevahî tê re derbas dibe de – tevî ku, şert û
mercên helbijartinan ne gunçaw in, nimûne:
Nîvî gelê Sûriyê
penaber e, gelek dever û herêmên Sûriyê dagîrkirî ne, û ji bilî wê jî
şer rojane li piraniya bajarên Sûriyê rûdide – hatin lidarxistin.
Vêca, mirov karê bêje ku rijîma Elbe›is (ya ku, nêzîk şêst salî bûye
desthilatdariyê li Sûriyê dike) di siyasetên xwe yê çewt de berdewam e, û
tu lêvegerê ji siyasetên xwe re çênake, û xuya ye ku, ti sûde jî ji
rûxandina gelek bajar, nêzîk Milyonek kes kuştî, nîv milyon girtî, û 10
Milyon penaber wernegirtiye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…