Çime roja zimanê Kurdî – Xeleke-2

 Dr. Mehmûd Ebas

 Şahiya me ji roja zimanê Kurdî re bi vê şêwiyê didê xûiyakirin; ku tirsike dîrokî di nav me de hatiye çandin, û ew tirs hîn bi rê ve diçê, lewme nerîna me ji bingiha wê re bi şaşî tê dîtin, û me heya aniha nikarîbû rûpelên dîroka ku şaş hatiya nivîsandin rast bikin, û pêwiste her tim em di tiresa xwe de bimînin, ji ber ku:
1     Dijminên me her tim kar dikin da ku zimanê me lawaz bikin û astengiyan li hemberî me der bixin, û ev her belî bû di karên rêcîmên Surî û her weha ya Iraqê û Tirk û Fars de di sed salên bihûrî de.

2    Em jî ji nezanîya xwe stuna zimanê xwe sist dikin, û nezaniya
herî giran ku heya aniha em nikarin nakokiya di navbera zeravên xwe de
hilênin, û elfebiya bikin yek.
3    Heya aniha zimanê me dibin
bandora çar zeravan de maya, û em nikarin zimankî wejeyê li ser binghek
resen avabikin, û ev pirsgrêka han kiriye ku civaka me ya rewşenbîrî
demk dirêj di tarîreşê de bi mînê.
  Ji van sedeman zimanê me di warê
xwendin û nivîsandinê de ji zimanên gelên Azad paşketî ma, û bi teybet
ma dibin bandora zimanê Ola mislman de.
  Ne ji zû ve; em pê hisiyan
ku zimanê me bi ser tariyê ve di çê, li ser ku helbestvanê miletê Kurd î
hêja (Ahmedê Xanî) pir caran di helbestên xwede anî serziman, ku
giringe heya me ji zimanê me hebê.
Tirsa Ahmedê Xanî ne li ser
zimanê exevtinê bû, lê belê li ser rewşe zimanê weje bû; eû zimanê hîn
di dema şehrestaniya Sasanî ve ku di hat bikaranîn, û di dît bê çawa
ketibû warê jibîr kirinê, û bi ser windabûnê ve di çû.
  Û aniha
jiber ku em sedmên vê paşketinê de gihiştin, giringe em li xwe vegerin û
em wan şaşîtiyên xwe dûbareh nekin û kar bikin de zimanê me serkeftî
be.
Roja zimanê kurdî ku çiqas pêwiste û giringe, û bi teybet ji
çevaka kurdi re ya li derî welat, lê nabê stûnek teybet ji serkeftina
milet re, hewqas xebat li ser doza ziman hatiya kirin da Ku civaka kurd
bikn yek, lê mixabin hîn bi paş ve ma ye.
Bi rengekî zana û giran
berdewam nekê em ji nakokên di navbere saravan de azad nabin, û her emê
di bin bandora ola misilmanî de bimênin.
Û heger xebata me; li ser
rêzimanê me bi rengekî zane û giran berdewam nekê em ji nakokên di
navbere zaravan de azad nabin, û her emê di bin bandora zimanê ola
misilmanî de bimênin.
 Pêşketina ziman, ne bi rojkê ve hatiye
girêdan, yan jî bi nivîsandina çend rêzan ku her kes dikarê binûsê, lê
em hemû dizanin, dema ku welat bindest bê, pêşketina ziman di bê barê
dezghên civakî û rêxistinên rewşenbîrî, û bi teybet iro Kurdistan di vî
warî de ye.
  Welatên pêşketî zarokên xwe hîn ji destpêka dibistanê
ve li ser bingiheke sexlem perwerde dikin, jiber ku ewin hêviye welatan,
û wilo ji me Kurdan jî tê xwestin em li ser vê doza han zarokên xwe
rakin.
  Raste ji me tê xwestin wek rewşebîr de ku em zimanê xwe
biparêzin, û giringe her tim em lê bibin xwedî, û zarokên xwe fêrî
kultûr û dîroka xwe bikin, û her weha xebata me di ware ziman de di rêya
civetên rewşnbîrî û dezghên ku dê rêziman ve grêdayi ber dewam bin.
 Birastî
Ji mafê meya em vê roja ziman bi bîr bînin, lê ne bi vê şêweya ku em pê
dirabin, ji ber ku karê em dikin di kevê wê wateyê de, ku em hîn
lewazin di werê ziman de; û wilo jî di werê keseyetiya xwe de wek
mirov!.. jiber ku ev nizîkî 1500 salî kar tê kirin ji aliyê dijminan ve
da ku zimanê me bê winda bikin, û zimanên xwedi di şûna zimanê mede bi
cih bikin.
  Dawî jî ez dibînim; ku rojek bi tena xwe ne bese ji
pîroz kirine zimanê mere, lê belê hijêkirine me jê re ku vê hijêkirinê
kir 1500 salî dij zimanên dijmnan sax berdwam be û serkeftî be.
Dr. Mehmûd Ebas
U S A
mamokurda@gmail.com
15/5/2020

Ninîsara hejmarê ya rojnema (Pênûsa Nû) jimara 89

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîskar Konê Reş pirtûka “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî” li Qamişlo imza kir. Roja duşembê 10.02.2025 Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li bajarê Qamişlo merasîmeke îmzekirina pirtûkê bi navê “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî”, ya nivîskar û helbestvanê kurd Kunî Reş li darxist.
Konê Reş rewşenbîr, nivîskar û helbestvanekî kurd e, di sala 1953an…

Zagros Osman
Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda lêkolînên stratejîk û şêwirmendiyê Abdurrahîm Temel bû mêvanê kenala Rûdaw TV û ji bo pêvajoya nû a di navbira Tirkan û Abdullah Oçalan de Rêberê Partiya Karkirên Kurdistan PKK yê girtî axivî, û diyar kir ku 6 Vîdeoyên Oçalan hene, di destên Dewletê û DEM…

Konê Reş

Rêwiyo!

Kes weke min

Sikak û kolanên

Bajarê min nas nakî;

Ez dizanim

Kîjan meyxane li kû ye

Kîjan çayxane li kû ye û

Kîjan bazarxane li kû ye..

Tariye..

Tariyê bi ronahiyê

Naguherînim

Ez kiryarê ronahiyê…

Xizan Şîlan

her şev

hestên min yên tevzînok

di nalîna stranên keserkûr de

mest dibin

qedera sersem

li nav qermîçokên eniya min

konê xwe vegirtiye

bêşansiya salên kambax

xwe li stûyê şadiyên min

alandiye

ji asîmanên bihara rengîn

xwelî…