Rûpelek ji Dîroka Devikî: Cemîlê Seyda

Konê Reş

  Cemîlê Seyda; ev ê bi nav û deng, yê ku di sala 1925an de beşdarî di şoreşa Şêx Saîd kir û piştî beravêtina şoreşê, wek gelek hevalên xwe, xwe li nav kurdên Binxetê girt.. Fransîzên ku di Sûriyê de desthilat bûn ew jî, wek pirraniya welatpêrêzan kurdan li Sûriyê, dûrî sînorê Tirkiyê kirin û li Şamê ew kirin bin rûniştina zorê de.
  Min ji gelek kalemêrên herêmê ev çîroka Cemîlê Seyda û çûna wî û hevalên wî ji Binxetî bo Serxetê/ Bakurî Kurdistanê ji bo alîkariya û serhildana Dêrsimê.

 Dibêjin: Di dawiya Bihara 1937an de dema ku serhildana Dêrsimê bi
serokatiya Seyid Riza dest pê kir, Cemîlê Seyda digel Evdilrehîm birayê
Şêx Seîd, Selahedînê Seydxan, Sedîq û Selîm du mezinên eşîra Heyderan,
Emîn ji Stwrê û 10-15 neferên din digel Litfî Çawîş- (Hin dibêjin; navê
wî Huseynê Sawirlî bû û ew ajanê mîtê Tirkan bû)- ji Beriya Mêrdînê,
gundê Herem Reş, odeya Hisênê Axayê Asaad axayê eşîra Temika karê xwe û
derbasbûna Serxetê kirin.. Dibêjin; Berî ku bilivîn û berî xwe bidin
Bakurî welat Hisên Axa ji wan re gotiye; We barekî giran daye ber xwe..
Cemîlê Seyda lê vegerandiye: “Ma bela ew rezên me bixwin û em di nav
tirabîlkê de bin..?!”
  Dibêjin; derbasî tikiyê bûne.. Pêleke baş di
nav xaka bakurî Kurdistanê re meşiyane da ku xwe bi serhildana Seyd Riza
ve bigihînin.. Lê mixabin bi rêde, ew hevalê wan, yê bi navê Huseynê
Sawirlî an Litfî Çawîş ku ajanê Tirkan bû, li wan mikur hatiye û di
encam de, di nav wan û leşkerên tirko de şerekî dijwar derketiye.. Ta ku
Cemîlê Seyda û hevalên xwe hatine kuştin û şewitandin.. Û dengbêjan
staran avêtine ser, nexasim Evdilo dema ku di stirana xwe de dibêje:
“Lo axayo lo Axayo! Çend cara min ji te re got; pişta xwe nede Litfî Çawîş, xayine, hevalê tirkayo..”
 Dibêjin; berî ku Cemîlê Seyda bê kuştin, wî Litfî Çawîş an Huseynê Sawirlî kuştiye û heyfa xwe û hevalên xwe jê hilaniye..
 
Herwiha dibîjin; dema ku derbasî Serxetî bûne, bi roj xwe vedişartin û
bi şev dimeşiyan ku xwe bi meqseda xwe bigihînin.. Şevekê xwe li odeya
mezinê gundekî girtine da ku gezek nan bixwin. Derbasî odê bûne, dîtine
xwediyê wê di ser şîva xwe de ye, silav lê kirine, lê wî hema bi serê
zimanê xwe bersiva wan vegerandiye û ji wan re negotiye derbas bibin û
kerem bikin..! Serê xwe kiriye ber xwe de û xwarina xwe xwariye.. Cemîlê
Seyda û hevalên xwe ji hev re gotine; Welleh heqê wî kuştine.. jê
geryane û di rêka xwe de derbas bûne.. Piştî nîvsaetekê, dengê qupînekê
hatiye û ew gule li pêş wan ketiye, bi dengê guleyê re dengek hatiye
wan; Vegerin! Xwarina we li ser agire.. Wan lê vegerandiye; tu kî ye? Ji
wan re gotiye; ez ew ê ku berî niha hûn çûbûn mêvaniya wî û ji we re
negot; kerem bikin..! Dibêjin Cemîlê Seyda jê re gotiye; Willeh heqê te
guleyek bû.. Ma piştî çi em ê vegerin.. çima te wilo kir û çima niha tu
wilo dibêje?! Mêrik lê vegerandiye; Gava hûn hatin delxeya xalê min î
pîs li min xistibû.. Piştî hûn bi rê ketin, delxeya xalê min î baş hate
min.. Bi Xwedê wa xwarina we li ser agire, ya hûnê min bikûjin ya hûnê
vegirin.. Dibêjin; pêre vegeriyane û xwarina xwe li mala wî xwarine.

Qamişlo 18/6/2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Weşanên Ramînayê li Londonê ragihand ku nivîser, wergêr û rojnameger Ferîd Xelîl “Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî” ya sala 2026ê di gera wê ya duyem de wergirt, piştî ku Jurîyê ew ji nav hejmarek berbijêran hilbijart.

Ferîd Xelîl ji bo xebatên wî di warê zimanê Kurdî, werger û ragihandinê…

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…

SEÎD YÛSIF

Kurdistan têgihek cografîyê, yek perçeye ji hev cuda nabe. û hem dibe yek ji kevintirîn xak, ku mirov têde niştecî bûye, û herwiha jêder û çavkaniya şaristaniyê ye

Ji dema ku împeratoriya mîdya di sala 550 B.Z hat rûxandin ew hîna bi serxwe ve nehatîye, û ne bûye yek…