Serxet û Binxet

Berzo Mehmud

Weku em hemû dizanin Kurdistan zeviyeke coxrafî berfereye, ku piştî peymana Sayikispîko bi dû şerê cîhanî yê yekem de, hate parçekirin û kete bindestê sê miletên dîtir de: Ereb û Tirk û Faris, di nav çar sînorên dewletî de hate levakirin, ku parçek kete ber sînorê dewleta Tirkî de, û parçek kete ber sînorê Sûriyê, û yê sisiyan kete ber yê Îraqê, herweha yê çara kete navy ê Îranê de
Kurdistan weku welatekî mîrî û rismî  ji nav sînorên dewletî yên rismî hate windakirin. Lêbelê zevî her wek xwe ma, û miletê kurd jî her di cih û ware xwe de ma, bêy ku kiyana xwey siyasî hebê.
Miletê kurd di welatê xwe de ji ber vê yekê, perîşan ma, lê biser wilo de jî dev ji hebûna xwe weku dîrok û coxrafiya û ziman û taybetiyên xweyên netewî berneda, û di ser van sînoran re qevast û xwe lê nekir xwedî ligor ku jêhat.
Piştî danîna van sînoran, kurdên Kurdistana Tirkî, ji Kurdistana parçê Sûriyê re digotin: (binxet), û ji xelkên wêre digotin: (binxetî) ango yên bin xetê re ne. Mebesta wan jî ji xetê her sînorên kun û hatine danîn. Ji aliyê Sûrî ve, kurda ji parçê Kurdis- tana Tirkî re digotin: (serxet), û ji kurdên wê deverê re digotin (serxetî).
Lewre ev herdu têrmên coxrafî linik tevayîya kurdên herdû parçên Kurdistanê belav bû, ku ta roja îro jî berdewa-me. (serxet û serxetî) û (binxet û binxetî), weku du têrmên coxrafî ji aliyê kurdan tenê re têne naskirin û famkirin, ku ne Erebê Sûriyê, û ne Tirkên Tirkiyê wê dizanin. Ev taybeti ya hank u kurda bêhemdî xwe anî, wê yekê diyar dike ku kurd netewekî serbixweye, û ev sînorên dewletî yên peyma-na Saykispîko bi şêweyekî nerast û duristî hatine danîn, weha jî miletê kurd lê nebûye xwedî, lewre di zimanê wan de ev tişt ji xwere diyar bû bêy ku partiyeke siyasî ji wan re bêjê.
Herweha, kurdên parçê Kurdistana Îraqê û yên parçê Kurdistana Îranê dibêjin: (lem dîme) û (lew dîwe) ku her ev jî wateya (serxet) û ( binxet) di naveroka xwe de didin.
Lê, em bi hêvîne ku rojek werê Kurdistan wê bibê yek parçe, û ev bêdadiya han ji ser wan bête rakirin, û ne (serxet û binxet) û ne (lem dîwe û lew dîwe) ta ku ew jî wek hemî  miletên cîhanê li ser xaka welatê xwey xweş bi serbestî û serfirazî bijîn.
——
Jêder: kovara Helez / hijmar (1)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…