Terora mamosteyê me

Idrîs Hiso

Mamoste Emar ji parêzgeha Laziqiyê hatibû, li gundê me bibû mamoste, di dema wî de ez pola du yan sêyem bûm, wate destpêka salên notî bû, baş nayê bîra min.
Di wan salan de, hîna jî deverên me xwedan kem û kurtî bûn û mamoste ji bajar û parêzgehên din yên Sûriyê dihatin gundên Cizîra Rojavayê Kurdistanê, ji wan jî gundê me Torilyas.

Gundî paşketî û di bin nîrê nezaniyê de dijiyan, mamoste çend baş
ba, an çend xirab ba xwedan qedir û qîmetê xwe bû, ji xwe maosteyê ku li
zarokê wan nedixist, li ber dilê wan ne baş bû, û digotin ew zarokan
natirsîne, zarok jî dê nexwînin, çinku di mejiyê gundiyan de ew bîrok
hatibû meyandin, xwendin û zanîn bi lêdan û çavsoriyê dibe. An jî mirov
têdighê ku dibistan deszgeheke hikûmî ye û divê lêdan û hêzê bikarbîne,
an jî wê ne cihê rêza xelkê be?!!
Bi her halî em ji mamosteyan gelekî
ditirsiyan, ji tirsa me ne tenê dersên xwe ji bîr dikirin, lê mirov
carinan navê xwe jî jibîr dikir.
Mamoste Emar , xortekî nûhatî bû,
her sibeh ji xwe şiyar dibû tê bigota qey serxweş bû, çavên wî sor bûn,
kifrî dikirin, wê wextê me ji wî fahm nedikir, me digot qey mamoste ji
mafê wî ye çi bêje û çi bike.
Roja ku Emar bi mizacekî nexweş ba, em diketin tirsê de, ji ber li me dida.
Ez
dibêjim belkî desthilatdariya Bass ew neçar kiribûn ku ji Laziqiya xweş
were wî gundê me yê belangaz û li dawiya dinyê, karê xwe bike.
Rojekê
ji rojên Buharê, gihayê zemîn xemilandiye, li her derê gul û çîçek,
tilûr jî awazên xwe dibêjin, şaxên daran li ber sira bê dîlan û sema
dikin, serê wê sibehê em ji malên xwe derketine, cilên me yên xakî liber
me ne, berdilk, kum û folarên me siloganên partiya Bass li ser in, van
siloganan reng û dengê xweş ên Buharê têkdabû.
Wê sibehê em gihştin
dibistanê, Emar ji xwe rabibû, me siloganên partiya Bass bi dengê bilind
gotin, deng ji şaxên daran, ji civîk û tilûran biliya, her hinek ji wan
bi deverekê ve çûn.
Emar ji xew rabûye, çavên wî sor in, bi mêşên
ser pozê xwe re şer dike, derbasî pola me bû, deng ji me biliya, bêyî ku
silavê li me bike, dest bi dersekê kir û got: Çi kesê ku îro waneya xwe
nizanibe wê rastî lêdaneke nebaş were.
Ji tirsa gelekan ji me waneya
xwe ya bîrkariyê jibîr kir,kîjanê ku bersiva xwe neda, Emarê terorist
bidaran li destê wî da, li keçan da û li kuran jî da, gelekan ji wan
zarokên bê guneh bi xwe ve mîz kirin, ava rûndikên wan û mîza wan
tevlîhev bû û wî bêbavî bi sixêf û cûniyên bi Zimanê Erebî didan, niza
ji kê re didan û me jî wê wextê nizanîbû bê çi dibêje, lê bi tenê pola
me wê rojê wek gelek rojên din bibûe odeyek işkencekirinê.
Gewîlan
01.05.2020z
Rojnameya Kurdistan hejmara 174, 01.06.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Helbest: Hoşeng Osê
Werger: Alan Hemo

Memikên wê mishef û perestgeha min e,
Û destên min î dîn ku jê bêhêvî me, tim bisûndin di nîvê şevê de
Bêxilafe ji soza xwe û şan li ser memikê, bigef û tolaz e.
Ez im ê dema dibûre û bê rabûrîn
Fermana qederê lê tine, û bê ferman e.
Min tine mal ku bayê…

Mahîn Şêxanî

Û ez tenê me , ez tenê me.
Dema ku min bi tenê şer kir
Yekbûna dawî ya giyanê
Gava ku tu nikarî nêzîk bibe
Û ne tu dûr bikeve.
Û tu nikarî ji bîrbikî
Û tu nikarî wêdetir biçe
Bi xêr hatî navîna mirinê
Ku tu hêz û qeweta te têde tune. ”
Îro piştî ewqas dirêj bezê ez bi nermî dimeşim
Ji…

EBDILBAQȊ ELȊ

Sȗriya di dirêjiya dîrokê de, li ser qelșên zemînhejên polîtîkî ye, ȗ pilaktên wê yên civakî yên livîner ji mêj ve li ser wan hatine avakirin, her çend salan rastî hejandin ȗ guhertina desthilatê dihat. lê rejîma șovenist ȗ dijî mirov ya malbata Esed ku bi agir, hesin, girtîgeh, ȗ…

Ezîz Xemcivîn

Hestên Şewitî dîwana helbestvanê çalak kak Baran Heso ye.

Wêneyê bergê kevala Ehmed Heso ye…

Dîwan li weşanxaneya Ar li Istanbulê hatiye çapkirin.

Di nav pêlawazên hestên nazik û dilsozane de bi tîpên hezkirinê helbest hatine nivîsandin.

Baran Heso bi ferhengeka têr peyv sawîrên…