PENABERÎ

 [Ji çîrokên sînor -3]
(Serpêhatîya her penaberekî kû sînor derbaskirî ye yan jî wê rojekê derbask ê)
 
Lewend Dalînî
Di paşîya cemseyên leşkerî, ew tevde ber bi Nisêbîn ve birin…Nisêbîna kû weke wan di bin bandora granîya wê șeva bi çavên melûl li bendey mêvanê xwey westîyayî dima? ew șeva ku nema li wan di qedîya? di dîmahîkê de û di bin dengê reqe reqa tavên buharê û baranê kû ew tev di șûștin bi dawî dibû?, ramanên wan jî di wê rewşa bi xezeb de dîsa tevlî hev dibûn, geh șan vedidan weke tavên berqê û geh jî melûl û mest dibûn û diketin șînek kûr û bê dawî di bin bandora êşkence, êş û jana canên wayî bê semax û bê berxwedan kû ber bi pêşerojeke bê hêvî, tarî û ne zelal ve di meşin.
Li hewşa tabûrê ew ji hev veqetandin, zilamê mezin, zarok û pîrek birin bi rexekî ve û xort tev li alîkî hewşê civandin.
Li odeyên ne amadekirî ji bona sivîlan, kal û pîrek û zarok bi cih kirin û xort li wê hewşê hiştin? Geh şipê û geh jî li qelevîska di man; heta rojê li wan dabû der, rengên wan weke ên nîv mirîyan dibû û hinek ji wan ji kêm qewetî li erdê diketin.
Tevan bi wî halê tengezarî berdewam kirin hetanî piştî nîvro, hinek xwarin dane wan, peyre tilîyên wan li kaxezan dan û bi sened kefalê ew berdan.
Hemîdo û jina xwe û zarokên xwe kû berê wan li Stambolê ye xwe dane hev û bi meşê berê xwe dan Termînala Otobosên Nisêbînê. Her qederekî xelk di sekinandin û ji wan di pirsîn; tanî camêrekî xwedî terembêl gote wan werin swarbin va berê min jî li terminal ê ye.
Dilê wî gelekî bi halê wan şewitî û bi dilekî şikestî ji wan re got: Berê we li kû ya? Hemîdo lê vegerand û got em Kurd ê bin xetê ne, berê me li Ewrûpa ye? Ev çend şevê mene di sînor de û niha em ji tabûrê berdane û kuflet gelekî bê mihwar bûye em kesî nasnakin lê xwedakî me heye?
Di neynika terembê a hundir çavê wî li zaroka temaşe di kir; dît kû zarok nîv mirî li ser mil û kaboka diya xwe stwên wan di xelîyabûn? Keserek ji kûraya dil kişand destê xwe avete berîka xwe çixarak derxist, pêxist û mizek jê kişand weke yekî ku di xwest kû kela dil ê xwe hînik bikê? Û pirsî: Pismam ma van zaroka xwarin xwarîya? Got na?
Li Liqunta termînala Otobîsa xwarin da wan û ji bêrîka xwe bilêtê Stambolê ji Hemîdo û kufletê wî re qut kir weke camêran û bi rengek alîkarî? Spasîya wî kirin xatir bi germî jê xwestin û ketin ser riya biyanî yê…. Berê xwe dan oxirê û pişta xwe dan felekê.
Zêdey şev û rojekê di rê de man tanî gihiştin Stambolê ? Cara yekemîn e kû Hemîdo bajarekî wilo mezin di bînê û di kursîyê Otobîsê de sehw mezin pêre çêdibê!? û di bin vê bandora gran de hêsirên ziwan ji çavên wî hatin xwarê… û wê bi çi rengî vî kufletî bi cih bîkê di vê riya nenas ber bi welatê biyanîyê ve bibê û bi çi awayî wê wan bi parêzê? ne bi zimanan zanê û ne jî perê gelk pêre hene û kete mitalan de, lê hîna jî kuflet tevde di xew de ne û kesî hêsirên wî nedîtin.
Otobîs li termînala mezin a bajarê Stembolê rawestîya; Hemîdo kuflet yeko yeko ji xew şiyar kirin û peyabûn, çenteyên xwe ji Otobîs ê anîbûn der tev dane hev û li ber dîwarekî rawestîyan û ketin mitala bê ka wê bi kûve herin û mat mayî pûnijîn?.
Dîmahîk heye…….

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…