Helbest u pexşan

Ker û Mirov


Ebdilmecît Şêxo

Kerek min hebû
Min  kuda dajot
Ew wê da diçû
Ez dibirim ser kaniyê
Dibirim nav rêz

Ez di nav çiyan û
Çema Efrînê re  derbaz dikirim
Bi vî rengî me çar Demsal
Bi rêzdarî  bi hev re derbaz dikirin
Lê min rojekê  xwe jibîrve kir
Wî yêm  bikim
Zarên gundê me
Di wê rojê de
Ji dest zûrîna kerê min
Xewnekirin !!!
  
Mirov
Azepek keyayê gundê me hebû
Ji berbangê ta êvarê cot dikir
Bêderên  gênim û nîskan
Tev  herdu jinên xwe dikutan
Kevirên zeviyan
Bi piştên zarên xwe paqij dikirin
Xûdana aniyên xwe vedixwarin.
Lê rojekê keyayê gundê me
Ew bê firavîn hêştin
Êvarê azep vegerî mala
 Keyayê xwe
Li ber lingên wî limêj kir
Û lavij ji wî re xwendin !!!

  Lênîngrada berê,1985.    

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…