Çima postên Kurdî nayên xwendin? Bersiva rojnamevanekî Kurd

Idrîs Hiso
 
Bi boneya Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê,
hejmarek mezin ji Kurdan ku torên medyaya civakî bitaybet Fêsbûk
bikartînin postên xwe bi Zimanê Kurdî belav kiribûn. Bê guman ev yek
gelekî baş e û cihê dilxweşiya mirov e, lê pêwîste çi kesê ku zane bi
xwendin û nivisandinê xwe fêrî Kurdî bike û post û nivîsên xwe bi zimanê
xwe belav bike, dema ez wisa dibêjim ez nabbêjim bila bi zimanên din
belavnekin û ninvîsin.

Mirovekî ku berî niha di yek ji binavtirîn torên medyaya Kurdî de kar dikir, postek bi Kurdî belav kiribû û tê de gotibû; Postên bi Kurdî 20 kes dixwînin, lê postên bi Erebî 5000 kes dixwînin
Bê guman, gotina vî rojnamevanî rast e. Ji ber gelek hokaran miletê me bi zimanê dagîrkerê welatê xwe dixwîne û dinvîsîne, lê tevî astengî, qedexekirin, û sizadanên li dijî Zimanê Kurdî, gelê Kurd dest ji zimanê xwe neberdaye û rojane xwêner û şopînerên zimanê Kurdî bi xwendin û nivisandin bêhtir dibin.
Kiryarên dijmin û dagîrkerên Kurdistanê li beramber Zimanê Kurdî têne famkirin û daqurtandin, çinku ew dijmin in û yek ji armancên wan ew e ku nasnameya neteweya Kurd tinebikin, lê ya nayê famkirin ew e, ku rojnamevan, nivîskarên Kurd û xwedan bawernameyên zanko yên Kurd tenê bi Zimanê dagîrkerên welatê xwe binvîsin, ne tenê wisa daxwaza axaftinê di xulên rahênanê de û çalakiyên cuda de bi Zimanê Erebî  bikin.
Di vê derheqê de, ez dixwazim ji wî rojnamevanê Kurd er bêjim ku belav kiriye, postên bi Kurdî nayên xwendin; Heger te û hevalên te yên rojnamevan û nivîskar postên xwe bi Kurdî jî belav kiribana wê hejmara xwêneran bêhtirba û hûn dê bibûna nimûne bo xort û keçên nûhatî û hejmara xwêneran dê bêhtir ba.
Ji xwe ev aliyekî vê pirsê ye, aliyê din nakeve hustiwê rojnamevan, nivîskar û lêkolîneran û dibe ku ez di mijareke din de, behsa aliyên din jî bikim.
Xwedîlêderketin li zimanê dayikê, erkê niştimanî, neteweperstî, rewiştî, şaristanî û olî ye jî, ew kesê bi wî erkê xwe ranabe, ji ber welat, milet, malbat, netewe û ola xwe gunehbar e, lewma heger bi tenê yek kes jî postên bi Kurdî bixwîne, ez dê postên xwe bi Kurdî binvîsim.
Vêja bi kurtî dixwazim ji wî rojnamevanî û her kesên wek wî re bêjim, birano destê wî xweş be, ew kesê bi erkê xwe radibe û xwedî li xwe derdikeve. Tevî ku pêkanîna erk pêwîstiya wê bi spasiyê nîne.
Gewîlan 25.02.2020z
Di rojnameya Kurdistan de hejmar 171 de hatiye belav kirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…