Rewşenbîrên kurd: Radeskirina Selîmî welatkujî ye! Edalet ji bo Şehîd Mistefa Selîmî!

Komek rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskarên kurd, derbarê şehîd Mistefa Selîmî nameyek arasteyî Seroka Parlamentoya Kurdistanê kirin û daxwaza lêkolînê derbarê keysa Selîmî de kirin.
Rewşenbîr û nivîskarên kurd, Mehdi Zana, Kone Reş, Veman Linevai, Şeyhmus Ozzengin, Bubê Eser û Laleş Qaso, derbarê girtiyê kurd Mistefa Selîmî de ku çend roj berê ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû darvekirin, nameyek arasteyî Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwas Fayeq kirin.
Di wê nameyê de rewşenbîrên ragihandiye: “Birêz Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwas Fayeq, wek ku cenaba te jî dizane, Mistefa Selîmî yê ku wek endam û pêşmergeyekî PDK a Rohilatê Kurdistanê bû, di Nîsana sala 2003an de ji bal pasdaran ve hatibû girtin û li girtîgeha Seqizê bi cih bûbû, Mistefa Selîmî piştî 17 salan, di 17ê meha Adara sala 2020an de ji girtîgehê direve Başûrê Kurdistanê û li bajarokê Penciwînê xwe teslîmî asayişê YNKê dike.”
Herwiha di nameyê de tê gotin, “Mistefa Selîmî piştî ku li herêma Silêmaniyê rojekê binçav dimîne, ji bal heman asayişê ve, sed mixabin radestî pasdarên Îran dibe û pasdar jî di demeke kurt de, bi cezayê sêdarê dawiyê li jiyana vî mêrxasê Kurd tînin!”
Rewşenbîrên jurd tekez dikin, “Sosreteke mezin e ev! Bêbextî û xiyanet e. Navê vê welatkujî ye. Pêşmerge welat e û welatkujiyê rûda ye! Miletê kurd xemgîn, welat xemgîn, Kurdistan xemgîn e! Em wek ronakbîr, pêzan û rêzanên, alîgir û dilxwazên doza kurd û Kurdistanê, vê xiyaneta mezin şermezar dikin, ji  Seroka Parlamentoya Kurdistanê bi dilekî şikestî daxwaza ku bi hemû hêza xwe ve li ser vê karesata kesnedîtî raweste, asas berpirsên karesatê derxîne holê û teslîmî edalet û yasayên Kurdistanê bike!”

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…

Axîn Welat

Keçeke ciwan bûm li ber deriyê xewneke mezin, min pir zû fêm kir ku her tişt bi xewnekê dest pê dike. Hîn zû bû çavên min li girîngiya zimanan vebûn û ev gava min a yekem bû di vê rê de.

Sala xwendinê ya yekem di şeş saliya min de bû. Ji…

Dr. Mehmûd Ebas

Pirsa zimanê kurdî ne tenê pirsa tîpan, zaravayan û bernameyên perwerdeyê ye; ew pirsa hebûnê ye. Ev pirsa di serê pirsa neteweyî ya kurdî de li hemû erdnîgariya Kurdistanê radiweste, ji ber ku neteweyek ku ji zimanê xwe bêpar were hiştin, ji navê xwe, ji nivîsandina dîroka xwe, û…