facebook

Zimanê Kurdî.. Girara qereçiyan

XALID CEMÎL MIHEMED

Erebmanckî û Tirkmanckî ku di karê gelek rojnamevan, medyakar û nivîskaran de bûne diyardeyên berbiçav, nîşanên qelsî û lawaziyê ne. Ew medyakar û nivîskarên ku xwe bi vî şêwazî dewlemend, pêşketî û paye dibînin, tûşî nexweşiya xwekêmdîtinê bûne û bi behaneya hêsankirina Zimanê Kurdî, talanê li dijî hizra vî miletî encam didin. Pêşketin ne bi bikaranîna peyvên Erebî, Tirkî yan biyanî ye, lê belê bi parastina pakî û taybetmendiya Zimanê Kurdî ye,

her wiha jî, mirov dikare bi Kurdiyeke zelal û paqij bipeyive û binivîse, yan bila lawaz be jî, bêyî ku xwe bi peyvên biyaniyan û zimanên serdest mezin bibîne, ji ber ku medya, nivîskar û rojnamevanên Tirk û Ereb jî peyvên Kurdî tevlî zimanên xwe nakin, 
êdî çima hinek kes, bi vê nexweşiya xwe, Zimanê Kurdî dikine girara qereçiyan. Ez bi xwe ne li dijî bikaranîna wan peyvan im ku bi dem û dewrê re cih girtine, lê li dijî piştgirêdana bi dagîrkirina peyvên biyanî li cihê peyvên resen im, bi ser de jî, ew kes xwe di ser xelkê re mezin dibînin û weke şareza û mamosteyên serdemê li xwe dinerin. Me ji girara qereçiyan têr xwariye, bes e.

https://www.facebook.com/xalidcemil.muhemmed/posts/2779674382117626

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…