Di 74 saliya komara Mihabadê de ( Avabûna Komara Kurdistanê )

Hişmend Şêxo
Di sala 1945´an de gelê krud li Kurdistana Rojhilat , li bajarê Mehabadê rêxistineke bi navê “Komeley Jiyanewey Kurd” ava kir. Vê rêxistinê di sala 1945’an de navê xwe kir “Partiya Demokrat a Kurdistanê”. Qazî Mihemed bû serokê vê partiyê. Wî di 22’yê Rêbendana sala 1946´an de li Qada Çarçirayê avabûna Komara Kurdistanê ragihand. Di 11’ê Reşemiya sala 1946´an de parlementerên komarê sond xwarin û dest bi karê xwe kirin. Wan Mihabad wek paytexta Komara Kurdistanê diyarkirin. Komara Kurdistanê salekê dom kir, lê di wê demê de pêşengên komarê di warê aborî, civakî û çandî de gelek karên hêja kirin. Rojname û kovarên mîna
“Kurdistan”, “Nîştîman”, “Hawarî Nîştîman”, “Helale” di vê demê de derketin.
Ji bo zarokan jî kovareke bi navê “Girûgalî Mindalan” derket. .
Piştî xebat û berxwedanek dûr û dirêj miletê Kurd li hemberî desthilatdariya Şahê Îranê kir, û ji ber ku mafê serxwebûnê. mafekî rewaye ji Gelê kurd re ku ew jî wek hemû gelên cîhanê ala xwe li ser xaka xwe hilde û jînek bi rûmet bijî di welatekî serbixwe , Azad û Demoqrat de û di vê riyê de bi deh hezaran qurbanî pêşkêş kirine ji bo Azadî û serfiraziya Kurdistanê.

Di roja 22/1/1946 an de li bajarê Mihabadê, Pêşewa Qazî Mihemed Komara Kurdistanê ragihand û li pêş kombûneke mezin ji xelkê kurd li meydana çarçira li Mihabadê Ala Kurdistanê hilda û got: ( Emro baştrîn roje le mêjuyî jiyanî kurde roja ku alayî serbixwebûna kurdistanê li ezman şarê Mihabad bilind dibe.. û rêbaza pakrewanan di riya azadiya kurdistanê de wê bibe simbola xebat û berevaniyê.
îro em serbixwe ne û baweriya me xort e, alaya Kurdistan ya ku bi fidakarî hatiye hildan emê biparêzin ji ber ku ew erkekî girînge li ser milê me teva û nabe bikeve ..).

Avakirna Komara Kurdistanê bûyerên dîrokî bi xwe re anîn, ji wan bûyeran: guhertineke pir mezin di dîroka kurd de pêkanî, û kurdan bi destê xwe desthiladariyek ava kirin pê fêrî dewletdariyê bûn, tore û kultûra kurd jî hate vejandin, abûriya welêt hate vejandin, û tevgera kurdayetî li seranserî kurdistanê geş bû, xort û keçên Kurdistan ketin nav xebatê,û civaka kurdî bi hestên kurdayetî şiyar kirin ..
Herwiha yek ji çalakiya vê komarê ew bû ku jina kurd derbasî meydana xebatê kir.

Li gorî daxuyanên serokatiya komarê, wê demê, mebesta Kurdan ne cudahiya ji Îranê bû, Lê belê mebest ew bû ku
Kurdan ji zilim û sîtema hikûmeta Şahê Îranê rizgar bikin.
Piştî ku yazde heyv li ser damezirandina komara kurdistanê derbas bûn, hêzên Şah, bi rêbertiya General Haşimî, êrîşî bajarê Zincan kirin, û ji wir peyamek ji Qazî Mihemed re şanidin da rê ji wan re veke ji bo derbasî Mahabadê bibin, lê serokê komarê ev yek nepejirand, û wê demê ew li derveyê Mahabadê bû, û bi lez vegeriya, Lê hêzên Îranî bi tundî êrîşî wî kirin, û ji ber ku Qazî rewşa wê demê baş nas dikir, û ji ber gelek merc û sedeman, Qazî biryar da ku xwe radestî hêzên Îranî bike, bi taybetî piştî ku Sovyêt piştgiriya xwe ji Kurdan re rawestand.
Di vê çarçewê de gelek hewildan hatine kirin da ku Qazî û birayên wî di wê dadgehê de bêguneh bi derkevin , lê biryara Şahê Îranî bo bidarvekirina wan derket, û di 30 Adara 1947an de ew li meydana Çarçirayê hatine bidarvekirin.
Tevî ku komarê ji bilî Yazde mehan dirêj nekir, lê wê gelek destkeftî ji Kurdan re pêk anîn, ku radyoyeke Kurdî hate sazkirin, û bingeha sînemayê hate danîn, herweha dibistanên bi zimanê Kurdî hatine vekirin, û sirûda neteweyî ji bo Kurdan hate afirandin,
Komara Mihabad simboleke dîrokî ye di hebûna miletê Kurd de, ji ber ku ew yekemîn car bû, di dîroka nûjen de, ku Kurd komareke taybet bi xwe damezirandibûn.

Sed silav li giyanê pêşeng û rêberê gelê kurd Qazî Mihemed

23 / 1 / 2020

Hişmend Şêxo
Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Jêder : Pirtûka Komara Mihabad

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîskar Konê Reş pirtûka “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî” li Qamişlo imza kir. Roja duşembê 10.02.2025 Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li bajarê Qamişlo merasîmeke îmzekirina pirtûkê bi navê “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî”, ya nivîskar û helbestvanê kurd Kunî Reş li darxist.
Konê Reş rewşenbîr, nivîskar û helbestvanekî kurd e, di sala 1953an…

Zagros Osman
Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda lêkolînên stratejîk û şêwirmendiyê Abdurrahîm Temel bû mêvanê kenala Rûdaw TV û ji bo pêvajoya nû a di navbira Tirkan û Abdullah Oçalan de Rêberê Partiya Karkirên Kurdistan PKK yê girtî axivî, û diyar kir ku 6 Vîdeoyên Oçalan hene, di destên Dewletê û DEM…

Konê Reş

Rêwiyo!

Kes weke min

Sikak û kolanên

Bajarê min nas nakî;

Ez dizanim

Kîjan meyxane li kû ye

Kîjan çayxane li kû ye û

Kîjan bazarxane li kû ye..

Tariye..

Tariyê bi ronahiyê

Naguherînim

Ez kiryarê ronahiyê…

Xizan Şîlan

her şev

hestên min yên tevzînok

di nalîna stranên keserkûr de

mest dibin

qedera sersem

li nav qermîçokên eniya min

konê xwe vegirtiye

bêşansiya salên kambax

xwe li stûyê şadiyên min

alandiye

ji asîmanên bihara rengîn

xwelî…