Dr. Nûredîn Zaza di Semîner û Imzekirina Pirtûka (Kurdê Nejibîrkirinê) de

 Konê Reş

  Bi helkeftina ku di roja 15/2/2019`an de, (100) sal di ser rojbûna lehengê Kurd Dr. Nûredîn Zaza (1919/ Maden – 1988/ Lozan) re derbas bû, min pirtûkek bi navê (Dr. Nûredîn Zaza 1919 – 1988: Kurdê Nejibîrkirinê), berhev kir û ji giyanê wî re kir diyarî.
Doh (07.02.2020), bi boneya (101) saliya rojbûna wî û amadebûna cemawerekî bijarte ji nivîskar û rewşenbîran me bîranîna wî, li gor bejin û bala wî di (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê) de li Qamişlo û bi alîkariya wan pêk anî – digel spasiyên gerim ji helbestvan Ehmed Huseynî re- Sed mixabin, tevî pirbûna rêxistinên Kurdî li Qamişlo, ez çav bi amadebûna wan neketim?!!
Fermo kurtiyek ji semînera min:
(Îro (7/2/2020) di (101) saliya rojbûna Dr. Nûredîn Zaza de, careke din bi min xweş e ku ez ked û xebata wî ji we rexînim ber çavan.. Dr. Nûredîn Zaza ev ê ku ta roja îro me ew mafê wî, yê ku ji me tê xwestin, lê venegerandiye.. me navê wî baş bi nifşên nû nedaye naskirin..! Ew yekemîn serokê PDKS li Sûriyê bû û yek ji pêşengên xwendekaranên kurd bû li Ewropa.. Wî tev jiyana xwe di ber azadî û bilindkirina navê Kurd û Kurdistanê de xerc kir.. Tevî xerabiyên mezin ku hatin serê wî ji girtina zindanan û sirgunkirinê, wî negot ez poşman im..
  Bêgûman nivîsandin û berhevkirina min ji vê pirtûka ku min li dor jiyana wî berhev kiriye gelekî bi min xweş e.. Min xebat, çalakî û berxwedanên wî li Sûriyê, Libnan û Ewropa anîne ziman. Herweha berhemên wî.. û du eserên wî yên giring jî min di vê pirtûkê de belav kirine; ew reporta ku ku di sala 1960`î, di zinda Mezê de nivîsandiye û pêşkêşî dadgeha Şamê ya bilind kiriye, ya din, ew pêşgotina bedew û bi nirx ku wî ji destana Memê Alan re nivîsandiye. Digel baweriyên hin siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd wek: Sînemxan Celadet Bedirxan, Abduhamîd Derwêş, Salih Gedo, Dr. Mohamed Salih Gouma, Mihemmed Îsmaîl, Fawzy Asad, Dr. Lazgîn Mihemed Fexrî, Hingur Osman Sebrî, Keyo Cegerxwîn, Îbrahîm Guclu, Şakir Epozdemir, Xelîl Sincarî, Şahîn Bekir Soreklî, Goran Candan, Dr. Yekta Uzunoglu..
  Jixwe mamoste Abdulhemîd Derwêş hevalê wî yê destpêkê baş baweriyên xwe li dor anîne ziman.. Mamoste Omer Şêxmûs jî, ji gelekan bêtir jînnameya wî, durist nivîsandiye. Mamoste Samî Namî jî, wek dostekî wî, ronahî berdaye ser berxwedana wî. 
  Di baweriya min de, çi kesê ku bide ser şopa Nûredîn Zaza, nikare mafê wî bîne ziman ku berî wî, nede ser şopa birayê wî Dr. Nafiz.  Vêca min ji birayê wî Dr. Ehmed Nafiz Zaza dest pê kiriye.
  Ez ji dil spasiyên xwe ji xanima wî Gilberte Favre Zaza re pêşkêş dikim û xwe ji wefadariya wê û dilsoziya wê re ditewînim. Pirtûk di weşanxaneya SÎTAVê de li Wanê hatiye çapkirin).
Dawiyê, min dest bi imezekirina pirtûka xwe (Dr. Nûredîn Zaza 1919 – 1988: Kurdê Nejibîrkirinê) kir.. 
 
Qamişlo 08/02/2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Jouma

Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew diyar dike hebûn û nebûna dewleta Kurdistanê.

Ji 30 salan ve, Pêşmerge ne artêşek Yekbûyîbû, lê du artêş bû:

– Pêşmergeyên 70: Ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK ve bû

– Pêşmergeyên 80: Ser bi Partiya…

London – Weşanên Ramînayê li Londonê ragihand ku nivîser, wergêr û rojnameger Ferîd Xelîl “Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî” ya sala 2026ê di gera wê ya duyem de wergirt, piştî ku Jurîyê ew ji nav hejmarek berbijêran hilbijart.

Ferîd Xelîl ji bo xebatên wî di warê zimanê Kurdî, werger û ragihandinê…

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…