Çima Kurdî?

M. Bengo

Gelek caran pirsek di mejiyê min de gêrê dike, valîwalî xwe radikişîne, li deriyê damaran dide bi behntengî û bêtebat doza bersivê dike. Bi xirecira xwe gumegumekê peydadike, ramanên min ji xew radike, qirincokan dide wan qêrînî bi wan dikeve, tepiska davêje wan, wan diwestîne. Pirsek bi kel e, bi ser minde kelogirî dibe, yefşê nade ku ez tîpên xwe li hev siwarkim, kît û peyvan li ser bejna hevokê bipêçim. 

Mejiyê min diniqurçîne, tevzînok bi ramanên min ve hildikşin. Xwêdan bi wan dikeve, kutkuta dilê wan zingîniyeke nepend distirê û di qoqê serî de cirîdê dike. Behnçikyayî li ramanan diterpile û toz û dûmana cirîdê di guhên min re didin der, ewrekî avis li asoyan didêrin û li neqşerêyeke nû digerin.
Çima Kurdî?
(Zimanê me nasnama me ye) ji dema ku ez bîrewer bû me ez vê hevokê dibihîzim. Bi dehên salan ev ziman qedexe bûye, û şerê wî hatiye kirin. Hinek ji milet gihiştin şaşbaweriyekê, ku êdî girîngiya fêrbûna vî zimanî nemaye. Ezê çibikim bi zimanekî nan nade min?Ezê çibikim bi zimanekî ku dibistan û zanîngehê wî tune ne? Ezê çibkim bi zimanekî ku serêşandinê ji min re tîne? Eger em li ber bayê van pirsan dîlanê bikin û xwe bihejînin, naxwe çima em dibên:( zimanê me nasnama me ye)? Gelo tenê quretî ye?

Çima Kurdî?
Bi pêşketinên teknolocî re, û bi taybet bi belabûna internêtê re, derfetên vireh ji bo fêrbûna ziman, li ber me vebûn. Belkî vî tiştî dikarîbû qedexekirina ziman, ta radeyekê, bişkîne û wê behaneyê ji destan bikşîne û pûç bike. Lê belê, gelo dikarîbû wê şaşbaweriya ku li nav milet bela bibû rast bike? Mixabin hîn pêşopên wê şaşbaweriyê damarên mejiyê gelekan nikil dike. Hîn jî dikeve binçengê wan û di guhê wan de dike pistepist. ( tê çibike bi zimanê Kurdî, ne bawernamake fermî pê heye û ne tu welat di pejirînin.) Ev pistepist dibe mûristana gêrikan û di xaçirêk, buhirk û kolanên mejî de dikin çinevin.

Çima Kurdî?
Ji ber qedexekirina zimanê Kurdî ji alî rêjîma Ba’as de, piranî fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî nebûn. Xwendina dibistan û zanîngeha bi zimanê Erebî, hişte ku em ji kaniya ziman û çanda Erebî vexun û vê yekê hişte ku piranî berhemên xwe yên wêjeyî bi wî zimanî binivîsînin û biweşînin. Gelek navên naskirî derketin û berhemin nirxhêja bi zimanê Erebî weşandin da ku bûne stêr di asîmanê wêjeya Erebî de. Hêjaye gotinê, ku hember vê rewşê gelek tekoşeran xwe di nîrin dijwar de fêrî nivîsandina Kurdî kirin û berhemin hêja diyarî pirtûkxaneya Kurdî kirin.

Kî vî gunehî hildigre?
Wek gunehkarî her ew barê rêjîmê ye, lê hember rewşeke weha çi dihat xwestin û tê xwestin? Gelo em li bende siyasetmedaran bin da ku welat rizgar bikin û dibistan û zanîngeha ava bikin û zimanê me bikin yê fermî? Tevî ku partî û partîzanên Kurd baş, li gor karbûnan, guh dan zimanê dayikê, lê ew ne karê wan tenê ye. Wek çawa cotkar çandiniyê dike û nanpêj nan çêdike, wilo jî ji erkê sereke yê nivîskar û rewşenbîr e ku li zimanê xwe xwedî derkeve.

Em ji kê re bi Kurdî dinivîsin?
Wek çawa deng guhek jêre divê da ku hebe û bê bihîztin, weke çawa dîmen çavek jêre divê da ku hebe û bê dîtin, wilo jî nivîsandin xwendevan jêre divê da ku bi hebûna xwe şa bibe. Stranvan distirê da ku em lê guhdarîbikin, nivîskar jî dinivîse da ku em bixwînin. Weha em digihên rastiyekê ku divê neyê piştguhkirin. Ew rastî ewe ku zimanekî wek zimanê Kurdî, ku tu dibistan û zanîngehên fermî jêre tunene, pêwîstî guhdaneke mezin e ji alî nivîskaran, ew qehremanên xwebexş, ku tozê ji ser tîpên zêrîn dawşînin, û pêwîstî xwendevanaye ku bi xwedina wan berheman piştgiriya nivîskarên xwe bikin û hêrsa wan bilindbikin da ku karibin berdewambikin û li pêşkevin.
Ne derenge, ger em bixwazin destpêbikin. Çawa em dikarin fêrî zimanên biyanî bibin û bi taybet li penaberiyê, helbet emê karibin û hêsanî :
Bi KURDÎ bixwînin
Bi KURDÎ baxivin
Bi KURDÎ binivîsin
Bi KURDÎ bilîzin
Bi KURDÎ bikenin.

17/01/2020
Birîtanya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Çîrok: Mihemedxêr Umer

Werger: Fewaz Ebdê

Hecî Dawûd, xwedî rûberin fereh ji zeviyên çandiniyê ye, bi qencî di herêmê de deng daye û hatiye naskirin, û hezkirina wî cihê xwe di dilê me de girtibû. Wî mala xwe ya kevn bi hewşa fereh re, kir depoya berhemên xwe û hinek alavên…

Mizgîn Hesko

Bi tenê
Di Derazînka hezkirinê de
Şaxekî erxewanî
Dilê bêdeng…!
Di navbera asîmên û zemînê de
Gelawêj
Ez…
Helawistî dimînim…!
Û dil…
Û dilê min î lal
Bişkoja bi roniyê mest…!
Çi raz e…?
Çi huner û fîlbaz e…?
Spêdeyan…
Dilkê dil ji nav sîtavan
Û ji cîgehên asê…
Ber bi xwe ve dibe…?!
Çi raz…
Çi ristesaz û rewannaz e…?
Hiş wêran dike û dergehê rewanbêjiyê
Bi…

SIMKO botanî

Li cîhan cejn û seyrane
Lê welatêm bê jiyane
Welatek jar û perîşan
Navê wê jî kurdistane
Nav li ba min pir şêrîne
j‘ber ko xaka wê zêrîne
Maye tenê li cîhanê
Milet hêjî Ber gumane
Li ser wê her bi fîxanim
Bêyî wê tim dil bi janim
Bi kul û derd û nalînim
Dijmin lime kir talane
Boçî dijmin dike talan
Li…

Fewaz Ebdê

Dibistana me ya ji kelpîçan

li hewşa wê

nigên me

weke rehên biçûk

di nav çamûrê de diçikilîn.

Em dikeniyan

dibezîn

û lênûs ji me re dibûn bask.

Banê dibistanê dilop dikirin

dilop.. dilop

mîna ku asman jî

bi…