sirûşta Elî Bedranê û cejna rojnamegeriyê

Rîportacek rojnamegerî li ser ahenga cemawerî ya bi helkeftina cejna rojnamegeriya kurdî li gundê Elî Bedranê hatî lidarxistin.

Di (21) Nîsanê de, surûştê dilşahiya miletê kurd bi cejna pênûshilgir û rojnamegeriya kurdî himbêz kir.
Di vê rojê de singa buhara gundê Elî Bedranê bi rengê ala niştîmanî û kurdî hate xemlandin, û jimarek balkêş ji kesên ku guhdanê bi rewşa rewşenbîriya kurdî dikin û kesatiyin Ereb jî berhevî ahengê bûn, tevî vê jî cemawerê kurd yê ku şahiyê bi roja rojnamegeriyê û cejnên buharê dikê liwir amadebû û komên folkolorî yên ku bi stran û şanoyên xwe cemawerê berfereh dilxweşkir û roj geşkir .
komên beşdar di ahengê de ev bûn :

Koma Mîdya
Koma Mîtan
Koma Helebçe
Koma Ronahî
Koma Amodê
Koma Yekîtî(Ahîn)
Koma Hêvî
Koma Ronahî ya Aliyan
 
Aheng li ser daxwaz û xwestina koma Mîdiya ya folklorê kurdî hate çêkirin û her dîsanê ewê komê aheng bi rêvebir û bernamê wê dabeş û amadekir.
 gelek birûsk û namên pîrozbahiyê ji nivîskar, siyasetvan, guropên rewşenbîrî û rêxistinên mafperwerî û hizbî jî gihane destê komîta rêveber û amadekar .
ev aheng derfetek bû ji gelek rewşenbîrên kurd û Ereb re ku hev bi bînin, û nêrîn û ramanên xwe bi hev bi din zanîn û me jî delîvek dît ku em nêrîn û ramanên hin ji wan rewşenbîr, nivîskar û siyasetvanan li ser rewşa rojnamegeriya kurdî ya ku bi zimanê kurdî û Erebî derdikeve û herweha li ser rojnamevaniya elektironî jî bibînin, êş û astengên vê rewşê bi nasin û bi pirsin ka gelo rojnamegeriya kurdî kariye bi rola xwe rabe û kêşa kurdî û jana miletê kurd bi gihîne xwendevanên miletên dîtir…?
Hêjayî gotinê ye ku şêx Murad maşoq xiznewî jî seredana ahengê kir û tevlî mêvanan bû.
kesên ku me çavpêketin bi wan re kir ev bûn :

– Dr.Faroq Ebas Ismail – akadimîkê kurde, û mamostayê beşê dîrokêye di  zangoya Helebê de .
– mamosta Ibrahîm Yosiv – helbestvan û rojnamevanekê kurde
– mamosta parêzer Mumtaz AlHesen – çalakvan û mafperwerek Erebe serbixweye
– mamosta Nîdal Derwîş – nivîskar û çalakvanekê mafê mirovaye
– mamosta Mihemed Qasim Mela Ebdulkerîm -nivîskar û perwerdekarekê kurde
– mamosta Ismail Omer – serokê partiya Yekîtiya Demoqrata kurd li Sûriyê (Yekîtî)
– mamosta Azad Ehmed Elî – nivîskar û sernivîskarê Govara AlHîware
– mamosta Nisrîn Têlo – çîroknivîs û nivîskareka kurde
– mamosta Ferhan Meriê – nivîskarekê kurde
– mamosta Xalid Cemîl Mihemed – rexnevanekê kurde
– mamosta Hewas Mehmod – nivîskarekê kurde

Emê wan çavpêketin û nêrînan li pey hev di dema bê de bi weşînin .

Dêrika Hemko
Gundê Elî Bedranê
21 Nîsanê
Amadekirina rêportacê
Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî
——————–
tu dikarî temaşeyî wêneyên vê fistîvalê di beşê erebî de bikî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…

Axîn Welat

Keçeke ciwan bûm li ber deriyê xewneke mezin, min pir zû fêm kir ku her tişt bi xewnekê dest pê dike. Hîn zû bû çavên min li girîngiya zimanan vebûn û ev gava min a yekem bû di vê rê de.

Sala xwendinê ya yekem di şeş saliya min de bû. Ji…

Dr. Mehmûd Ebas

Pirsa zimanê kurdî ne tenê pirsa tîpan, zaravayan û bernameyên perwerdeyê ye; ew pirsa hebûnê ye. Ev pirsa di serê pirsa neteweyî ya kurdî de li hemû erdnîgariya Kurdistanê radiweste, ji ber ku neteweyek ku ji zimanê xwe bêpar were hiştin, ji navê xwe, ji nivîsandina dîroka xwe, û…